Sala 2020'ê çalakiyên gerîla bi xurtî dewam kirin

Tevî ku dewleta Tirk her cûre teknîk bikar anî jî çalakiyên gerîla nava salê her çû zêdetir bûn.

Sala 2019’an ji bo Tevgera Azadiya Kurd bû yek ji salekî girîng û ji berxwedanên tije cihê xwe girt. Bi taybet ji bo gerîla bû salekî ku pêngavên girîng hatin avêtin. Berovajî îdîayên dewleta Tirk hêzên gerîla pêvajoyên ku bi navê ‘ji nû ve xwe avakirinê’ di astekî girîng de xiste pratîkê di sala 2020’ê de jî bi hemû astan ve kete nava amadekariyê bixe pratîkê.

Dewleta Tirk di sal 2020’ê de hemû derfetên xwe kir seferber, kete nava hewldanan hemû çalakiyên gerîla berovajî bike. Ji ber ku dewletê li gorî ku îdîa dikir hêzên gerîla tesfiye bike, lê em bidin li aliyekê bi çalakiyên gerîla yên ew xistin nava şokê û bi şêweyê xwe yên gerîlayên serdemê û taktîkên ew matmayî jî hiştin. Li pêşberî vê rewşê kete nava şerê taybet.

Dema em li sala 2020’ê binêrin wê encamek çawa ji şerê di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla derbikeve pêşberî me?

Gerîlayan performansek çawa raber kirin?

Dewleta Tirk encamek çawa kirin hedef, çiqas bi ser xistin?

Em ê van hemûyan lêkolîn bikin bê ka sala 2020’ê çi encam ji şer derketiye holê raxin ber çavan. Li gorî daneyên fermî ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn, me bîlançya şerê sala 2020’ê derxist holê.

ÇILE

Di meha Çileyê de bê ku gerîla li benda mehên biharê bimîne lez dan çalakiyan. Bi xurtbûna çalakiyên gerîla re em dibînin ku di operasyon û êrîşên hewayî yên arêtşa Tirk de jî zêdebûn derketin holê. Bi taybet li qadên Heftanîn, Serhad û Xakurkê em dibînin ku gerîla çalakiyên xurt lidar xistin. Di çalakiya li dijî artêşa Tirk a li Girê Partîzan ê Herêma Heftanînê hate kirin de, dest hatiye danîna ser gelek amûrên leşkerî.

Çalakiyên gerîla: 10

Operasyonên esmanî yên artêşa Tirk: 42

Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 5

SIBAT

Di meha Sibatê de gerîla li qadên Heftanîn, Serhed û Xakurkê li dijî artêşa Tirk gelek çalakî lidar xistin. Di dîroka 21, 23 û 26’ê Sibatê de gerîla li qada Xakurkê gelek çalakiyên bi bandor li dar xist, gelek leşkerên Tirk ceza kirin. Heman demê çalakiyên gerîla li Serhed, Heftaîn û Zagrosan dewam kirin.

Çalakiyên gerîla: 6

Operasyonên esmanî yên artêşa Tirk: 61

ADAR

Dîsa em dibînin ku hêzên gerîla li qadên Serhed, Heftanîn û Xakurkê çalakiyên bi bandor kirine. Bi taybet 2’yê Adarê li dijî 3 otobusên leşkerî li ser deriyê sînor ê Gurbûlak a navçeya Bazîd a Agiriyê û dîsa 31’ê Adarê li gerîla Sema Koçer li sînorê Îran-Tirkiye piştî xeta boriya gaza xwezayî teqand û şûnde çalakiyeke fedayî kir û gelke leşker ceza kir. Ev çalakî dijmin xiste nava şokê. Em dibînin di meha Adarê de çalakiyên gerîla yên li qada Serhedê domîne. Di meha Adarê de hêzên gerîla li qadên Heftanîn û Xakurkê derbên xurt li artêşa Tirk dane.

