Ji malbatên Roboskiyê nerazîbûna ji bo ‘Efrînê’

Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da ya ku kesên ku li dijî dagirkeriyê disekinin tên binçavkirin.

Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên Roboskiyê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn di hefteya 317’an de li ser gorên xizmên xwe hatin ba hev.

‘EM NE LI BENDÊ NE KU, HÛN ME FÊM BIKIN’

Hayat Encu ya ku xwişka Nevzat Encuyê ku di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser navê malbatan axivî û got, “Em ne li bendê ne ku, rayedar karibin daxwazên me yên aştiyê û fikarên me yên li ser Efrînê fêm bikin. Vê polîtîkaya xwe bi salan e, ji bo Efrînê jî didomînin. Li vî welatî xwestina aştiyê jî sûc û kesên ji bo Efrînê fikarên xwe tînin ziman jî, tên binçavkirin.”