Ji kolanan heta saziyan êrîşa li ser Kurdî -2

Desthilatdariya AKP û MHP’ê di nîveka pêşîn a salê de gelek zext li ser Kurdî kir. Polîtîkayên înkarê yên desthilatdariyê îsal jî bû sedema cînayetê.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ruhê mêtinger ê gerdîşa dewleta Tirk domand û ew zêdetir kir. Ji aliyekî ve xwest Kurdan bawer bike ku derdê wan ne zimanê zikmakî ye û aliyên nijadperest jî li dijî Kurdî sor kir. Ya rast a duyemîn bû ku ji serê salê heta îro êrîşî Kurdî hate kirin, Kurdî hate astengkirin û tehamula li hemberî wê zêdetir bû.

Di hefteya pêşîn a salê de Wezîrê Edaleta Tirk Abdulhamît Gul tevlî bernameyeke televîzyonê bû û nerazîbûn nîşan da ku parastinên bi Kurdî yên li dadgehan wekî ‘zimanê nenas’ were qeydkirin. Gul gotibû “Ji zimanê ku bi hezaran salan re tê axaftin tu yê çawa bibêjî zimanê nenas’.

Werin em lê binihêrin tu bergîdaniya vê feraseta wan heye yan na.

‘ZIMANÊ NENAS’ AN JÎ ‘ZIMANÊ SÛC’?

Piştî vê daxuyaniya Gul bi du rojan li Wanê îddîanameyek hate amadekirin. Di îddîanameya 15 siyasetmedarên jin de çi hebû? Wêneyekî li pêşiya slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ û zarokek li ber straneke bi Kurdî govendê digire. Ji bo desthilatdariyê Kurdî ‘zimanekî nenas e’ wêdetir dixwaze wekî ‘zimanê sûc’ were qebûlkirin.

HEMÛ ZIMAN HENE, KURDÎ TUNE

Di meha Çileyê de Wezareta Tendirustiyê ya Tirk di bin banê Serokatiya Daîreya Tûrîzma Tendirustiyê ya Gerînendetiya Giştî ya Xizmetên Tendirustiyê de, Yekîneya Alîkariya Nexweşan a Navneteweyî û Navenda Xizmetê ava kir. Hate diyarkirin ku 7/24 wê bi Îngîlîzî, Elmanî, Erebî, Rûsî, Farisî û Fransizî xizmet were dayin. Zimanê bi milyona Kurdan tune hate hesibandin. HDP’ê di 9’ê Çileyê de ev rewş bir meclîsê.

DI CÎNAYETA KURDÎ DE BIRYARA NEŞOPANDINÊ

Li navçeya Karasûyê ya Sakaryayê karkerê demsalî Şîrîn Tosûn di 21’ê Tebaxa 2019’an de ji ber ku silav da wesayîteke ji Amedê bi çekê hate kuştin. Êrîşkaran hewl dabûn hevalê wî Mahsûn Zeren jî bikujin. Lêpirsîn di meha Çileyê de bi dawî bû. Cezayê muebetê li kesekî hate birîn, ji bo 7 kesên ku têkiliya wan bi cînayetê hebû jî biryara ‘neşopandinê’ hate dayin.

LI GIRTÎGEHAN KURDÎ

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Eregliya Konyayê diyar kirin ku li ser nameyên wan ên bi Kurdî lêpirsîn tê kirin, dema ku ew di zimanê xwe yê zikmakî de israr dikin jî cezayê hucreyê didin wan.

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi hinceta ku ‘zimanê wê nehat fêmkirin’, rojnameya Xwebûnê neda girtiyan.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan li Girtîgehên Nimreya 1 û 2 a Xarpêtê di 17’ê Çileyê de hin lêkolîn kir. Di raporê de hate diyarkirin ku ‘Tu pirtûk, name û ferhengên Kurdî’ nadin girtiyan.

Li girtîgehan li ser Kurdî zexteke mezin heye. Girtiyên bi Kurdî diaxivin û nameyên bi Kurdî dinivîsin, cezayê hucreyê li wan tê birîn. Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisoglû di meha Sibatê de pirsnameyek dabû meclîsê û diyar kiribû ku nameyên bi Kurdî bi pereyan li Tirkî tê wergerandin, nameyên bi Kurdî nayên şandin û weşanên bi Kurdî jî nayên teslîmkirin. Farisoglû diyar kiribû ku nameyên bi Kurdî yên ji girtiyan re hatibû şandin jî bi pereyan tê wergerandin.

Girtiyên Nimreya 5’an a Sîlîvriyê di meha Adarê de nameyak ji Ajansa Mezopotamyayê re şandibûn û diyar kiribûn ku rêveberiya girtîgehê gotiye, “Zimanekî bi navê Kurdî tune. Hûn ê hesab bibin hiqûqa Tirkan.”