Çalakiyên gerîla: 18

Operasyonên esmanî yên artêşa Tirk: 78

Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 3

NÎSAN

Bi hatina meha Nîsanê re demsala Biharê xwe dide diyarkirin û rêjeya çalakiyên gerîla jî çi li Bakurê Kurdistan û çi jî li Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Gerîla di serî de li Heftanîn, Serhed, Botan û Dersimê heya Amed, Avaşîn û Mêrdînê çalakiyên bi bandor li dardixe. Roja 25’ê Nîsanê hêzên gerîla li girê Şehîd Şêxmûs a girêdayî qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê çalakiyek bi bandor li dar dixin. Di çalakiya ku bi şêwazê brûskê tê kirin de dikevin gelek çeperên artêşa Tirk û îmha dikin, her wiha dest dadinên li ser 2 çekên MPT-55, 2 kamerayê termalê û gelek alavên leşkerî. Ji aliyê din ve roja 23’ê Nîsanê hêzên gerîla li hemberî artêşa Tirk ku xwe li Girê Şehîd Derman a girêdayî Geverê bicih kiribû çalakiya serdegirtinê pêk tînin, gelek çeperan îmha dikin û 1 çeka BKC, 1 çeka Qernas, 1 çeka MPT-74 û gelek belgeyên leşkerî desteser dikin.

Çalakiyên gerîla: 25

Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk: 61

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 9

GULAN

Bi bilindbûna rêjeya çalakiyên gerîla yên di meha Gulanê de, operasyonên artêşa Tirk jî zêde bûn. Encax em bihêlin ku operasyonên pêkhatinî nekarîn çalakiyên gerîlayan sînordar bikin, berovajî çalakiyên gerîla derxist astekî jortir. Bi taybetî çalakiyên ku li Girê Hakan a dikeve sînorê Zapê û ya li qada Şêx Cûma ya girêdayî herêma Garzanê pêkhatinî heta bêjî bi bandor bûn û bi şêwazekî li gorî perspektîfa xeta gerîlayê demê pêkhatin. Hêzên gerîla çeperên ayîdê artêşa Tirk yên li Girê Hakan a li Zapê kirin armanc û çalakiyekî lez a serdegirtinê pêk tînin, hemû çeperan îmha û çekekî MPT-76 jî desteser dikin.

Li qada Şêx Cûma a dikeve herêma Garzanê jî gerîlayan li hemberî leşkerên Tirk yên derketibûn operasyonê bi heman şêwazî çalakiya serdegirtina bi lez lidar dixin. Li wê derê de yekîneyek artêşa Tirk bi temamî tê îmhakirin, çekekî sekvaniyê ya Bora, 1 çeka BKC, 1 çeka M16, 2 dûrbînên şev û roj û gelek alavên şexsî û belgeyan desteser dikin. Li aliyê din ve di dirêjahiya çiyayên Zagrosê ango li Gever, Çelê, Şemzînan, Dersim, Amanos, Amed, Serhed, Heftanîn, Xakûrk û hemû deverên Botanê çalakiyên gerîla zêdebûn û berdewam kir.

Çalakiyên gerîla: 39

Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk: 106

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 22

HEZÎRAN

Di meha Hezîranê de jî li beramberî çalakiyên gerîla yên zêde dibin, operasyonên artêşa Tirk lez û zêdetir bûne. Bi taybetî di 16’ê Hezîranê de operasyona artêşa Tirk ya bi navê “Pançe 3” ku li hemberî Heftanînê destpêkir di dema xwe ya herî bi şîdet de bû. Artêşa Tirk ku di her roj û her saetên rojê yên li Heftanînê de hemû amûrên xwe yên şer ên hewayî û bejahî seferber kiribû, dîsa li hemberî gerîla nekarî xwe ji derbên giran rizgar bike. Roja 25’ê Hezîranê li qada Şeşdara berxwedaniya ku bi pêşengiya fermandeya gerîla Esmer Devrîm gihîşte lûtkeyê hemû xeyalên dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi erdê re kir ye û vediguhere berxwedaniyeke destanî.

