Ji Xakûrkê heta Agiriyê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên yekîneyên gerîla yên li gelek herêman li dijî hêzên Tirk ên dagirker de herî kêm 8 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Avaşîn, Xakûrkê, Colemêrg û Agiriyê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Avaşînê rêzeçalakiyên sabotajê hatine kirin, li Xakûrkê bi giranî li çeperên dijmin hate xistin, li Bazîdê li nizamiyeya qereqolê hate xistin û li Geverê jî girek hate hedefkirin û li gir teqînek mezin pêk hatiye.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakiyên hêzên me wiha ne;

LI AVAŞÎNÊ RÊZEÇALAKÎ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 26’ê Hezîranê saet 12:00’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê lêgerîn dikirin, rêzeçalakiyên sabotajê lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeterên Skorysky ji herêmê rakir.

LI AVAŞÎNÊ RÊZEÇALAKÎ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

oja 27’ê Hezîranê saet 09:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Elîşer yê navçeya Gever a Colemêrgê bicihbûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û li gir teqînek mezin çêbû. Di encama teqînê de li gir şewat derket û nêzî nîv saetê dom kir. Di çalakiyê de kuştî û birîndaraên dijmin çêbûn lê hejmar nehate tespîtkirin.

LI XAKÛRKÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê saet 19:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi giranî li çeperên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopertên Skorsky ji herêmê rakir û biserûber bi topên hawan û obusan herêm bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li daristanê şewat derket.

LI BAZIDÊ LI NÎZAMIYEYÊ HATE XISTIN: 3 LEŞKER MIRIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê didome de, roja 26’ê Hezîranê saet 04:00’an nizamiya qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazid a Agiriyê kirin hedef. Bi serketî li leşkerên li nizamiya qereqolê hat xistin, 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

LI DIJÎ HERÊMÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 28’ê Hezîranê navbera saet 07:00 û 07:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Xinêrê ya herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyekî hêzên me çênebûn.

Roja 27’ê Hezîranê saet navbera 18:30 û 19:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li çiyayê Kortek yê herêma Qendîlê li du wesayîtên sivîlan xistin. Di vê bombeberanê de Abdullah Ali Mine û keça wî Kurdistan Abdullah û kurê wî  Heryad Abdullah jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Ev demeke artêşa TC’ê ya dagirker li Başûrê Kurdistanê li dijî sivîlan êrîşên bi hovane û elçaxî pêk tÎne. Dewleta Tirk a qirker ku hedefa wê dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê ye li dijî gelê me û nirxên me bi elçaxî êrîş dike. Dewleta Tirk a dagirker bi hewldanên dagirkeriyê re bi teknolojiya şer a herî dawî re bi zanebûn herêm^ne welatiyên sivîl dike hedef û bi awayekî plankirî sivîlan qetil dike.

Artêşa TC a dagirker demeke li Başûrê Kurdistanê bi rengekî hovane û namerdî êrîşî sivîlan dike. Dewleta Tirk a komkujer ku dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike bi rengekî namerdî êrîşî gelê me û nirxên gelê me dike. Dewleta Tirk a dagirker tevî hewldanên xwe yên dagirkeriyê bi teknolojiya herî pêşketî ya şer li herêmên sivîlan dide, bi rengekî plankirî sivîlan dikuje.

Gelek komkujiyên bi vî rengî beriya niha rû dan. Herî dawî 26'ê Hezîranê li gundê Goşîne yê herêma Xakurkê bombe li du wesayitên sivîl hatin barandin û sivîlek hate kuştin 3 sivîl jî birîndar bûn. Li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê jî êrîşî malbatên çûn nava zeviyên xwe kirin û komkujiyeke nû kirin.  Zîhniyeta faşîst a ku 21'ê Tebaxa 2011'an li heman deverê malbateke ji heft kesan bi rengekî xwînxwarî qetil kir, li Kortekê careke din li malbatan da ku zarok jî di nav de bûn û 3 sivîl qetil kir. Mirovên hatin qetilkirin mirovên me ne ku bi salan e li vê xakê ne û ji bo jiyana xwe bidomînin zeviyên xwe diçandin. Bi van êrîşan re tê dîtin ku dewleta TC a faşîst li kîjan parçeyî dibe bila bibe gelê Kurdistanê weke dijminê xwe dibîne û di vê çarçoveyê de polîtîkaya çavtirsandin, tepisandin û tinekirinê dimeşîne. Ev zîhniyeta ku ji bilî mirinê tiştekî ji Kurdan re rewa nabîne, ji bo van komkujiyên li dijî gelê me Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hincet nîşan dide û hewl dide bi vî rengî komkujiyê rewa bike. Li dever û herêma ku komkujî lê hate kirin liv û tevgereke gerîlayên me nîne. Dewleta TC a dagirker ku her carê pesnê balafirên bê mirov ên keşfê dide, wan malbatên diçûn zeviyên xwe dişopand û tevî ku zanîbû sivîl in bi zanebûn komkujî pêk anî. Yên ku komkujiya li vê herêmê weke encama şerê navbera PKK û artêşa Tirk pênase dikin, di nava şaşitiyeke mezin de ne û rê li ber komkujiyan vedikin. Zîhniyeta ku li dijî komkujiyên dewleta TC a faşîst dernakeve hevparê vî sûcî ye.

Di nava çar salên dawî de bi dehan mirovên me ji aliyê artêşa TC a dagirker ve hatin qetilkirin, wezîfeya bingehîn a hemû welatparêzan e ku tola vê hilînin. Divê were zanîn, bi navê Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê em ê xwîna mirovên me yên hatine qetilkirin li erdê nehêlin û hesabê vê komkujiyê bi rengê herî giran bipirsin.

SERSAXÎ

Em sersaxiyê ji malbatên Abdullah Ali Mine, keça wî Kurdistan Abdullah û kurê wî Heryad Abdullah re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em soz didin ku ji bo bîranîna şehîdan em ê têkoşînê bi ser bixînin û hesab ji kujeran bipirsin."