Ji nava artêşa Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû

Ciwanê Kurd, dema ku li nava artêşa Tirk ji neçarî leşkerî dikir, nema dikarî xwe li zext û zordariya efserên Tirk rabigire, lewma reviya û tevlî nava refên gerîla bû.

Serhildan Gûevera yê ji Mûşê, dema ku li Semsûrê ji neçarî leşkerî dikir, nema karî xwe li zext û zordariya artêşa Tirk a li leşkerên Kurd dikir rabigire. Gûevera biryar da tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bibe ku berê jî dilê wî pê ve bû. Gerîla Serhildan ji ANF'ê re qala reva xwe ya ji nava artêşa Tirk kir.

JI BER KU KURD IM, HEQARET LI MIN KIRIN

Gerîla Serhildan got, di demekê de ku têkoşîn azadiyê ya gelê Kurd dewam dike, çûyîna leşkerê ji bo dewleta Tirk ji bo Kurdekî ji aliyê wijdanî û exlaqî ve zehmet e û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê min biryara tevlîbûnê da. Niha li nava refên gerîla têdikoşim. Ev yek ji bo min cihê kêfxweşiyê ye."

Gerîla Serhildan diyar kir, dema li Semsûrê ji neçarî leşkerî dikir, efserên Tirk ji ber Kurdbûna wî heqaret û sixêf lê dikirin û got, "Di nava artêşa Tirk de leşkerî bi darê zorê tê kirin. Nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê ku rûmeta mirovan dişikîne tên nîşandan. Ti Kurdek nikare xwe li van heqaretan rabigire."

DIVÊ CIWANÊN KURD JIYANA BÊ RÛMET QEBÛL NEKIN

Gerîla Serhildan destnîşan kir ku dilê wî timî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû û qala reva xwe ya ji nava artêşa Tirk kir: "Ji xwe min timî dixwest bibim gerîla. Piştî ku min kiryarê wan dît, min nema karîbû xwe lê rabigirim. Min reva xwe plan kir û niha li çiyayên Zagrosê gerîla me."

Serhildan Gûevera herî dawî bang li ciwanên Kurd kir ên çûne leşkeriya ji neçarî ya artêşa Tirk û got, "Eger mirovê bijî divê ew jiyan bi rûmet û şeref be. Pêwîste kes jiyaneke bêrûmet qebûl neke. Lewma bang li hemû ciwanên Kurd dikim ên li leşkeriyê ne, ku ji nava leşkeriyê fîrar bikin û tevlî nava refên gerîla bibin."