Jin ji bo Leyla Guven ber bi girtîhehê ve meşiyan

Komek ji jinan ji bo destekê bidin Leyla Guven ber bi Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî jinan kirin. Ji jinên berxwedêr 20 kes hatin destgîrkirin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 74 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Jinan xwestin destekê bidin Leyla Guven û bi vê armancê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê li hev civiyan. Endamên Komeleya Jinan a Roza, Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de gelek jin li hev kom bûn û dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye" qîriyan. Polîsên Tirk dor li jinan girtin û jinan xwestin dengê xwe bigihînin Leyla Guven.

Polîsan piştre êrîşî jinan kirin û Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, Berdevka Demkî ya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle Bahar Karakaş Ûlû bi erdê re kişandin û lê dan. Her wiha heqaret li Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn kirin û li wê dan.

Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan. Li dijî êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê, jinan demeke dirêj li ber girtîgehê li ber xwe dan.

Hate ragihandin, 20 jin hatine destgîrkirin. Ji jinên hatin destgîrkirin navê yên hatin hînbûn wiha ne: Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, Berdevka Demkî ya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle Bahar Karakaş Ûlû, Ceylan Aslan, Gonul Adibellî û şêwirmedan Remziye Tosûn Gûrbet Ozer.