Ji zexta xiyanet û qirkirinê ber bi paytexta DAIŞ'ê ve -2

Êzidiyan, bûyerên ku li Şengalê bi serê wan ve hatin, bi gotina "Me xiyanet bi çavên xwe dît" pênase kirin. Dema ku ji ber fermanê reviyan û berê xwe dan çiyê li 12 siwariyên Derwêşê Evdî rast hatin.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê şeva 3'ê Tebaxê berê xwe dan Şengalê, ku ji ber koçberiyê nifûsa wê gihîştibû 500 hezarî, Êzidiyan bi çavên xwe dîtin ku pêşmergeyên PDK'ê û hêzên Iraqê ew terikandin û reviyan. Pêşmergeyên PDK'ê û hêzên çekdar ên Iraqê dema ku bi çekên xwe reviyan, Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin. Çeteyên DAIŞ'ê jî tevî hin çeteyên xwecihî yên li başûrê Şengalê ewilî êrîşî gundê Gir Zerik kirin, piştre jî berê xwe dan gundên Siba Şêx Xidir, Rambosî, Til Qeseb, Koço û Til Benadê.

GEL BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Êzidiyên ku bi tena serê xwe hatin hiştin, bi çend çekên ferdî yên ji PDK'ê veşartibûn li ber xwe dan. Lê belê berxwedana li ber tank, top û çekên giran ên çeteyan ku ji Mûsilê anî bûn, zehmet bû. Reva pêşmergeyên PDK'ê bû sedem ku gelê Şengalê bê hêvî bibe û ji ber vê yekê gel berê xwe da çiyê. Bi sed hezaran Êzidiyên ji her emrî, bi trajediyeke mezin qiyame dibûn û berê xwe dabûn çiyê. Pêşmergeyên PDK'ê jî, ji korîdora ku YPG'ê vekiribû derbasî Rojava bûn û ji wir jî reviyan Başûrê Kurdistanê.

'ME XIYANET BI ÇAVÊN XWE DÎT'

Ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Tîrêj Şengalî ew kêlî ji ANF'ê re nirxand û got, "Dema ku DAIŞ'ê Mûsil bi dest xist, 11-12 hezar hêza çekdarî ya li vê derê ji me re digotin, 'Şengal namûsa me ye, em ê biparêzin'. Lê belê li soza xwe xwedî derneketin. Em di nava komkujiyê de hiştin. Me bi çavên xwe dît, ku bi çi rengî jin û zarok hiştin û reviyan. Xiyanet li vî gelî kirin. Me xiyanet bi çavên xwe dît."

'TEVAHIYA ŞEVÊ STÊRK DIÇERIXÎN'

Ji şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Helabî, bûyerên roja 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê qewimîn weke Roja Reş bi nav kir û got, "Em çiqasî baxivin jî nikarin bi temamî qala bûyerên wê rojê qewimîn bikin. Rojeke reş bû. Cîhanê tev dît, bê çi bi serê Êzidiyan hat. Her tişt li pêş çavên cîhanê qewimî. Yên ketin destê DAIŞ'ê ji xwe ketin dest. Ya hatin kuştin, ya jî êsîr hatin girtin. Lê belê gelekî ji mirovên berê xwe dan çiyê, ya ji tî û birçîna mirin, ya jî hinek ji zinêr wer bûn. Hin mirov jî ji bo bi destê çeteyan ve nekevin, xwe ji zinêr avêtin. Tevî van hemû bûyeran jî wê şevê Şengal ronî bû. Şeveke ronî bû. Di her kêliyê de stêrk diçerixîn. Bi rengekî ne normal stêrk diçerixîn. Wateya vê hebû..."

