Ji HPG’ê bîlançoya şer: 494 dagariker hatine cezakirin, bi sedan çeper hatine rûxandin-NÛ BÛ

HPG’ê bîlançoya 3 mehan a Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Xagrosan eşkere kir. Li gorî vê gerîlayan 398 çalakî kiriye. Di van çalakiyan de 494 dagirker hatine cezakirin, bi dehan wesayîtên zirxî û çeper hatine îmhakirin. 63 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tîrmehê ya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hikûmeta şerê taybet a AKP-MHP’ê ya di dîroka Tirkiyeyê de weke şeklekî faşîst girtiye, 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê Kurd, hemû sazî û destkeftiyên wê dest bi êrîşeke qirker a topyekûn kiriye. Ev êrîş qirker a bi navê ‘Çokdanîn’ hatî binavkirin, di dîroka TC’ê de bûye êrîşa herî berfireh a qirke û ji bo teqez encamê bigire, ji bo bê rastanîna salvegera Peymana Lozanê, carekî din niyet û armanca wê derketiye holê.

Gava yekem a vê êrîşa qirker a dorfireh li Sîstema Êşkenceyê ya Îmralî bi êşkence û şerê derûnî ya li ser Rêber Apo bi asta xwe ya herî bilind daye destpêkirin. Piştre berê xwe daye hêviya gelê Kurd gerîla; li dijî rêveberiya xweser a gel, sazî û hemû dînamîkên me bi hovane êrîş dan domandin. Hikûmeta şerê taybet û şefên faşîs bi êrîşên qirker ên der mirovî û dorfireh ewilê bawerkirine ku wê gerîla tine bikin, Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bikin, çokan li ber gelê Kurd bide danîn. Bi vê xeyal û gafleta katînê, roj ji bo tevgera azadiyê danîne, bi şerê dernûnî yê zêde, xwestiye raya giştî jî bi vê bide bawerkirin. Lê di rewşa heyî de, bi pêşeniya şeklê AKP-MHP’ê ya faşîst de, tevî hemû êrîşên qirker ên dewleta Tirk pêk anî, di serî de berxwedana bê emsal a Rêber Apo ya li Îmralî, asta şer a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dayî destpêkirin, seknar rûmet a gelê me ku ne serî tewandî û ne jî teslîm bûyî, helwesta berxwedêr a hêz û dostên gelê Kurd rûyê navxe ya rejîma faşîst û êrîşkar a qirker a dorfireh a 6 sal in dewlata Tirk dayî destpêkirin, raxist ber çavan. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di reweşeke cidî de rewabûna xwe ji dest dayî, bi gotina ‘Beka’ ber bi têkçûnê ve çûye.

Ti guman têde nîne ku ev yek wisa hesan pêk nehatiye, di encama ked, hewldan û berxwedana biryardar a Rêbertî, gel û tevgera me ya li her çeperê derketiye holê. Gelê me berdêlên mezin daye, ewladên xwe yên herî bi nirx bi şehîdana fedayî ya gerîlayên Azadiya Kurdistanê gihiştiye vê astê. Bi pêşengtiya şehîdên me yên fedayî, ev meşa azadiyê ya leheng, ji bo her kesê bûye çavkaniya hêvkiy, hemû cîhanê şahidî ji têkoşîna hebûnê ya gelê Kurdistanê û dostên wan re kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 6 salên xwe tije kir û dikeve sala 7’an, di vê pêvajoya şer ê dijwer û dorfireh de, çwa ku hemû êrîşên dijmin berteref kiriye, di serî de li Bakurê Kurdistanê li her derê çeperên xwe û hebûna xwe parastiye. Heman demê gihaye asta ku teknîka demê vala derbixe, li ser xeta gerîlayê demê yê ber bi serketinê ya gerîlatiya Modernîteya Demokratîk şênber bûye. Tevî hemû avaniyên netew-dewlet a modernîteya kapitalîst û êrîşê hêzên navneteweyî, gerîlayên ku ji bo hemû hejarên ku dilê wan ji bo demokrasî û azadiyê lê didin, bûye çavkaniya hêviyê, xet, teknk û performansa xwe ya şer ava kirye, bûye yek ji destkeftiyên herî mezin ê vê pêvajoyê.

