Jin dixwazin Neteweyên Yekbûyî peywira xwe bi cih bînin

Jinên ji Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne, ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku bi erka xwe rabin.

7 endamên Meclisa Îştar a jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî a Mexmûrê ku penaberên Bakurê Kurdistanê ne, 8 roj in li ber avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kirine. Jinan ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku erka xwe pêk bînin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hemû hewldanên pêwîst bikin.

Têkildarî çalakiyê endama koma çalakiya greva birçîbûnê Leyla Arzû ji ANF’ê re ragihand ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd daye pêkanîn, ev tecrîd ne tene li ser kesayetiya Rêber Apo, li ser hemû gelê Kurd e. Arzû got ku: “Em wê tecrîdê wekî li ser xwe, xak û azadiya welatê xwe dizanîn. Ji ber wê jî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, şikandina tecrîda li ser welat e.”

Leyla Arzû bal kişand ser sedema çalakiya li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û wiha domand: “Ev sazî û rêxistinên bi navê mafê mirovan kar dikin, divê erka xwe pêk bînin. Divê piştgiriyê bida wan kesan ên ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo de di çalakiyan de ne. “

Her wiha endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn jî ku di çalakiyê de ye, îşaret bi helwest û êrîşa asayîşa PDK’ê ya li dijî jinên çalakger jî kir û got: “Me ji bo xwe konek vegirtibû, lê di roja duyem ya çalakiyê de asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê bi awayek dijexlaqî êrîşî ser me kir û konê me rakir. Dewleta Tirk xaka me dagirkirî ye, li Şêladizê ciwanên me tên kuştin û PDK li hember wan tu helwestek nîşan nedaye. Lê 7 jin ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyê dikin, û di nîvê şevê de êrîşî ser me dikin.”

Welatiyê bajarê Hewlêrê Zîwer Gerdî jî ku serdana çalakvanan kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Daxwazên vê koma jinan, daxwaza hemû gelê Kurd e, ji ber ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdkirina hemû azadîxwazan e.”

Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê ya Hewlêrê Sazman Mihemed jî piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşan da û destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî bangawaziyan dikin ji bo ku mafê gelan diparêzin û ji ber vê jî divê li hemberî zilma li ser gelê Kurd ne bêdeng bin.