RONAHIYA HÊVIYÊ YA LI ÇIYÊ

Çeteyên DAIŞ'ê di nava 24 saaetan de bi hezaran Êzidî kuştin û bi deh hezaran êsîr girtin. Êzidiyên berê xwe dan Çiyayê Şengalê li çiyê ronahiyeke hêviyê dîtin. Êzidiyên ku berê jî bi dehan caran ferman li wan rabûn, dîtin ku komeke biçûk a gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Şengalê, her du rê kontrol kirine û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandine. Gerîlayên HPG'ê, bi çekên ferdî û doçkayeke ku pêşmergeyên PDK'ê gava reviyan li pey xwe hiştin, her du rêyên ber bi çiyê ve kontrol kirin. Ji hevpeyvîna rojnamevan Hayrî Kiziler ku wê çaxê bi fermanê re wî jî berê xwe da bû çiyê, em hîn bûn bê gerîlayên HPG'ê bi wan çekên ferdî çi kirin.

Û HÊVÎ MEZIN DIBE

Kiziler di hevpeyvîna xwe de wiha digot: "Mirov gihîştibûn çiyê, HPG'ê rê kontrol kiribû. Vê yekê kêm jî be dilê mirovan rehet kir. Piştre hêzeke mezin a YPG'ê sîng bi sîng şer kir û xwe gihand Çiyayê Şengalê. Piştî rojekê, li dû daxuyaniya Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tabûrek ji hêza HPG'ê gav bi gav şer kir û xwe gihand çiyê. Roja 5'ê Tebaxê hêzên milîsên herêmî bi rêxistin bûn, bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê. Çeper hatin danîn, di roja pêncemîn de çiya bi temamî hate ewlekekirin. Hêza HPG'ê ya ji 7 kesî, di demeke kin de veguherî hêzeke ji 2 hezar kesî. Gel dema ku ev dît, piştrast bû. Bi hatina YPG û HPG'ê re hêviyeke mezin bi wan re peyda bû."

'KORÎDORA MIROVAHIYÊ' YA YPG/YPJ'Ê

Piştî ku agahî li ser komkujiyê hat, li aliyê Rojava liv û tevgereke gelekî mezin dest pê kir. Hêzên YPG/YPJ'ê, ku li aliyê Hesekê li dijî DAIŞ'ê û dûvikê wan operasyoneke mezin dimeşandin, ev pêngava xwe nîvco hiştin û di ser xeta Til Koçber-Rebîa-Cezaa re ji bo xwe bigihînin Şengalê ketin nava liv û tevgerê. Şervanên YPG/YPJ'ê li xeta bi sedan kîlometreyî kêlî bi kêlî şer kirin, bi dehan şehîd dan û roja 8'ê Tebaxê xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Şervanên YPG/YPJ'ê yên xwe gihandin çiyê, bi sed hezaran Êzidî bi rêya wesayitên gelê Rojava yên seferber bû bû, di korîdorê re derbasî Rojava kirin. Raya giştî ya cîhanê, ku heta wê rojê li pêşberî bûyerên bi serê civaka Êzidî ve hatin bêdeng bû, ev korîdora hate vekirin weke "korîdora mirovahiyê" bi nav kir.

'ME NEZANÎBÛ EM Ê ÇI BIKIN'

Ji fermandarên YBŞ'ê Tîrêj Şengal, ku wê demê ji "korîdora mirovahiyê" derbasî Rojava bû û piştre ji nû ve li Çiyayê Şengalê vegeriya, rewşa xwe ya derûnî ya wê demê û tiştên dîtî bi van gotinan anî ziman: "Bi rastî jî me nizanîbûn em ê çi bikin. Me zanîbûn, hin ji HPG'yiyên li çiyê berê hatibûn bajêr û xwestibûn gel bi rêxistin bikin. Her wiha hinek ji wan jî hatibûn binçavkirin... Wê wextê dema em derbasî Rojava bûn, gelekan ji me xwestin vegerin Çiyayê Şengalê û tiştekî bikin."

