Jinên Şengalî weke her salê şehîdên xwe bîranîn

Li Şengalê bi boneya salvegera xwevekişîna gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê, gelek jin çûn serdana Goristanên Şehîdan ên Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş û gul danîn ser gora wan.

Her sal jinên Şengalî di salvegera xwevekişîna gerîlayên HPG û YJA Starê ya ji Şengalê de serdanan Goristana Şehît Berxwedan û Şehît Dilgeş dikin. Îsal jî ji Meclisa Jin a Komalgeha Dugurê jinan bi gulan çûn serdana goristanê.

Di sala 2018’an de li ser pîvana ku ger careke din li Şengalê hewildana fermanek nû yan jî êrişeke li beramberî civaka Êzidî hebe wê cardin gerîla li hemberê wê rawestin,  gerîlayên HPG û YJA Starê bi fermî xatirê xwe ji civaka Êzidî xwestin û çûn çiyayên Azad.

Dema gerîlayan berê xwe dan çiyayên azad, ji civaka Êzidî û bi taybet dayikên Êzidî re rêhevalên xwe yên şehît emanet kirin.

Her sal dayikên Şengalê di demsala Biharê de berê xwe didin Goristana Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan û şehîdên berxwedana Şengalê bibîr tînin û dilsoziya xwe ya ji bo keda gerîla tînin ziman.

Îro jî jinên Şengalê yên Meclisa Jin a Komelgeha Dugurê berê xwe dan Goristana Şehîd Berxwedan û Şehît Dilgeş, li ser gorên şehîdan gul çandin û hestên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û şervanên azadiyê re anîn ziman.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Dayê Edul Şemo bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Weke jinên Êzidî em îro hatine serdana Goristana Şehît Berxwedan û Şehît Dilgeş, em di şexsê tevahî şehîdên berxwedana Şengalê de tevahî şehîdên ji bo doza gelan têkoşîn kirin e bi bîr tînin û bejna xwe li ber malbatên wan ditewînin. Dema ku gerîla ji Şengalê derketî ev şehît teslîmê me kirin, ji bo wê her tim em di xweşî û nexweşiyan de berî her tiştî em serdana şehîtgeha xwe dikin. Ev gerîlayên ku li Şengalê şehîd bûn, emanetê me dayikên Şengalê ne. Ji bo wê em weke dayik hemûyan bê ferq û cudatî weke zarokên xwe dibînin. Em tevahî gerîlayan silav dikin, wana di fermanê de em rizgar kirin, em weke dayikên Şengalê serê wan çavên wan maç dikin û em ji wan re serkeftinê dixwazin. Em silavan li Serokê xwe dikin. Bi saya fikrê wî me xwe rizgar kir û em niha ser axa xwe ne. Em jî wê weke jinên Şengalê xwedî li keda şehîd û şervanan derkevin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî jî wiha got: “Bi saya fikrê Rêber Apo û şervanên wî em ji qirkirinê xelas bûn, ji bo wê her sal di salvegera paşde kişandina gerîla de ji ber ku wana şehîd emanetê me kirine, em jî ji bo wê serdana şehîdên xwe dikin û gulan li ser gorên wan diçînin.”