Ji zexta xiyanet û qirkirinê ber bi paytexta DAIŞ'ê ve -1

Dema ku fermana 73'an hat ber deriyê Êzidiyan, ya ku Êzidî qetil kir, ferman nebû. Ya ku Êzidî qetil kir, xiyaneta ku kirasê reş li xwe kiribû.

Kurdên Êzidî, ku bi hezaran salan li erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn û ji ber ku tawîz ji çanda xwe nedane bi dehan caran komkujî li wan hatiye kirin û zordariya xiyanet û qirkirinê li wan hatiye kirin, fermana 73'an roja 3'ê Tebaxa 2014'an li wan rabû. Kurdên Êzidî ku qirkirina li wan hatin kirin weke "ferman" bi nav dikin, vê carê ketin çembera tinekirin, dîlgirtin û kolekirina çeteyên hov ên DAIŞ'ê. Lê belê ji bo Êzidiyan ya ku ji dorpêçiyê girantir bû, xiyanet bû ku kirasê reş li xwe kiribû.

KOMKUJIYA PLANKIRÎ

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê gihîştin ber deriyê Şengalê, bi hezaran pêşmerge û hêza asayîşê ya Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) ên heta wê rojê bajar kontrol dikirin, bêyî fîşekekê biteqînin reviyan. Piştî vê reva pêşmergeyên PDK'ê, bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin, bi hezaran kes ku piraniya wan jin û zarok in hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Beriya komkujiyê, PDK'ê çekên di destê Êzidiyan de kom kir û 3 ji 12 gerîlayên HPG û YJA Starê yên çûbûn herêmê, girtin. Vê yekê jî nîşan dida ku bûyerên diqewimin, plankirî ne.

RAPORA KOMKUJIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Li gorî daneyên Komîseriya bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku 17'ê Cotmeha 2017'an eşkere kir, encamên êrîşa 3'ê Tebaxê wiha ye:

-Bi qasî 5000 mêrên Êzidî hatin kuştin.

-Serê 100 mêrên Êzidî hatin jêkirin.

-7000 jin û keçên Êzidî hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.

-Destavêtin li gelek jin û keçên Êzidî hate kirin.

-Hin jinên Êzidî neçar hatin hiştin ku bi fermandarên DAIŞ'ê bizewicin.

Daneyên piştre derketin holê û hejmara Ezidiyên ji tî û birçîna li çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan, nîşan da ku ev hejmar ji daneyên rapora Neteweyên Yekbûyî gelekî zêdetir e.

ÇARÇOVEYA DOSYAYÊ

Di salvegera 3. a Komkujiya Şengalê de, em ê jî bi gotinên şahidan, bi vegotina mirovên ku komkujî li wan hate kirin û li gorî agahî û qeydên dîrokî hewl bidin bi 3 beşan fermana 73'an vebêjin. Di rêze nivîsa xwe de em ê mijarên; fermanên li Êzidiyan rabûn, rewşa Şengalê ya beriya komkujiyê, êrîşên 3'ê Tebaxê, reva PDK'ê, destwerdana HPG'ê, vekirina korîdora mirovahiyê ji aliyê YPG'ê ve, berxwedana 18 mehan a li Şengalê, komployên PDK'ê yên bê dawî, xebatên rêxistinbûnê yên li Şengalê, êrîşên PDK'ê û dewleta Tirk û artêşa Êzidiyan a ji nava zordairya qirkirinê berê xwe da paytexta DAIŞ'ê Reqayê, binirxînin.

JI OSMANIYAN HETA NEO-OSMANIYAN FERMANÊN LI ÊZIDIYAN RABÛN

Êzidî yek ji baweriyên herî kevn ên Mezopotamyayê ye, ku 73 caran ferman li wan rabûne. Piraniya van fermanan ji aliyê dewleta Osmanî ve li wan hatiye rakirin. Ji ber ku piraniya biryarên tinekirina Êzidiyan bi fermanên padîşahên Osmanî hatin girtin, navê van êrîşên qirkirinê weke "ferman" di hiş û bîra civakî ya Kurdên Êzidî de cih girtin. Fermana destpêkê, sala 1246'an ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû, ya dawî jî ji aliyê Neo-Osmanî AKP û hevkarê wê PDK'ê ve bi DAIŞ'ê hate kirin. Di hemû êrîşên qirkirinê de navê Îslamê hate bikaranîn.

FERMANÊN LI ÊZIDIYAN RABÛN

Çend ji komkujiyên ku di herikîna dîrokê de li Êzidiyan rabûn û piraniya wan ji aliyê paşayên Osmanî ve hate kirin, ev in:

*Sala 1246'an komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate kirin.

*Sedsala 16'an, bi fetwa Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sûltan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li Êzidiyan hate kirin.

*Sala 1638'an, Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa li Şengalê komkujî da kirin. 

*Sala 1650'î, bi fermana Mûrad ê 4. Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1715'an Waliyê Bexdayê Hasan Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1733'an Waliyê Bexdayê Ahmed Paşa li Şêxanê Êzidî da kuştin.

