Ji rojnamevan Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, agahî nayê girtin!

25 roj in ji Edîtorê Servîsa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 25 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwarin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya Rojnews de wek edîtor dixebite.

Rojnews’ê ev daxuyanî da: “PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”