Jinên Başûr serdana Mertalên Zindî kirin

Komek ji jinên Başûrê Kurdistanê serdana Mertalên Zindî kir ku li Binarê Qendîlê çalakiyê dikin. Jinan çalakiya wan pîroz kirin û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dan.

Ji bo şermezarkirna dagirkeriyê  dewleta Tirk a li Başûrê  Kurdistan komek  ji jinên Başûr serdana Mertalên Zindî kir û çalakiya wan pîroz kir.

Ji jinên serdana çalakgeran kirin dayîka bi navê Esmer Resul ji bo destekdayîna ciwanan got, "Bi navê jinên Başûr em mertalên zindî pîroz dikin û em piştgiriya wan dikin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk."

Esmer Resul derbarê dagirkeriya Başûr wiha helwesta xwe bilêv kir; "Ew dagirker in ku dixwazin ziman, ax û gelê Kurd dagir bikin û tine bikin. Banga min li jinên Başûrê Kurdistanê ye ku piştgiriya ciwanên me bikin li hember dagirkeriyê. Bila dijmin jî baş zanibe ku em welatê xwe ti carî bernadin, heya Kurdek bimîne em ê li ber xwe bidin."

Ji bo bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê dayîka Esmer nerazîbuna xwe wiha anî ziman; "Em bêdengiya hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê şermezar dikin û qebûl nakin."

Amed Denîz yek ji ciwanên ku beşdarî çalakiya mertalên zindî bûye xêrhatina dayîkan kir û got, "Li dijî siyaseta qirêj em; ciwanên welatparêz heta ku yek çete yek dagirker li welatê me hebe em ê têbikoşin. Em em soz didin şehîdên xwe em ê şer bikin û nehêlin dagirkerî derbasî axê me be."

Piştî serdana mertalên zindî jinên Başûr berê xwe dan cihê bûyera komkujiya Kortekê û bi navê REJAK daxuyanî dan. Di daxuyanî de wiha hate gotin; "Bi ruhê  şehîd Zîlan em ê dagirkeriyê hilweşînin. Di 27'ê Hezîranê de dagirkeriya dewleta Tirk bi êrîşa hewayî komkujiyek li Kortekê pêk anî û di encamê de 3 welatiyên bi navê Ebdulah Alimîne, Kurdistan Ebdulah, Heryet Ebdulah şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn. Li hember vê komkujiyê bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê tê wateya destekdayîna dagirkirina Başûr."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê tevgera REJAK'ê li hember dagirkeriyê çalakiya xwe berdewam dikin û bang li her kesî dikin da ku bêdengiya xwe li dijî dagirkeriya bişkînin. Em bang li hemû jinan dikin ku erkê xwe li hember dagirkeriyê pêk bînin û hemû bi yek dengî bang bikin 'Na ji bo dagirkerî, na ji bo destdirêjî zarokan û jinan, na ji bo teslîmkerî û nokeriyê'."

Daxuyanî bi dirûşmeyên; "jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" hate dawîkirin.