Jinên Amedî li dijî kuştinê û destavêtinê daketin qadan

Jinên TJA û HDP'î yên li Amedê, li dijî kuştina jinan û destavêtinê peyama xurtkirina têkoşînê dan û balon firandin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişînin ser destavêtinê û kuştina jinan daxuyaniyek dan.

Çalakî li pêşiya avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya Rezanê pêk hat û pankarta bi nivîsa "Gotina me ya bê gotin, hêza me ya biguherîne heye" hate hildan.

Hevseroka HDP'ê ya navçeya Rezanê Fatma Kavmaz diyar kir ku bûyerên kuştina jinan demad awî zêde bûne û destnîşan kir ku li dijî destavêtinê û êrişên barbar ên li dijî jinan wê dest ji têkoşînê bernedin.

Di dawiya çalakiyê de balonên ku jinên dîlgirtî û yên jiyana xwe ji dest dan temsîl dikin hatin firandin.