Berxwedaniya Heftanîn ku bi hemû leza xwe ve domdikir, li tevahiya herêma Botanê jî çalakiyên bi bandor pêk dihatin. Roja 15’ê Hezîranê li herêma Cûdî û 8’ê Hezîranê li herêma Kato Xelîla wesayîtên  artêşa Tirk bi taktîkê sabotajê bûne hedef û hatine îmhakirin, her wiha gelek leşker û kontra bi wan çalakiyên bi bandor hatin û tên cezakirin. Di dawiya meha Hezîranê de şer her ku diçin girantir dibin. Tevî Heftanîn û Botanê, çalakiyên gerîla yên bi taktîkên serdegirtina lez, sabotaj û sekvaniyê li herêmên Gever, Xakûrkê, Dersim, Serhed, Zap û Avaşînê domkir.

Çalakiyên gerîla: 107

Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk: 324

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 17

TÎRMEH

Di tevahiya Tîrmehê de li Heftanîn, Zap, Zagros’an, Botan û Dersimê çalakiyên gerîla dewamkir. Di 12’ê Tîrmehê de rêzeçalakiyên ku li Heftanînê pêkhatin bal dikişînin. Artêşa Tirk yê ku xwe li giran bicih kiribû tevî hemû derfetên teknîkî nekarîn xwe ji hedefa hêzên gerîla rizgar bikin. Berxwedana Heftanîn dom dike, 17’ê Tîrmehê gerîlayên li Dersimê çalakiyek bi bandor ji mesafeyek nêz ve pêkanîn. Roja 5’ê Tîrmehê li Geverê çalakiyek bi şêwazê serdegirtina bi lez pêkhat, dîsa li tevahî sînorê Çelê jî gelek cih veguherîn qadên çalakiyê. Roja 18’ê Tîrmehê wesayîtek ku têde payebilind hebûn bi taktîkê sabotajê tê hedef û îmhakirin. 14’ê Tîrmehê jî li Botanê derbekî giran li artêşa Tirk tê xistin. Piştî demekî ku tîmên taybet yên ku li eraziyê xwe bi cihkiribûn ji aliyê gerîlayan ve tê çavdêrîkirin, gerîla ji mesafeyekî nêz li wan dixe û îmha dikin. Di operasyonên ku li Amanosan bi qasî du mehan domkir de tevî domkirina pevçûnên di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de, di heman demê de li hemberî hêza operasyonê çalakî tên li darxistin.

Çalakiyên gerîla: 91

Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk: 138

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 17

TEBAX

Di meha Tebaxê de em dibînin ku çalakiyên gerîla di astekî diyar de domdike. Li beramberî wê operasyonên artêşa Tirk yên hewayî û bejahî jî bi awayekî berbiçav kêm bûn. Roja 4’ê Tebaxê li Garzanê çalakiyek bi bandor ya bi taktîka sabotajê pêk tê. Her wiha 8’ê Tebaxê artêşa Tirk ku xwe berda Geliyê Pîrbûla ya Heftanîn ji aliyê hêzên gerîla ve tê dorpêçkirin û ji mesafeyekî nêz ve ango di mesafeya bombeyên destê ve ji çend milan tê lêxistin. Artêşa Tirk ku derbên giran xwarî piştî demekê neçar dimîne ku paşvekêşî bike. Li Dersimê jî çalakiyek bi bandor û encamgir tê lidarxistin. Her wiha li Botanê bi berdewamî çalakiyên sabotajê û yên bi bandor li hemberî hêzên operasyonê hatin lidarxistin. Li tevahî sînorên Zagros’an jî çalakiyên gerîlayan domkir. Di wê mehê de çalakiya balkêş ew bû ku li herêma Çarçela ya girêdayî Geverê li hemberî helîkoptera cûra Skorsky pêkhat. Helîkoptera ku ji ber lêdana gerîla derbên giran xwaribû pir zêde nekarî dûr biçe û çawa derbasî milê din ê çiya bû ket û dengê teqîneke mezin hate bihîstin. Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hatin bi destxistin helîkopter dikeve Geliyê Mehendê û bermahiya wê bi şeklekî lez û bez ji aliyê dijmin ve tê komkirin û dibin. Bi vî rengî artêşa Tirk ku amadekariya operasyonek berfireh dikir derbekî giran dixwe û paşve dikişîne.

