Jinên Amedî: Hezar silav ji Îmraliyê re!

Jinan xwestin balê bikişînin ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin. Jinan bi qîrîna dirûşmên "Hezar silav ji Îmraliyê re", "Bijî berxwedana zindanan" û "Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan" astengî

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên dewleta Tirk, ji bo bidawîkirina tecrîdê û qedandina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê de ne.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê xwest, li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan Parka Hazal, Parka Koşûyoû, pêşiya Girtîgeha bi Tîpa D bi toma, maşînên zirxî dorpêç kirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sebra Guzel, Remziye Tosûn, rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn.

DORPÊÇIYA POLÎSAN LI HER CIHÎ YE

Bi sedan polîsên li pêşiya girtîgehê, komên hatin vê derê kirin du parçe û dorpêç kirin. Ji ber astengkirina daxuyaniyê, jin derbasî avahiya Rêxistina HDP'ê ya li navçeya Peyasê bûn. Piştre jî avahiya HDP'ê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Polîsan li vir jî nehiştin jin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji ber dorpêçiya polîsan Remziye Tosûn a HDP'î wiha got, "Me îro xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin. Lê belê ji ber ku polîsan dor li me girtin me nekarî daxuyaniya xwe bidin. Îro jî roja 76'an a çalakiya greva birçîbûnê ye. Em ê dengê girtiyan bigihînin dinyayê. Ji bo aştî û aramiyê em ê li qadan bin."

Piştre jî polîsan zext li jinan kirin ku biçin hewşa avahiyê. Jİnan jî dirûşmên "Em ê teqez bi ser bikevin", "Hezar silav ji Îmraliyê re", "Bijî berxwedana zindanan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Azadî ji girtiyên siyasî re" qîriyan.