Ji HPG'ê der barê PDK Îranê de daxuyanî

HPG'ê der barê bûyera li Kelaşînê de daxuyaniyek da û got, "Nûçeyên li ser bûyera ku diyare ji berê ve hatiye amadekirin û ji aliyê hin derdor û organên çapemenî-weşanê ve bi awayekî berevajî hat nîşandan, bi ti awayî li niyeta baş nayên."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê bûyera li Kelaşînê de daxuyaniyek da û got, "Nûçeyên li ser bûyera ku diyare ji berê ve hatiye amadekirin û ji aliyê hin derdor û organên çapemenî-weşanê ve bi awayekî berevajî hat nîşandan, bi ti awayî li niyeta baş nayên."

Navendê da xuyakirin ku beriya demekê komek ji 15-20 pêşmergeyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê Îran (PDK-Î) hatiye herêma Xinêre, ji wan re ragihandiye ku dixwazin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin û ji bo derbasbûna vê komê alîkariya pêwîst hatiye dayîn. 

Navend da zanîn ku tevî vê alîkariyê jî koma mijara gotinê sînor derbas nekiriye û li nuqteyeke herêma Xinêre ya hêzeke mezin a HPG'ê lê ye, sekiniye. Di dewama daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

Duh êvarê saet di 17:00 de, hêzeke PDK-Î ya ji Diyanayê ku bi 7-8 wesayîtan hat, li qada Berbizina bicih bû. Ber destê sibehê saet di 09:00 de, ji bo hîn bibin ka dixwazin çi bikin û armanca wan çi ye, komek ji hêzên me yên li herêmên Berbizina û Xinêre, çû hevdîtinê. Bi hêza pêşmergeyan a ji 60-70 kesî re hevdîtin hat kirin û ew vegeriyan cihê jê hatine. Li Xinêre jî, dema hevalên me çûn hevdîtinê bi komê re bikin, pê hesiyan ku pêşmerge ji pişt ve ji bo bêbandorkirina tîma me nêz bûne. Li ser vê yekê ji wan re hatiye ragihandin ku divê xwe nêzî hevalên me nekin, lê li wan nehatiye guhdarîkirin. Ev hêza me ya ji tîmekî, ji bo nekeve dest, bi armanca hişyarkirinê gule teqandiye. Li vir pevçûneke ji 3-4 deqeyan qewimiye. Di encama vê pevçûnê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye. Rêveberiya me ya li vê derê yekser li rewşê werdaye, pevçûna li vir rawestandiye û fermandarê yekîneyê re hevdîtin kiriye. Di encama hevdîtinê de pêşmergeyê birîndar ji bo were tedawîkirin rakirne nexweşxaneya me û pêşmergeyên din jî xwe vekişandine. Ji bo pirsgirêk bi diyalogê û rêbaza aştiyane were çareserkirin, hevdîtin dewam dikin.

Divê tevahiya gelê me û raya giştî zanibe ku em ne alîgirê êrîşê yan jî pevçûnê ne. Hêza me ya ji tîmekî ya li wê derê, li hemberî yên xwestine wan bê bandor bikin, neçar maye guleyan biteqîne. Em dixwazin ragihînin ku ji ber rûdana vê pevçûnê û şehîdbûna pêşmergeyekî em xemgîn in. Rastiya bûyerê bi vî rengî ye. Tevî vê eykê jî nûçeyên li ser bûyera ku diyare ji berê ve hatiye amadekirin û ji aliyê hin derdor û organên çapemenî-weşanê ve bi awayekî berevajî hat nîşandan, bi ti awayî li niyeta baş nayên. Em dixwazin ragihînin ku ji bo zelakirin û çareserkirina bûyerê, ji her şêwe lêpirsîn û nîqaşê re amade ne. Em bang li tevahiya raya giştî ya welatparêz, derdorên demokratîk dikin ku li hemberî hewldanên tehrîk û tevdanê hişyar bin û helwesteke demokratîk a neteweyî nîşan bidin."