LI MEKANÊN AKP’YIYAN JÎ QEDEXE YE

Li Cizîrê xwediyê kafeyên mezin beşeke wan a zêde kesên nêzî AKP’ê ne û endamên Egîtîm-Bîrsenê ne. Li van kafeyan muzîkên nijadperest tên lêdan, tê astengkirin ku xebatkar bi Kurdî bi mişteriyan re biaxivin. Xebatkar diyar dikin “Axaftina bi Kurdî qedexe ye, patron destûrê nade.”

LI ŞÎNÊ JÎ TÊ ASTENGKIRIN

Girtiyê siyasî Salîh Altunişik (69) ê ku 28 sal in girtiye,dema tevlî şîna keça xwe Zeynep Altûnişik (34) bû, hate astengkirin ku Altûnişik li şînê bi Kurdî biaxive. Hevjîna wî Selîme Altûnişik got ku, “Destûr nehate dayin ku êşa xwe bijî.”

POLÎS SAZIYÊN KURDÎ TACÎZ DIKE

Saziyên ji bo geşkirina Kurdî jî dibin hedef. Li Cizîra Şirnexê polîs rêveber û xwendekraên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek tacîz dikin. Polîs tên pêşiya avahiya komeleyê, wêneyê rêveber û xwendekaran digire û zextê li wan dike.

DIJMINATIYA KURDÎ YA QEYYÛM

Li Şaredariya Êlihê ya ku hatibû desteserkirin malpera şaredariyê ya bi Kurdî û Tirkî hate bidawîkirin. Li ser malperê vebijêrka ziman a Kurdî hate rakirin û ji dêvila wê bişkokak ‘Maseya spî’ hate bicihkirin. Piştî nerazîbûnan qeyyûm bi paş ve gav avêt.

Qeyyûman piştre êrîşî devokên Kurdî jî kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li dijî koronavîrusê ‘bi navê devoka herêmî’ bi devokeke xerabe bîlboard çêkir. Gel li hemberî van bîlbooardan nerazîbûn nîşan dan.

Qeyyûmê şaredariya Cizîrê ji bo danasîna cihên dîrokî û tûrîstîk tabela çêkir. Gel giş bi Kurdî diaxive lê tabela bi tenê bi Tirkî û Îngîlîzî hatin çêkirin.

Qeyyûmê wanê M. Emîn Bîlmez û qeyyûmên navçeyên levhayên bi Kurdî rakirin. Lewheya ‘Nexweşxane’ hate rakirin û bi tenê ya Tirkî ma.

PEYVA NE XWEŞ ‘JIYAN’!

Mamosteyekî li Wanê di dema şewba koronavîrusê de li ser xeta Tora Perwerdehiyê (EBA) xwest dersan ji xwendekarake bi navê Jiyanê re bişîne. Mamoste got, “Di teksta we de peyvên ne xweş hene ji ber vê jî tu nikarî bişînî.”

MECLÎS Û WEZARETÊ RED KIR

22 parlementerên HDP’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pêşniyaznameya qanûnê da meclîsê. Ji ber ku ev pirsname bi Kurdî bû,nehat qebûlkirin.

Parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî xwesibûn bila 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî têkeve ‘Roj û Hefteyên Diyar’ û li dibistanan were pêkanîn. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk bersiv da vê daxwaznameyê û got, “Ev ne li gorî Destûra Bingehîn û qanûnan e.”

DEST DANÎN SER MASKE Û BERDILKAN

Navenda Giştî ya HDP’ê pankart, dovîz, şepke, maske û berdilk şandibû Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Edîrneyê. Bi hinceta ku li ser van tiştan peyvên bi Kurdî hene, hatin desteserkirin.

BARIŞ ÇAKAN

Bariş Çakan ê 20 salî di 31’ê Gulanê de li Etîmesgûtê ji ber ku muzîka bi Kurdî guhdar kiribû hatibû qetilkirin. Kalikê wî Velî Çokyaman û her du pismanên wî jî diyar kiribûn ku Bariş ji ber muzîka Kurdî hatibû qetilkirin.

LI GORISTANÊ BARBARÎ

Dijminatiya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî Kurdî ne bi tenê ev e. Ev bi tenê yên di çapemeniyê de derketine holê. Leşker û polîsên Tirk êrîşî goristanan dikin û kêlikên bi Kurdî dişkînin.

LI EFRÎNÊ ZIMANÊ DAGIRKERIYÊ YE

Ne bi tenê li Tirkiye û Bakur Kurdistanê li herêmên din ên hatine dagirkirin jî bûn hedef. Li Efrînê hemû tiştên derbarê ziman û çanda Kurdan hatin qedexekirin. Dibistan û zanîngehên bi Kurdî hatin girtin, perwerdehiya bi Kurdî hate qedexekirin. Ruhê mêtinger ê li Bakur li vir jî derket holê, navê bi Kurdî yê gund, tax û kolanan hate guherandin, li navenda bajêr tabela û alayên bi Tirkî hatin daliqandin. Li dibistanan zimanê perwerdehiyê bû Tirkî û Erebî, navê padîşahên Osmanî dan dibistanan.