'Jibîrkirina şehîd, xiyanet e'

Ciwan Zaza li herêma Çêrmeyê Tîrmeha 2007'an di şer de birîndar bû û heta sibehê bi birîndarî şer kir, gihîşt asta şehadetê. Hevalê wî behsa wî kir û got, "Ji aliyê ruhî ve em nikarin ji şehîdan qut bibin, qutbûn û jibîrkirin xiyanet e."

Çiyayên Kurdistanê ne tenê keleheke berxwedanê ne, di heman demê de ew cih in ku dîroka Kurdan ji nû ve lê tê nivîsandin, jiyan lê ava dibe. Gerîlayên li van çiyayan bi vê têgihiştinê, fedakarî û manewiyata hevrêtiyê xurt dikin.

Ciwan Zaza ji malbateke welatparêz a ji Çewlikê bû. Tevî sê hevalên xwe sala 2003'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî perwerdeyê li Xakurkê û Behdînan tevlî kar bû. Sala 2006'an derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Di demeke kurt de cografya nas kir. Hînî herêmên Çêrme, Adakli Çawreş bû. Hevrêyê wî berî ku behsa wî bike balê dikişîne ser hevrêtiya gerîla: "Şervanên azadiyê dema li hev dicivin, ji aliyê ruhî ve jî hevgirtin pêk tê; têkiliyên xurt derdikevin holê. Çiya û hevrêtî ji bo me gelekî bi wate ne. Li çiyê têkoşîna me ya lêgerîna li rastiyê tevî zor û zehmetiyan bi hestên hevrêtiyê pêk tê. Hevrêtî hevaltî û dostaniyeke ji rêzê nîne. Ne tenê hevrêtiyek ji bo armancekê ye. Hevgirtineke felsefî, îdeolojîk e. Yek ji bo hemûyan, hemû ji bo yekî dijî, dide jiyîn. Qutbûna fîzîkî hebe jî hevgirtina ruhî her tim, li her deverê xwe nîşan dide. Lewma hevrêyên şehîd ji aliyê fîzîkî ve ji nava me qut bibin jî ti carî ji aliyê ruhî ji me qut nabin. Lewma qutbûn û jibîrkirin xiyanet e."

RÊZDAR, BI PÎVAN Û FEDAKAR

Hevrêyê wî anî ziman ku wî hêvî, hezkirin û baweriya di çavên wî de didîtin û hevalekî wan ê têgihiştî bû. Hevrêyê wî got, "Bi sekna xwe ya jiyanê, bi dilnizmî, bi hurmet, bi pîvan û fedakariya xwe di demeke kurt de li nava hêza li Eyaleta Erzîromê hate hezkirin. Bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû. Her ku tevlî bû bû xwedî tecrûbe. Bi wergirtina tecrûbeyê re pêşengî kir.

Di çalakiyên 2007'an de her tim li pêş bû. Li dijî êrîşên li dijî Rêbertî, tevgera me û gelê me, li refên pêş ên pêngava berxwedanê bû."

Hevrêyê wî anî ziman ku tîma Ciwan Tîrmeha 2007'an li herêma Çêrme kemîn danî pêşiya hêzên Tirk ên di rê de û got, "Heta saet 24:00 disekinin. Ji ber ku dijmin nayê, vedikişin û hewl didin xwe bigihînin devereke ewle. Di rêyeke ku divê bi kar neaniyan de tevdigerin. Di wê rêyê de li yekîneya dijmin a ku kemîn danîbû ber rast tên. Şer diqewime. Ciwan ê li refên pêş bû bersivê dide, hevalên din jî bersivê didin. Dijmin li gorî devera ku heval lê bûn, li cihekî serdest bû. Tevî vê yekê jî şer dikin. Hevalên din xwe vedikişînin, lê Ciwan birîndar dibe. Tevî ku birîndar bû û devera ku lê bû nebaş bû, şer dike. Heta sibehê şer dike. Sibehê jî digihêje asta şehadetê."

DI NAVA SÊ MEHAN DE DU ŞEHÎD

Ciwan pismamê Agir bû ku li geliyê Lameçê şehîd bû. Ciwan ku piştî sê mehan şehîd bû, malbata wî cenazeyê wî li kêleka pismamê wî Agir veşart. Hevalê wî herî dawî dibêje, "Hevrê Ciwan bi kesayetî, jiyan, pratîka xwe nîşanî me da ku divê milîtaniya Apoyî çawa be."