12 SIWARIYÊN DERWÊŞÊ EVDÎ

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, di hevpeyvîneke xwe ya Mijdara 2014'an de gotibû, ku li ser bingeha hişyariyên Ocalan wan xwestine hêzên xwe bişînin Şengal, Mexmûr û Kerkûkê û bi vê armancê têkilî bi PDK û Yekitî Niştmanî Kurdistan (YNK) re daniye. Karayilan bi vî rengî qala dîplomasiya wê çaxê kir: "PDK'ê ragihand ku 'her tişt di kontrola wan de ye, hêzên pêşmergeyan têrê dike û pêwîstî bi gerîlayan nîne'. YNK'ê jî tiştên bi heman rengî got; lê belê eger eger pêwîstî pê hebe ew ê agahiyê bidin wan. Bêguman em PKK, her tim tedbîrên xwe bi xwe digirin. Li ser vê bingehê me dest bi hin amadekariyan kirin. Me 12 hevalên xwe ji bo Şengalê amade kirin. Dem ku bi 12 hevalan re axivîm, min ew şiband 12 siwariyên Derwêşê Evdî, ku destaneke navdar a Kurd e. Û min ji wan re got, ku ew ê jî Şengalê biparêzin. Me ew heval bi rêyên veşartî şand Şengalê. Dema ku pêşmerge bi vê hesiyan, 3 hevalên ji wê komê binçav kirin û girtin. 9 hevalên mayî jî keşf kirin û bi cih bûn. Roja 3'ê Tebaxê saet di 09:00 de agahiya karesatê gihîşt me û me bihîst ku pêşmerge rojek berê vekişiyane. Piştî 8 salan, cara yekemîn ez bi rêya telefonê bi hevalên li Şengalê re axivîm û hema di cih de, saet 11:00 de me tabûrên destwerdanê şandin Şengalê."

'LI HER GELÎ Û NEWALÊ CENAZEYÊN MIROVÊN ME HEBÛN'

Ji vir û pê ve em axaftinê ji şervanê HPG'ê Êrîş Hewreman re dihêlin, ku yek ji gerîlayên di nava "tabûrên destwerdanê" de cih digirt: "Bi rûdana fermana Şengalê re, ji bo rizgarkirina gelê me yê li vê derê em hatin wezîfedarkirin. Piştî ku em ji Qendîlê bi rê ketin, em derbasî Rojava bûn û ji wir jî ji korîdora YPG'ê vekirî em gihîştin Şengalê. Dema ku ji korîdorê em derbas dibin, di rê de em gelek mirovên xwe yên ji tîna miribûn, zarok û extiyarên ji hal ketî dîtin. Mirov hewcadarî dilopek avê bûn. Li her gelî û newalê cenazeyên mirovên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn kuştin, yan jî ji tîna miribûn hebûn. Ji trajediya bi serê civaka me ya Êzidî hat wêdetir, wê xiyaneta PDK'ê ku xwe weke partiya Kurd dibîne, em gelekî aciz dikir."

ÊZIDÎ LI ÇAR ALIYAN BELAV BÛN

Beşeke mezin a Êzidiyên ji komkujiyê rizgar bûn û xwe gihandin Çiyayê Şengalê, derbasî Rojava bûn. Beşek jê çû Bakurê Kurdistanê, beşekê jî berê xwe da bajarên Başûrê Kurdistanê. Beşek ji Êzidiyên gihîştin Rojava, li Kampa Newrozê ya li Dêrikê bi cih bûn. Kurdên Êzidî yên ji sînor derbas bûn û xwe gihandin bajarên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Amed ên Bakurê Kurdistanê li kampan hatin bicihkirin. Piştre hinekan ji wan, tevî hemû bangên saziyên Êzidiyan û gelê Kurd, berê xwe dan welatên Ewropayê.
 
