Jinên Şengalî: Em rênadin êrîş û planên qirêj

Jinên Şengalî diyarkirin ku ewê li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê têbikoşin û gotin: “Emê cejna xwe ya Çarşema Nîsanê bi zarokên xwe yên ku parastina ax û gelê xwe dike re di nava berxwedaniyê de pîroz bikin.”

Jinên Şengalî li bermberî êrişên artêşa hikumeta Kazimî li ser piyane. Jinan diyar kirin ku ew ê heya dawî li beramberî Peymana 9’ê Cotmehê ya ku dixwazin vîna civakê tune bikin, têbikoşîn.

Doh di demjimêrên êvarê de artêşa hikumeta Kazimî ji bo ku xalên Asayîşa Êzidxanê bidest bixe kete tevgerê. Lê dema dîtin ku zarokên Êzidxanê rê nadin wan vê yekê pêk bînin, artêşa hikumeta Kazimî dest bi êrişên çekdarî kir.

Ji doh heya vê kêliyê li Bajarê Şengalê, Navçeya Sinunê, Tilizêr û bajarokê Xanesorê, gundê Dugur, Cidalê, Sikêniyê û Girzerikê alozî berdewame. Bi taybet dema ku artêşa Iraqê hewil dide bikeve cihê ku dixwaze, lê dema nikare dest bi êrişê dike. Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ û YJŞ’ê jî li beramberî van êrîşan ji bo parastina gel û warê xwe di nava tekoşînê de ne.

Ciwana bi navê Munya Birahîm Êzdî ya ku ji bo piştevaniya Asayîşa Êzdixanê amade bibû, diyar kir ku ew ê weke jinên ciwan heya dawiyê ji bo parastina mafên xwe li ser piya bin û bi van gotinan bang li tevahî ciwanên Êzidxanê kir: “Ez daxwaz dikim ku her ciwanek yê me ji bo parastina axa xwe li ser piyan bin û bang dikim ku tevhaî xortên Êzidxanê beşdarî Asayîşa Êzdixanê bibin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sêvê Xwedêda jî da diyarkirin ku ji bo parastina deskeftiyên xwe ew amadene ku li bermberî tevahî êrişên heyî tekoşîn bikin û wiha got: “Wan di rojên me yên pîroz de êrîşê me kirin, ev tê wateya ku wan divê em tune bibin. Lê em weke jinên Şengalî rê nadin van dagirkeran. Emê heya dawiyê li berxwe bidin û em cejna Çarşema Nîsanê li tevahî civaka Êzidî pîroz dikin.”

Endama TAJÊ’ê Dayê Kinê Xidir jî destnîşan kir ku ev êriş berdewamiya fermanê ye û wiha axaftina xwe domand: “Ev êrîşên ku hikumeta Kazimî li bermberî zarokên me û gelê me pêk anî, tu caran wê neyê pejirandin. Hikumeta Iraqê ji aliyekê ve me weke civakeke ku li ser axa wê dijî dipejirîne û qaşo parastina me dike, lê ji aliyê din ve jî bi çekan êrişê zarokên me û gelê sivîl dike. Em vê yekê napejirînin. Bi îzna Tawusê Melek em ê rê nedin tevahî planên wan yên qirêj.”