Jinan xwe ji ber êrîşa PDK'ê nedan alî

Jinên ku ji bo rakirina tecrîdê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin, li gel êrîşa hêzên asayîşa PDK'ê û sermayê, bi şev jî çalakiya xwe dewam kirin.

Jinên ji Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hêzên asayîşê yên ser bi PDK'ê doh danê êvarê êrîşî jinan kirin ku li ber nûnertiyê kon vedabûn. Hêzên asayîşê kon xera kirin û dest danîn ser alavên çalakgeran.

Jinan tevî hewa sar jî xwe ji ber êrîşan nedan alî û çalakiya xwe dewam kirin.

Greva birçîbûnê ya jinan di roja 3'an de ye.