Di tevahiya meha Tebaxê de li herêmên Serhed, Xakûekê, Botan û herêmên din ên gerîla çalakî di astekî diyar de didomin. Bi kurtî bîlançoya şer a meha Tebaxê wiha ye:

Çalakiyên gerîla: 42

Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk: 125

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 10

ÎLON

Artêşa Tirk di meha Îlonê de lez dide operasyonên xwe, encax ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîla yên li hemberî operasyonan lidardixe, gelek ji wan bê encam man. Bi taybetî li hemberî operasyona ku 11’ê Îlonê li herêma Masîro ya girêdayî navçeya Çatak a Vanê hatibû destpêkirin, yekîneya gerîla ya bi fermandariya Fermaneyê Saha Botanê Egîd Civyan koordîneya operasyonê dikin armanc û bi lidarxistina çalakiyekê artêşa Tirk 5 ji wan payebilind gelek wendahiyan dide. 13’ê Îlonê artêşa Tirk ku neçar dimîne paşvebikişîne, gelek operasyonên mîna “Yildirim”, “Kapan” û hwd ku bi awayek wurşe li herêmên Botanê û giştî Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin bi fiyaskoyê re encam dibe. Tevî çalakiyên ku roja 3 û 13’ê Îlonê li Geverê, roja 17’ê Îlonê li Çelê, 9’ê Îlonê li Heftanîn û 28’ê Îlonê li Xakûrkê hatin lidarxistin, li qadên din jî çalakiyên gerîla di tevahiya meha Îlonê de domkir.

Çalakiyên gerîla: 21

Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk: 95

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 21

COTMEH

Tê dîtin ku di meha Cotmehê de artêşa Tirk ji bo amadekariyên zivistanê yên gêrîlayan asteng bike operasyonên berfireh da destpê kirin. Hêzên gêrîla jî di nava çalakiyên xwe de ji bo operasyonên tên kirin derbe lê bike dikevin nava amadekariyan. Operasyona ku roja 2’ê Cotmehê li Çiyayê Agirî hatî destpê kirin, 4’ê Cotmehê berfireh kirin û bi hêzên gêrîla re ketin nava şer. Roja 9’ê Cotmehê şer dijwar dibe û piştî ku hêzên gêrîla derbeyek giran li artêşa Tirk a derketî operasyonê da û di nav de payebilind jî gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin. Cenazeyên leşkerên Tirk ên hatîn cezakirin 12 seatan di bin kontrola gêrîla de dimînin û dest didanin li ser hemû cebilxane û belgeyên li ser wan. Artêşa Tirk a di nava nêzî mehekê de sê caran hêza xwe ya operasyonê diguhere hetanî digehe 27’ê Cotmehê operasyonê dom dike, hem winadahiyên zêde dide û hem jî bi têkçûnek mezin neçar dimine ku hêzên xwe vekêşe. Hêzên gêrîla jî bê ku şehîd yan birîndarek çêbibe di nava pêvajoya operasyona giran a çarçoveyek berfireh ku mehekê dom kirî de, destkeftiyek mezin bi dest dixe û wan vala derdixe.

Li aliyeke din li Heftanînê jî Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal ên HPG’ê jî bi çalakiyên sekvanî û takdîka sabotajê ku bi hewayî lidar dixe, li dijî artêşa Tirk bi hemû leza xwe berdewam dike. Tê dîtin ku hêzên gêrîla di nava tevgerên cidî de ku di tevahiya meha Cotmehê de, ji sînorên Botan heta Zagrosan gêrîla ji bo derb li operasyonan bidin çalakiyên xwe dom dike.