'ÊZIDIYAN PKK NAS KIRIN'

Em careke din guh didin gerîlayê HPG'ê Êrîş Hewreman, bê wê demê çi hate kirin û berxwedaneke çawa hate nîşandan: "Dema ku şervan gihîştin herêmê û ciwanên Êzidî dest bi rêxistinbûna xwe kirin, moral di nava gel de afirî. Tevî ku korîdora navbera Rojava û Şengalê piştre dîsa hate girtin jî, moral bilind bû. Di navbera gel û şervanan de yekîtiyek ava bû bû. Gel di destpêkê de PKK nas nedikir. Lê belê êdî PKK nas dikir. Êdî ji pozîsyona parastinê derketibû û derb li dijmin dida. 11 mehan li qadeke teng têkoşîn hate dayin. Ev yek berxwedaneke bêhempa bû. Civaka Êzidî lehengên weke Pîrdogan, Canfeda û Berxwedan dît û nas kir."

JI BO OPERASYONÊ FERMANDARIYA HEVPAR

Li Şengalê, ji aliyekî ve têkoşîn li hemberî çeteyan dihate kirin, li aliyê din jî PDK ji bo pêşî li rizgarkirina Şengalê bigire diket nava hewldanan. 29'ê Cotmeha 2015'an, YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û îlan kirin, ku ji bo rizgarkirina Şengalê wan fermandariyeke hevpar a bi navê "Fermandariya Êzîdxanê ji bo rizgariya Şengalê" ava kirine. 

KOORDÎNASYONA YPG/YPJ Û GERÎLA

Li aliyê Rojava yê sînor, hêzên YPG/YPJ'ê herêmên Hol û Xatûniyê rizgar kirin û bi vî rengî tevkariyeke mezin dida operasyonên rizgarkirina Şengalê. Li aliyê Şengalê yê sînor jî, gerîlayên HPG û YJA Starê li Çiyayê Kolik û Geliyê Şîlo bi pêş ve çûn û bi vî rengî gelek gundên Êzidiyan rizgar kirin.

ÊZÎDXAN HATE RIZGARKIRIN

Fermandariya hevpar a 29'ê Cotmehê hate damezrandin, roja 12'ê Mijdara 2015'an mizgîngiya destpêkirina "Operasyona rizgarkirina Şengalê" da hemû Kurdên Êzidî û Kurdistanê. Piştî ku operasyonê dest pê kir, PDK ji bo 'îtîbar'a xwe ya 3'ê Tebaxê li Şengalê li naverastê hişt rizgar bike, ji aliyê rojhilat ê bajêr ve kete nava liv û tevgerê. Welatiyên Êzidî yên li Çiyayê Şengalê jî di bin sîwana "xweparastinê" de rahiştin çekê û cihê xwe di nava operasyonê de girtin. Di roja duyemîn a operasyonê de hêzên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG-YJA Starê, navenda bajêr ji çeteyan paqij kirin. Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê daxuyanî dan û gotin, "Em Şengal a azad diyarî gelê xwe dikin."

BARZANÎ HEWL DA ÎNKAR BIKE

Şengal li pêş çavên tevahiya cîhanê ji çeteyan hate paqijkirin. Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ku piştî rojekê ket Şengalê, civîneke çapemeniyê lidar xist û hewl da rastiya ku li pêş çavên tevahiya cîhanê qewimî, înkar bike. Îdîa kir ku bajar ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye girtin. Hêzên YBŞ/YJŞ û gerîlayên HPG û YJA Starê, piştî rizgarkirina navenda bajêr, di cih de dest bi rizgarkirina gundên li başûrê Şengalê kirin. Lê belê pêşmergeyên PDK'ê li beşeke navenda bajarê Şengalê melisîn û nema xwe livandin.

SIBE: Sazîbûna leşkerî, siyasî û civakî ya li Şengalê, berxwedana mezin; rizgarkirina Şengalê, komployên PDK'ê, êrîşên PDK û AKP'ê û rêwîtiya tolhildanê.

Lînka beşa yekemîn: https://anfkurdi.com/kurdistan/ji-zordariya-xiyanet-u-qirkirine-ber-bi-paytexta-daiS-e-ve-1-83961