Jinan di Cenga Heftanînê de çarenûs guherandin

Yek ji şervanên ku li Cenga Heftanînê li ber xwe dide gerîlaya YJA Starê Çiyajin Cefaneyî ye. Çiyajin Cefaneyî dibêje, "Di Cenga Heftanînê de rengê jinê gelekî diyar bû. Hêza her jinê heye ku pêvajoyê biguherîne."

Ji Cenga Heftanînê bang li jinan hemûyan dikir. Pê piştrast bû ku hêza afirînerî û rizgariya hêviyê jin in, bi vî rengî bang dikir. Û digot, "Eger jinek bixwaze dikare pêvajoyekê biguherîne."

Gerîlaya YJA Starê Çiyajin Cefaneyî li warê Mem û Zîn li Cizîra Botan ji dayik bû. Li wir mezin bû, li wir Tevgera Azadiyê nas kir. Û bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014'an de beşdarî destana Kobanê bû. Gerîlayên Botanê dît bê çawa bi feryada Kobanê hatin û bû aşiqê wan.

Dema ku şer qediya, dît ku jiyan li bajaran nabe. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Qada destpêkê ku berê xwe da wê derê, yek ji warê bihuştî yê gerîla, Heftanîn bû. Û hîn jî li Cenga Heftanînê li dijî dagirkeran şer dike, bi baweriya bi serketinê.

DIJMIN BI TAYBETÎ ÊRIŞÎ HERÊMÊN JINAN DIKE

Di hevdîtina dawî de min pê re hevpeyvînek çêkir û wê jî qala têkoşîna jinan kir. Gerîla Çiyajin wiha digot:  "Jin êdî îradeya xwe nas dike, fêhm dike, pê dizane. Bi îradeya xwe şer dike. Bi ser dikeve. Bi nasnameya jinê, bi îradeya jinê li ser piyan dimîne, şer dike û gelek tiştan bi ser dixîne. Hem gelek tiştan ji bo jinan diafirîne, hem jî em jî gelek tiştan qezenç dikin.

Bi gerîla, gel, jinan, ciwanan û gelan gelek tişt da qezençkirin, hîn jî dide qezençkirin. Mesela li vir li Cenga Heftanînê yekem çalakiya taktîkî ji aliyê hevaleke jin ve hate kirin. Gerîlaya YJA Starê bû. Yên ku destpêkê li Kobra xistin hevalên jin bûn. Hevaleke jin doçka bi kar dianî û heta dawiyê şer dikir. Kobra ji bo lê bide her tişt kir, lê belê nekarî lê bide. Li çeperan, li giran çalakiyên mezin ên YJA Starê dibin. Li qadên herî zehmet gerîlayên jin şer dikin. Di Cenga Heftanînê de rengê jinan gelekî diyar bû. Dijmin bi taybetî êrişî herêmên jinan dike.

Hêza her jinê heye ku pêvajoyê biguherîne. Divê ev neyê jibîrkirin. Têkoşîna jinê ji bo pêvajoyê gelekî girîng e. Hêza jinê heye ku vê pêvajoyê biguherîne. Jin bi hêza xwe piştrast e û bi vî rengî dimeşe. Gerîlayên YJA Starê li Heftanînê pêşengî ji jinûve avabûnê re kirin û ji niha û pê ve jî wê bikin."