Çalakiyên gêrîla: 18

Operasyonên hewayî yên artêşa Tirk: 155

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 12

MIJDAR

Di meha Mijdarê de jî artêşa Tirk a ku li Heftanînê dersa xwe girtî, vê carê bi bêdengî operasyonek ku bi firehiya parçeyek ji herêma Zapê digre nava xwe da destpê kirin. 14’ê Mijdarê operasyonek ku herêmên Kînyaniş, gundê Nêrwe û Qela Bêdewê ku li ser sînorê Çelê ku dikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê operasyonek destpê kir. Her çiqas artêşa Tirk ku nîtelikê di vê operasyonê de bi dest nexe jî tê famkirin ku li vir nefes lê hatiye tengkirin. Artêşa Tirk a li vir nayê zanîn bê ka operasyonek lokal e yan jî berfirehe, lê em fam dikin ku li vir dixwaze rewşê fam bike. Piştî 5 rojên şer û çalakiyên gêrîla, roja 20’ê Mijdarê artêşa Tirk dîsa bi heman bêdengiyê paşde vedikêşe. Li tevahiya sînorên Heftanîn, Xakurkê û Zagrosan jî dîsa çalakiyên gêrîla berdewam dike.

Çalakiyên gêrîla: 16

Operasyonên hewayî yên artêşa Tirk: 72

Operasyonên bejayî yên artêşa Tirk: 4

BÎLANÇOYA 11 MEHAN Û QETILKIRINA SIVÎLAN

Dema em li şerê 2020’ê dinêrin em ê bibînin ku ji mehên biharê çalakiyên gerîla bi tempoyek bilind heta mehên havînê her ku çûye bilind bûye û domaye. Dema em li operasyonên bejahî yên artêşa Tirk dinêrin dibînin ku di mehên peyîzan de zêdetir bûne. Lê dema em li operasyonên esamanî, obûs, hewan û topan dinêrin dibînin bê navber domiyaye. Tevî dewleta Tirk a dagirker evqas teknîk û derfet bikar aniye jî lê hêzên gerîla cihên xwe parastiye, planên dewleta Tirk vala derxistine û têk birine.

Bîlançoya 11 mehên 2020’ê wiha ye:

Çalakiyên gerîla 393

Operasyonên esmanî yên artêşa Tirk: 1257

Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 120

Hejmara leşker û kontrayên hatine kuştin: 946

Gerîlayên şehîd bûne û nasnameyên wan hatine ragihandin: 227

Li gel bomberdûmankirina qadên gerîla artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn qadên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî kiriye hedef û sivîl qetil kirine. Dema em li sala 2020’ê dinêrin dibînin ku bi vekirî em dibînin ku arêtşa Tirk bê perwa êrîşî gelê Kurd kiriye û qetlîam pêk aniye, bibînin. Dîmenên bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a 25’ê Hezîranê ya li qada qeştê ya Kune Masî ya Silêmaniyê ku sivîl û zarok jî di nav de li ber çavan hê jî zindî ye. Bombe li zarok di nava avê de dilîzin û welatiyên sivîl ên bê guneh tê barandin. Bêdengiya hikûmeta navneteweyî û hikûmeta herêmê û hewldanên heq derxistina dewleta Tirk ya hikûmetê ji bo Kurdan bû şermekî mezin. Dema em li sala 2020’ê binêrin em ê bibînin ku dewleta Tirk bi hovane sivîl qetil kirine.

4 JÊ ZAROK 24 SIVÎL QETIL KIRIN

Di sala 2020’ê de 2 jê fermandarên erkdar ên Iraq bi giştî 24 sivîl hatin qetilkirin. 4 jê zarok, 2 jin bi giştî 10 kes jî birîndar bûne.

Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2017’an û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve 173 sivîl hatine qetilkirin. Dema em Rojava, Şengal û Mexmûr li vê zêde bikin dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd li her derê êrîşên qirkirinê pêk aniye, em dibînin ku dewletekî terorê ya bi sîstematîk destê wan di xwîna sivîlan de heye bibînin.