Ji şaredariya gel ber bi wesayeta leşkerî ve: Şaredariya Xelfetî

Beriya bi hefteyekê qeyûm anîbûn ser Şaredariya Xelfetî ya DBP'ê. Piştî girtina hevşaredaran, hefteya bihurî şaredarî ji hêla qeymeqam ve hate dagirkirin û bi rêbazên rayeya leşkerî ve tê birêvebirin

Li dijî gelê Kurd û destketiyên Kurd êrîşa rejîma AKP/Qesrê, konsepta desteserkirinê û dagirkirinê bi lez û bez berdewam dike. Çeteyên AKP/Qesrê ji 50’hî zêdetir şaredariyên DBP’ê desteser kirin, dîsa di nav vê çarçoweyê de 70 hevşaredar girtin. Her wiha bi dehan endamên meclîsê, alîkarê hevşaredaran hatin binçavkirin, sedan amirê şaredariyê di girtîgehê de rehîn têne girtin. Li şaredariyên ku hatine desteserkirin, ji hêlekê ve li baxçe û derdora şaredariyan TOMA têne bicihkirin, şaredarî ji hêla tîmên taybet, polîsên qeweta çewîk û sivîl ve hatine dagirkirin. Ev dîmenên ku dema darbeyan te xuya dikin, darbeya AKP/Qesrê nîşan didin.

LI GEL AMBARGOYÊ JÎ XIZMET KIRIN

Yek ji şaredariya ku hatî desteserkirin Şaredariya XelfetÎ ye. Beriya bi hilbijartinên xwecih ya 30’ê Adara 2014’an werin kirin bi 6 mehan Şaredarê CHP’ê Mahmût Ozdemîr derbasî DBP’ê bû, di pey re di hilbijartinê de sedî 58.4 deng standin. Xelfetî ku ji 1923’yan ve statûya wê ya şaredariyê hebû, bi hilbijartina 2014’an re xizmetên nû ji gel re kir.

Piştî ku bi yasaya Şaredariya Mezin, Riha bû xwedî statûya şaredariya bajarê mezin, li gel ku dest li ser sedî 40 dayina şaredariyên navçeyan danî jî, li gel amborgaya li ser şaredariya Xelfetî ya DBP’yî jî, bi derfetên xwe yên kêm zixmet kir, li gel ku ne di qada xizmetê de jî bû xizmet bire gundan.

Şaredariya Xelfetî li gundan malên çandê ava kir ku hem weke malên sersaxiyê jî û wekî dî jî ji bo xebatên çandî têne bikaranîn. Rê bire gundan, li hin taxên navendî ku pêşî bi statûya bajarok bûn, jêravanÎ û joravanî temam kir. Li navenda navçeyê bi Navenda Jin  a Sara ji 7 salî bigirin ta bi 70 salî xizmet da her kesî, piştevaniya kulturî kir.

DESTSERKIRIN Û DAGIRKERÎ

Rejîma AKP’ê pêşî vîna şaredariyê desteser kir û xiste bin îpoteka xwe. 20’ê îlona 2016’an hemû rayeyên şaredariyê hatin desteserkirin û dane qeymeqam. Qîm bi vê jî neanîn, 2’yê Kanûnê bi ser mala Hevşaredar Mustafa Bayran de girtin, piştre bi ser şaredariyê de û Bayram hate binçavkirin. Bayram 13’ê Kanûnê hate girtin. Di pey wê re çeteyên Qesrê, 24’ê Kanûnê şaredarî desteser kirin.

LI ŞAREDARIYA RAYEYA LEŞKERÎ

Piştî desteserkirina şaredariyan şaredarî bi rayeya leşkerî tê birêvebirin. Kulîlkên li şaredariyê hemû hatin rakirin, qufleyên hemû deriyên yekîne û odeyên şaredariyê hatin guhartin, li têketê cîhaza X-Ray hate danîn. Sibeh, nîvro û êvarî deriyên xebatkaran ji hêla polîs ve têne vekirin, her dema ku derdikevin polîs digirin. Di pey re yek bi yek qeydên hemû personelan hatin wergirtin.

Personel saet 08.00’an îmze davêjin û dikevin şaredariyê, personel tenê di navbera nîvro de dikare derkeve, êvarî piştî qedandina mesaîyan dikare ji odeya xwe derkeve. Midûrê karê nivîsê yê qeyûm tim xebatkaran kontrol dike. Şaredarî weke girtîgeheke vekirî tê birêvebirin, mirov dikare bibêje ku bi qanûnên leşkerî tê birêvebirin.

GEL JI BO KARÊ RESMÎ JÎ NAÇE ŞAREDARIYÊ

Beriya qeyûmê gel tim ji bo ziyaretê diçû şaredariyê, niha ji bo karê resmî jî naçe. Quwetên çewîk, polîs, TOMA, wesayitên zirxî, tîmên taybet dibe sedem ku gel neçe şaredariyê. Li xebatkaran ferz dikin ku divê tim deriyê wan vekirî be, polîs li ber deriyê wan diçin û tên. Bi vî awayî xebatkar têne bêkêrkirin, polîs li gor kêfxwe zextê li xebatkaran dikin û gefan li wan dixwin.

TALÎMATA ‘RAPORÊ NEDIN’ DAN NEXWEŞXANEYÊ

Tê gotin, ku xebatkarên şaredariyê nexweş jî bin. Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetî li gor vê talîmatê diçe. Têkildarî rapora ji bo xebatkarên şaredariyê yên ku diçine nexweşxaneyê, serekhekim ji personelên xwe re gotiye, "raporê nedin yek xebatkarê ku ji şaredariya Xelfetiyê hatiye."