Ji YPS’ê têkildarî çalakiyên Amedê daxuyanî
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî encamên çalakiyên ku li Amedê lidar xistine daxuyaniyek da.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, têkildarî encamên çalakiyên ku li Amedê lidar xistine daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya YPS’ê de ev agahî hatin parvekirin.
“Di pêvajoya bihûrî de rêze çalakiyê Hêzê YPS’ê yê ku li Amedê lidar xistin bi raya giştî re parvedikin. Ji ber şert û mercên şer agahî direng dikevin destê em, agahiyên van çalakiya weke her carê ji aliyê çapemeniya şerê taybet ê Tirk ve ji raya giştî windahî hatine veşartin. Yekîneyên YPS’ê yên ku çalakî lidar xistin bi awayekî sax û silametî gihiştine cihên xwe.
24’ê Çileyê li Rezanê li derdora Semta Ozlem 2000, hêzên me yên YPS’ê wesayîta bi tîpa Doblo ya aîdî polîsan bi çeka ferdî lêxistine. Di vê çalakiyê de polîsek birîndar bûye, polîsê birîndar bi alîkariya wesayîtên zirxî yên hatin cihê bûyerê ji herêmê bi ambûlansê rakirine nexweşaneyê.
4’ê Sibatê li Semta Şehîdgehê hêzên YPS’ê 2 kesên ku madeyên hişber û kesekî fûhûşê dikirin ceza kiriye. Ev her 3 kes jî birîndar bûne.
15’ê Sibatê li Taxa 5’ê Nîsan a Rezanê, wesayîtekî polîsan a ku ewlekariya TEDAŞ’ê dikir, ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê ve hate hedefkirin û lêxistin. Li vir kûştî û birîndarên çeteyên AKP’ê çêbûnê, lê têkildarî jimarê agahiyên zelal bi dest nehatiye xistin.
27’ê Sibatê hêzên me yên YPS’ê li derdorî gundê Kabe yê girêdayî navenda Amedê li dijî tirena ku ji bo 8. Baregeha hewayî ya jetê benzîn dibir çalakiyekî ya sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 12 vagonên ku benzîn li nav bûn ji ser rayderketin û qûlipîn.
Yekîneyên me yên YPS’ê li ser rêya Bismil-Amedê li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Têkildarî vê çalakiyê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin."