‘Ji zimanê me ditirsin’

Zimanê çapemeniya azad û zimanê Kurdî desthilata AKP/MHP’ê ditirsîne û ji ber vê yekê her demê çapemeniya azad di hedefa hikûmetê de ye. Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê ti çapxane, rojnameya tekane Kurdî Welat çap nakin.

Zimanê çapemeniya azad û zimanê Kurdî desthilata AKP/MHP’ê ditirsîne. Ji ber vê yeke jî herdem saziyên çapemeniya azad di hedfa êrîşan de ye û êrîşî saziyên çapemeniyê û saziyên ziman dikin. Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê çapxane, rojnameya tekane Kurdî Welat çap nakin. Serpehatiya Welat di sala 1992'an de bi rojnameyên Welatê Me û Welat ên heftane hatin weşandin, dest pê kir û bi Azadiya Welat, Rojeva Medya û Welat ku weke şopdarên van rojnameyan weşan kir. Rojnameya Welat ku di 26’ê Tebaxa 2017’an de bi dirûşma 'Naşkê û Nakeve' dest bi weşanê kir û di 29’ê Adara 2018’an ji ber zextên AKP’ê yên li ser weşangeriyê ti çapxane Rojnameya Welat çap nake. Tikildarî mijarê Xwediyê Îmtiyazê yê Zeynel Abidîn Bulut ji ANF’ê re axivî û got: “Ji zimanê me ditirsin û em ê ala çapemeniya azad bilind bikin. Em ê herdemê li gel xwendevanên xwe bin.”

‘RASTÎ WÊ DI TARITIYÊ DE NE MÎN E’

Bulut diyar kir ku zextên li ser çapemeniya azad û çapemeniya Kurd ji salên 1990’an û vir de didome û wiha axivî: “Ji ber zext û êrîşên li ser çapemeniya azad bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatine şehîd kirin, windakirin, binçavkirin û girtin. Lê belê ev kevneşopî ev berxwedan bi vînekê ev xeta azadiyê didome. Dema ku em li salên 90’î dinêrin li gel ewqas zext û êrîşan bi awayekî serbilindî kiryarên hikûmetê yên li ser civakê û gel ji raya giştî re ragihandiye û tehşîr kiriye. Di sala 1990’an de kuştin û winda kirin hebû, lê belê dema em di sala 2017-2018’an dinêrin rêbaza êrîşan guheriye. Berê jî rojname dihatin girtin û rojnamevan dihatin girtin. Lê belê di salên dawî de raste rast dest datînin li ser rojnameyan û qeyûm tayîn dikin. Herî dawî jî qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî kirin û dest danîn li ser rojnameyê û çapxaneya wê. Hikûmet bi van êrîşan dixwaze êdî li Tirkiyeyê ti xebata çapemeniya azad neyê kirin û pêşî li çapemeniya azad bigrin. Li ser xeta rastiyê em ê ti caran rastiyê di taritiyê de nehêlin.”

‘KEVNEŞOPÎ DIDOME’

Bulut bal kişand li ser kevneşopiya çapemeniya azad û wiha pê de çû: “Hikûmeta AKP'ê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê Rewşa Awarte îlan kir. Bi îlana Rewşa Awarte  BHQ li pey hev derxist û bi BHQ'yan hemû sazî û dezgehên çapemeniya azad girtin. Ev kevneşopî ne nû ye û xwedî dîrokekî kevnare. Çapemeniya kurd piştî li sirgûniyê di sala 1898'an de li Misire dest bi weşanê kir, yekem car di sala 1992'an de bi Welatê Me û  Welat li Stenbolê dest bi weşanê kir û bi Rojeva Welat û Welat ala kevneşopiya çapemeniya azad hilgirt. Piştî Rojeva Medya di 25’ê Tebaxa 2017’an de bi BHQ’yê hate girtin, di 26’ê Tebaxa 2017’an de Rojnameya Welat bi dirûşmeya  'Naşkê û Nakeve' dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat bi awayek rêk û pêk bi 216 hejmar derket. Bi desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Çapxaneya Gun, êdî ji ber zextên dewletê ti çapxaneyan û çapaneya 22 sale em pêre dixebin jî Rojnameya Welat çap nekirin.”

‘LI SER MALPERÊ EM Ê WEŞANA XWE BI DOMÎNIN’

Bulut anî ziman ku ti çapxaneyên li Enqere, Stenbol û Edeneyê ji ber tirsa hikûmetê nexwestin Welat çap bikin û ev tişt got: “ Piştî biryara çapxaneyê em bi gelek çapxaneyên herêmî û ji derveyî bajar re jî ketin têkiliyê gotin, ji ber hin pirsgirêkên em nikarin binîn ziman em nikarin Rojnameya Welat çap bikin. Em ê weke Rojnameya Welat li berî zextan bêdeng neminin û em ê weşana xwe li ser malperê bidomînin. Hejmara me ya 217 jî weke rûpela 4A me derxit û em ê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li xwendevanên xwe belav bikin.”