Ji YJA Starê peyama sersaxiyê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyamek weşand û sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dersimê û gelê Kurd ê welatparêz re xwest.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyamek weşand û sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dersimê û gelê Kurd ê welatparêz re xwest.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyama sersaxiyê weşand.
Fermandariyê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş destpêkê sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dersimê û gelê Kurd ê welatparêz re xwest û ev peyam da:
"Hevrêya me Bêrîtan li bihuşta Kurdistanê li qadeke sembola berxwedana rûmetê li Dersimê ji dayik bû. Bi qasî Dersimê serbilind û esîl, bi qasî Dersimê bedew û bi qasî Dersimê li ber teslîmkariyê radibû. Bi vê sekn û têkoşîna xwe bû sembola azadiyê ya jinên Kurd. Fermandar Bêrîtan destpêkê bû seknek, piştre bû ruhek, piştre bû xetek û veguherî artêşa jinê, bi vî rengî bû trisa dilê dewleta mêtinger û aqlê serdest ê mêr. Ev sekna Bêrîtan a li dijî xiyanetê, îro li Heftanînê bû Rustem û Esmer, li Zendûrayê bû Rêber, li Mamreşo bû Serhat, Sarya û Rûken, li Dersimê bû Yilmaz û Zîn. Jin û mêr ên ji bo azadiya gel û welatê xwe Kurdistanê sond xwarine, vî ruhê Bêrîtan li her derê digihîne serketinê.
Rastiya malbata welatparêz a ku ewladeke wiha hêja diyarî jin, gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, kir ku bi ruhê raperînê yê Dersimê, bi nirxên gel û welatê xwe mezin bibe, ji bo me hêja ye. Beriya her tiştî, weke jin û gelê Kurdistanê em minetdarê we ne ku we rastiyeke pîrûpak a mîna Bêrîtan dane dîroka me. Ji ber vê yekê wefata apê Mûstafa Necatî Karataş bi qasî we, em êşandiye. Em soz didin ku em ê ji her demê bêhtir xwedî li ruh û xeta azadiyê ya hevrêya xwe Bêrîtan derkevin û bibin hêjayî ked û heqîqeta Bêrîtan."
Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Karataş re careke din sersaxî hate xwestin.