'Hêza me ya leşkerî heye; YBŞ besî me ye'

Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo li ser zêdekirina leşkerên artêşa Iraqê ya li Şengalê helwest nîşan da û got, "Hêzeke me ya leşkerî heye. Em ne hewce ne hêzeke artêşa Iraqê li derdorê me bê bicîhkirin. Me şer jî, şehadet jî daye ber çavan."

Di rojên derbasbûyî de bi çarçoveya plansaziyeke yeknavendî, bi hinceta pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê  ku ji milê Hewler-Bexda ve hatiye îmze kirin zext, gef û dorpêçkirina li ser Şengalê berdewam dike. Herî dawî beriya çend rojan hikûmeta Kazimî bi fermanekê bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê di nav kolan û gundên Şengalê de hatin bicih kirin.

Li ser van bûyeran nerazîbûna serokeşîrên li Şengalê jî zêde dibe. Serokeşîrê Feqîran Nayîf Şemo Xwedêda Hemo ji ajansa me ANF'ê re axivî û bal kişand ser taloke û gefên li ser civaka Êzidî. 

Nayîf Şemo di demên dawî de anîna hêjmarek pir zêde yên artêşa Iraqê ya li nav Şengalê rexne kir û xwest hêzên artêşê derkevin derveyî gund û bajaran û wiha pê de çû: “Hêzeke me ya leşkerî heye. Em ne muhtac in hêzekî artêşa Iraqê li derdorê me bê bicihirin. Nîvê artêşa Iraqê anîne Şengalê. Em pê ne razî ne. Hêza me ya YBŞ'ê heye. Em jê razî ne. Tenzîq jî heye.”

'HIKÛMETA IRAQÊ ŞÎRIKÊ DEWLETA TIRK E'

Ji bo mijarên wek sedema êrişan bi hincetên hebûna PKK'ê di nav Şengalê de jî Nayîf Şemo wiha got: “Qesta Tirkiyê ya ku dibêje PKK ye,  şervanên me bi xwe ne. Dibêjin hevalên PKK'ê ne. Hêzekî Êzidiyan e. ew jî bi Bexdayê re girêdayî ye. Em hikûmeta Iraqê gunehbar dikin û şirîk dibînin, wek şirîkê Erdogan. Em dipirsin, ka şerefa Iraqê, ka kerameta Iraqê. Serokwezîrê Iraqê tê Şengalê, heman roj li me didin û ciwanên me şehîd dixin. Seîd Hesen û hevalên wî şehîd dixin. Nerazîbûnek ji serokwezîr derneket. Pêwîst bû nerazîbûn dabana, dewleta Tirk hişyar kirîbana. Hûkemeta me ye, em welatiyê Iraqê ne, ew jî serokkomarê Iraqê ye. Em ji wî vê dixwazin bike. Lê me tiştek nedît kirîbe.”

Nayîf Şemo bal kişande ser propagandaya reşkirin û çewisandina civaka Êzidî li ser medya dijîtal û xwest civaka Êzidî li hemberî van lîstikan bi hişyar û zanyar tevbigere û nekeve xefikên xapandinê yên bi armanca vîna civakê bê şikandin têne meşandin. Şemo got, “xelkê me ne xelkê berê ye ku 2014’an hate xapandin. Êzidî ne civaka berê razayî û rû bi rû hemû cûre zilmê hatîne.” 

'ME ŞER JÎ Û ŞEHÎDBÛN JÎ DAYE BER ÇAVAN'

Şemo her wiha bal kişand ser helwesta ji bo parastina Şengalê hatine dayîn û got, “Tu li çiyayê Şengalê bigerî 3-4 cihên şehîd veşartî hebûn. Niha bigerî her gavekê de şehîdek me çêbûye, yan dewleta Tirk şehîd xistiye, yan DAÎŞ. Ti ferq di navbera wan şehîdan de nîne.”

Serokeşîr Nayîf Şemo yê Tilizêr dimîne bal kişand ser gef û talokeya ji milê çeteyên DAÎŞ'ê ve li ser civaka Şengalê û wiha axivî: “Êzidî şerker in. Weke rahmetî Zerdeşt jî gotî, Êzidî natirsin.  Êzidî xwedî îrade ne, xwedîî man in, îro xwedî qenaat in. Dema em Êzidî hatin Şengalê me ev tişt hemû dan ber çavên xwe. Hatina DAÎŞ, hatina dijminan, li me bidin, şerê Şengalê bikin dihat zanin. Me hemû daye ber çavan.”

Şemo anî ser ziman ku gef û metirsiyek zêde tê ser ziman ku yê DAÎŞ dîsa êrişê bîne ser Şengalê û got, “Xelkê me dizane. DAÎŞ xilas nebûye. DAÎŞ nêzîk e jî. Çawa firsetek bibîne yê DAÎŞ bixwaze li me bide. Em dixwazin jî werin da ku em heyfa keç û jinên Êzidî ji wan rakin, da ku em heyfa Êzidiyan ji wan bigrin. Em wisa li mijarê dinêrin. Em ji DAÎŞ'ê natirsin, çawa hat yê me beramberî xwe bibînin.”

'EM DIVÊ YEKDEST BIN, XWEDÎ TIFAQ BIN'

Nayîf Şemo di berdewamiya nêrînên xwede bang li Êzidiyên li kampan jî kir û xwest hemû vegerin Şengalê û got wek mirov mirov carekê tê dinê, carekê dimire û binê wê xêz kir ku divê mirin hebe jî mirina bi şeref bê hilbijartin. 

Naîf Şemo bang li civaka Êzidî jî kir ku di demek herî nêz de xwe bike xwedî tîfaq û wiha axivî: “Em dixwazin xelkê Şengalê hevdû guhdar ke, hevdû bigre. Heger dijmin hat bila yekdest bin, bi tîfaq bin, li hemberî vî dijminî bila bisekinin, li hemberî dijmin şer bikin.”
Şemo herî dawî bang li civaka Êzidî ku li kampan de dimînin jî kir û xwest nebin parçeyek antîpropaganda û reşkirina medya dijîtal û daxwaz kir ku çavê xwe bu rastiyê vekin, vegerin Şengalê. Şemo wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Divê hemû vegerin Şengalê. Ew der ne welatê we ye. Hûn xerîbi n li wir. Werin ser axa xwe, em bi hevre Şengalê biparêzin, dijî DAÎŞ'ê şer bikin.”