Ji Wanê bang: Em xwedî li greva birçîbûnê derkevin

Desteka ji bo girêva birçîbûnê mezin dibe. Li Wanê malbatên girtian û rêxistina DBP’ê ya Bajêr bang kir ku bi giyanê 2012’an em li girêvar birçîbûnê xwedî derbikevin.

Li Bînahiya DBP’ê ya Bajêr a Wanê ji bo girêva birçîbûnê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Alîkarê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ergîn bi bîr xist ku bi mebesta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî rabe 15’ê Adarê girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pêk iriye û û got ev girêv li Şakran ev 42, li Edîrne 31, li Sîncanê 32, li Wanê jî 22 roj in berdewam dikin û hatiye rewşeke krîtîk.

Ergîn diyar kir hem li hundir û hem li derve li Kurdan zext zêde bûye, û daxwaza çalekgerên girêvê ew e ku komkujiyên li ser sivîlan raweste, qedexe û dorpêç rabe.

 ‘DIVÊ HEMÛ KURD BIHISTYAR BIN Û PÊŞENGTIYÊ BIKIN’

Ergîn diyar kir ku li Tirkiyê mirov li kuçeyan bi rengekî tazî têne kuştin li ber çavê dinyayê û wiha dom kir:

‘’Û divê em ên ku ne li ber çavê mirovan dibin bifikirin. Li dijî komkujiya li kuçeyan a li ber çavê dinyayê, girêva birçîbûnê ya li zindanan çalakiya radestnebûna li vê hişmendiyê, ferzkirinê û nêzîkatiya komkujiyê ye. Daxwazên çalakgeran dikarin werin pêkanîn. Niha têkildarî pêvajoyê nahêlin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xew re hev bibîne. Bi BHQ’an mafê girtiyan yên ku bi berdêlan bi dest ve anîbûn ji dest wan tê girtin. Her wiha dema ku malbat diçine hevdîtina wan rûmta wan dişkînin. Ev hemû di nav konseptekê de têne kirin. Girtî di serî de malbata bang li hemû gel dikin ku bihistyar bin, pêşengtiya pêvajoyê bikin û bi hev re vê pêvajoyê bikînin.’’

Ergîn bang kir ku gel bi giyanê 2012’an li girêva birçîbûnê xwedî derbikeve û got: ‘’Daxwazên wan daxwazên me ne jî’’