Em Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê bi performansa şer a di 3 mehên Pêngavên Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê re, lehengiyên pêk hatin, asta fedatiyê, dewlemendiyên taktîkî û bi çalakiyên zêde di Şerê Gel ê Şorşger û êrîşên qirker ên 6 salên dawî gihiyae lûteykê. Ji niha û şûn ve jî di wê baweriyê de ne ku wê hê zêdetir serketî û azad, wê meşa Rêbertî ya Azad û Kurdistana Azad ve bi gerîlayên serketinê re bi teqez bi ser bikeve.

Bîlançoya 3 mehan a Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan û Cenga Xabûrê wiha ye:

Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin kirin;

– 2 çalakiyê kemîn

– 10 çalakiyên veşartî

– 25 Çalakiyên Gerîla yên hemwext û kordînekirî

– 39 Çalakiyên derb kirinê

– 39 Çalakiyên Hêzên Parastina Hewayî

– 44 Çalakiyên Sekvanî

– 72 Çalakiyên Sabotajê

– 79 Çalakiyên bi çekên giran

– 88 Çalakiyên bi serdeçûnê

–  Bi gitşî 398 çalakî ji aliyê gerîlayan ve hatiye kirin

Encamên çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin kirin;

– 494 dagirker hatine cezakirin

– 62 dagirker birîndar bûne

Hevrêyên me yên şehîd bûne;

– 63 hevrêyên me şehîd bûne

Êrîşên ji aliyê hêzên dagirker ve hatine kirin;

-Artêşa Tirk a li ber berxwedana gerîla windahiyên mezin dane û encam nagirin, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hewa û bejahiyê ve her roj bombe dike.

-Tevî ewqas bomberdûmanê jî artêşa Tirk a nikare encamê bigire, ji bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, bêdengiya dewletan û rayedarên saziyan hêzên dikgire û sûcên şer dike û çekên kîmyewî bi dijwarî bikar tîne. Bi taybet di mehên dawî de, ji ber rezîliya xwe 50 carî serî li bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî daye. Di nava 3 mehên şer de, li dijî çeper û tunelên şer bi giştî 67 caran gazên kîmyewî û gazên jehrî bikar aniye.

Wesayîtên ku ji aliyê hêzên me ve hatine derbkirin;

– 2 wesayîtên leşkerî

– 3 kepçe

– 2 helîkopterên êrîşê

– 6 Dron

– 6 Helîkopter

Amûrên ku ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin;

– 1 wesayîta bi cûra transît

– 1 wesayîta zirxî ya bi cûra Kîrpî

– 1 wesyatîke bi komando û paletlî

– 2 wesayîtên tîpa Reo

– 2 wesayîtên leşekerî yên asayî  

– 3 çeperên bombeavêjê

– 5 çeka A4 û çepera wê  

– 1 kamelya

– 1 durbûna teleskop

– 6 kon

– 2 dedektor

– 3 dron

– 4 radar

– 2 kamerya serî  

– 24 kamereya mobesse

–  Mertalên ku gule li nav neçin

– Bi dehan tonên teqemenî û sedan çeper hatin îmhakirin

Amûrên leşkerî yên ku hêzên me li ser dijmin rakirî wiha ne;

– 1 cîhaza bêtêl

– 1 çeka MPT

– 1 çekek bobeavêj

– 1 çekek BKC

– 1 çekek B7 (Bisiving)

– 1 dûrbînek şev

– 1 dûrbînek termal

– 2 Silah dürbünü

– 1 detektorek mayînan

– 1 Dron

– 6 çanteyên leşker

– bi sedan kg teqemenî

– kuneyên leşkerî

– gelek amûrên leşkerî”