Jinan li Îdirê agirê Newrozê vêxistin

Jinan li Îdirê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.

NEWROZ

Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îdirê li Taxa Ozgur agirê Newrozê yê ewil vêxistin. Jin û zarokan eleqeyek mezin nîşanê şahiyê dan. Endamên TJA û jinên taxê bi meşaleyan hatin qadê û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Nametên Hevşardariya Îdirê Nejla Kûm, Mehmet Nûrî Guneş, parlamenter Yilmaz Hûn jî tevlî şahiyê bûn. Li vir namzet Kûm û Guneş axivî, bal kişandin bi ser pirsgirêkên taxê, zarok, jin û ciwanan. Namzetan anî ziman ku ew ê piştî 31’ê Adarê rêyên çareseriyên pirsgirêkên bibînin û gotin: “Wê şaredarî bibe şaredariya gel.”