*Sala 1752'an Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Salên 1732-33'an Nadîr Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1733'an komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.

*Sala 1735'an bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxiyê hate kirin.

*Sala 1742'an, Alî Takî Han ê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Saldûzê da kirin.

*Sala 1743'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.

*Sala 173'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.

*Sala 1787'an Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.

*Sala 1798'an Alîkarê Waliyê Bexdayê Abdulazîz bîn Abdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.

*Navbera aslên 1753-1800'î bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrîşên mezin ên li Şengal, Şêxan û Mûsilê)

*Sala 1809'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.

* Sala 1824'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Alî Paşa li Şengalê li Êzidiyan da kirin.

*Salên navbera 1832-1834'an komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.

*Sala 1835'an Waliyê Mûsilê Mûhammed înce Bayraktar li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1836'an Reşîd Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1837'an Hafiz Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1844'an komkujiya li Êzidiyên li Botanê hate kirin.

*Sala 1892'an di encama polîtîkaya Abdulhamît ê 2. de ku bi zorê hewl dida Êzidiyan bike Misilman, komkujî hatin kirin.

(Ji bo agahiyên berfireh li ser vê mijarê bê girtin, mirov dikarin li nivîsa Prof. Dr. Kadrî Yildirim a bi sernavê "Êzidiyên di nava zordariya fetwa, ferman û komkujiyan de" û pirtûka rojnamevan Mazlûm Ozdemîr a bi navê "Gelê ku li dijî fermana li ber xwe dide; Êzidî" binerin.)

KOMKUJIYA 2007'AN

Qirkirineke din a ku di dema nêz de li Kurdên Êzidî hate kirin, di sala 2007'an de bû. 14'ê Tebaxa 2007'an bi 4 wesayitên bombebarkirî êrîş li gundên siba şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê hatin kirin. Di encamê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê komkujiyê ti lêpirsîn nehate kirin. Hat ragihandin, ku komkujî ji aliyê rêxistineke çete yha bi navê Ensar El Sune ya ser bi El Qaîdeyê ve hatiye kirin, ku wê demê hewl dida reh berde nava Başûrê Kurdistanê. Lê belê gelek agahî derketin holê, ku li gorî van agahiyan çeteyê Eniya Tikrmen a Iraqê (ITC) jî di nava êrîşê de cih girtiye, ku ITC ji aliyê îstîxbarata Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Êzidiyan heta 3'ê Tebaxa 2014'an ev êrîş weke "fermana dawî" bi nav dikirin. 

STATUYA ŞENGALÊ YA BERIYA KOMKUJIYA 3'Ê TEBAXÊ

Kurdên Êzidî bi giranî li navçeya Şêxan a Duhokê, navçeya Şengal a Mûsilê û gundên van navçeyan dijîn. Sala 1975'an ji aliyê rejîma Baasê ve neçarî îskanê hatin hiştin. Êzidî ji ber fermana her tim xwe li çiyayê Şengalê girtin. Êzidî sala 1975'an bi zorê ji gundên çiyê hatin daxistin û li gundên Xanesor, Til Izêr, Sinûnê, Siba Şêx Xidir, Koço û Dugurê, li 15 gundên quntara çiyê hatin bicihkirin.  

Sala 2003'an piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hat û rejîma Saddam Huseyîn hate hilweşandin, destûra bingehîn a Iraqê hate amadekirin. Li gorî xala 140. a vê destûrê, Şengal weke "herêma bi nîqaş" di navbera rêveberiya Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Iraqê ya navendî de ma. Dihat plankirin ku sala 2007'an referandûm li Şengalê bê kirin, lê ev referandûm heta niha nehatiye kirin.

Lê belê berevajî herêmên Kerkûk, Celewla, Xaneqîn, Xurmatûyê, PDK'ê li Şengalê bi tena serê xwe dest danîbû ser rêveberiyê. Bajar ji aliyê pêşmerge û asayîşa PDK'ê, polîsê federal ê Iraqê ve dihate "parastin".

REWŞA ŞENGALÊ YA BERIYIA KOMKUJIYA 3'Ê TEBAXÊ

PDK ku piştî sala 2003'an bû serdestê Şengalê, hemû kevneşopiyên civakî parast û ji sîstema şêxîtiyê ku bi rêya wê Êzidî ji bo berjewendiyên xwe diparast, heta dawiyê sûd wergirt. PDK'ê baweriya Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û piştgirî da vê sîstema şêxîtiyê. Bi vî rengî xist bin kontrola xwe.

Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedan Şengalê (YBŞ) Tîrêj Şengal, li ser komkuiya dawî ya li Êzidiyan hate kirin ji ANF'ê re axivî û li ser sîstema ku PDK'ê li Şengalê afirand got, "Herkesê diçû cem wan dikir pêşmerge û maeş dida wan. Digotin, bixwin, vexwin, maeşê xwe bigirin, lê nefikirin. Ji bo wan tiştekî ne hêja bû ku mirov qala rûmetê, azadî û nirxan bike. Gel heta dawiyê bê rêxistin û bê perwerde bû."

