‘Ji kar dûrxistina şaredaran darbeyek spî ya li dijî demokrasiyê ye'

Çavdêrên siyasî yên Kerkûkê ragihandin ku li şûna ku Erdogan serî rêyên çareseriyên ji bo demokrasi û pirsgirêkên netewan bide, dixwaze gelê Kurd bê hêvî bike û Erdogan weke hemû dîktatorên cîhanê nêzî dawî hatina xwe dibe, ji ber wê êrîşî gelan dike.

Di roja 19’ê Tebaxê de dewleta Tirk bi fermana Wezîryê Tirk Suleyman Soylû, Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar dûrxistin û li şûna wan qeyûm bi cih kirin, ev jî rastî nerazîbûnên çîn û pêkhateyên nava welat û dervey welat hat. Têkildarî mijarê çavdêrên siyasî yên bajarê Kerkûkê jî nêrînên xwe ji ANF’ê re anîn ziman.

Li ser mijarê Çavdêrê siyasî yê Kerkûkê Mihemed Nesrîn wiha axivî: “AKP dixwaze bi van kiryar û ji kar dûrxistina hevşaredaran û li şûna wan bi cih kirina qeyûman, îradeya gelê me bişkêne û ev hewldana Erdogan jî vala derket. Bi qeyûman dikarin dest danin ser karûbarên rêveberiyên şaredariyan, lê nikarin dest danîn ser vîna gelê me.”

Mihemed Nesrîn diyar kir ku ku li şûna ku Erdogan serî li rêyên çareseriyên ji bo demokrasî û pirsgirêkên netewan bide, dixwaze gelê Kurd bê hêvî bike. Ev biryar, darbeya li ser demokrasî û vîna gelê herêmê û got ku ev kiryarên AKP û Erdogan wê yekê nîşan didin ku rejîmeke dîktator û qeyûman e. Ev biryarên AKP’ê yên şikandina vîna gelê Kurd serkeftî nabin û ji rêya demokrasiyê jî bê hêvî nake.”

Li ser heman mijarê Çavdêrê siyasî Mamosta Îskender Selîm jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bûyerên dawî nîşanî me da ku hişmendiya Erdogan qet bawerî bi demokrasiyê nîne û ev jî darbeyek spî ya li ser demokrasiyê ye. Tirkiye di her dema şikestinek xwe de dixwaze bi kiryarên wisan wan şikestinên xwe veşêre. Winda kirina hilbijartinan û projeya navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê hişt ku Erdogan serî li darbeyek wisan bide.”

Mamosta Îkender Selîm axaftina xwe wiha domand: “Erdogan di hêla siyasî de her diçe winda dike û di aliyek din de jî serkeftina sîstema Rojavayê Kurdistanê Erdogan û partiya wî bêzar kiriye. Ji ber wê bi vî awayî êrîşî şaredarên Kurd dikin. Rûdawên dawî vê yekê nîşanî me dide ku dawî hatina Erdogan nêzîk bûye. Ji ber ku dema dawî hatina hemû dîktatorên cîhanê tê êrîşî gelê xwe dikin.”

Çavdêrê siyasî yê Kerkûkê Diyar Şakir jî destnîşan kir ku ya ku îro Erdogan dike bi vekirî ragihandina şer a li hember gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ev darbeya spî ku niha li hember gelê Kurd kirî, berdewama darbeya leşkerî ya 2016’an e. Bi vê darbeyê hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin. Ev jî darbeyek li dijî gelê Kurd bû.”

Di dawî de Diyar Şakir da diyar kirin ku Erdogan dixwaze bi vê darbeya li dijî gelê Kurd şikestinên xwe veşêre û got ku divê li dijî darbeya AKP’ê Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa helwestên cidî hebin.