'DI NAVA CIVAKA ÊZIDÎ DE HER TIM ZEXT Û ZORDARÎ LI JINÊ HATE KIRIN'

Endama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Dexîl li ser civaka Êzidî ya beriya komkujiyê axivî, bal kişand ser zext û zordariya li jinê dihate kirin û got, "Statuya jinê ya li nava civaka Êzidî gelekî qels bû, mîna tine bû. Yanî li gorî civaka Êzidî çiqasî zext li jinê were kirin, çiqasî bêdeng bê hiştin ewqasî baş bû! Lê belê li dijî vê yekê her tim berxwedanek jî hebû. Lê ev berxwedan gelek caran şexsî bû. Lê belê piştî komkujiyê, dema ku me jinên Rojava û gerîla dît, me bi alîkariya wan dest bi rêxistinbûna xwe kirin."

GAV BI GAV BER BI KOMKUJIYA 3'Ê TEBAXÊ VE

10'ê Hezîrana 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê Mûsil dagir kirin, ji hemû navçeyên Mûsilê wêdetir, xeterî herî zêde li ser Şengalê zêde bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zûdeyî ji bo Şengalê hişyarî da bû. Di çarçoveya van pêşdîtinên Ocalan de PKK'ê komek ji 12 kesî şandibû çiyayê Şengalê. (https://anfkurdi.com/kurdistan/serpehatiya-12-hewariyen-sengale-72966) Piştî ku xeterî zêde bû, rêveberiya PKK'ê bi PDK'ê re têkilî danî û li ser cidiyeta rewşê hişyarî da. Jê re ragihand ku ew dikare hêzeke xwe bişîne herêmê. Lê belê rêveberiya PDK'ê ev banga PKK'ê bê bersiv hişt.

HÊZEKE ÇEKDARÎ YA JI 11 HEZAR KESÎ HEBÛ

Çeteyên DAIŞ'ê pitşî ku Mûsil bi dest xistin, 16'ê Hezîranê berê xwe dan bajarokê Tirkmenan Telafer ê li nêzî Şengalê. Beşeke mezin a Tirkmenên Şîa yên li vir xwe li Şengalê girtin. Kêm ma bû êdî çete êrîşî Şengalê bikin. Lê belê PDK li şûna ku li hemberî vê rewşê tedbîran bigire, çekên di destê civaka Êzidî de bûn kom kir û ji wan re got, "Em ê we biparêzin". Li gorî daneyên fermî yên piştre derketin holê, beriya çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê bikin, hejmara pêşmerge, asayîşa Başûrê Kurdistanê, polîsê federal ê Iraqê, polîsê trafîkê û hêzên çekdar ên partiyên din ên siyasî, bi giştî hêzeke çekdar a ji 11 hezar kesî li Şengal û gundên wê hebûn.

'JI BO PEREYAN LI VIR BÛN Û DEMA XETERÎ DÎTIN, REVIYAN'

Ji fermandarên YBŞ'ê Tîrêj Şengal li ser hêza leşkerî yıa li bajêr ev agahî da: "Dema ku DAIŞ'ê cihên li dora Şengalê yek bi yek bi dest dixist, em ne li bendê bûn ku wê dor bê me. Ji ber ku ji pêşmergeyan heta artêşa Iraqê hêzeke gelekî mezin li Şengalê hebû. Em bi wan piştrast bûn. Wan ji me re digotin, "em ê we biparêzin". Lê belê dema êrîşê dest pê kir, reviyan. Dema ku me li sedema reva wan pirsîn, me fêhm kir ku vê derê weke axa xwe nabînin û ji bo pereyan bi 'erka parastinê' radibûn. Dema ku xeterî dîtin, bi fermana ji wan re hatî, reviyan."

DEST DANÎN SER ÇEKÊN CIWANÊN ÊZIDÎ

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Xweser a Şengalê Qehtan Xelîl jî anî ziman, ku pêşmergeyên PDK'ê beriya komkujiyê dest danîn ser çekên ferdî yên Êzidiyan û ev agahî da: "Di navbera Şengal û Telaferê de bendeke kontrolê ya PDK'ê hebû. Dema ku DAIŞ hat, hemû çekên ciwanên Êzidî li vê derê hatin desteserkirin. Gotin, 'Em we diparêzin, ne pêwîste hûn rahêjin çekê'. Li wê derê dest danîn ser hemû çekan. Lê belê di dema fermanê de fîşekek jî neteqandin, şehîdek jî nedan û yekî bi tenê jî ji wan birîndar nebû. Hemû reviyan."

SIBE: Êrîşên qirkirinê yên 3'ê Tebaxê, reva PDK'ê, destwerdana HPG û YJA Starê, korîdora mirovahiyê ya ku YPG'ê ji xeta Cezaa Rebîa vekir, berxwedan û rizgarkirina bajêr.