Ji Hêzên Burkan El-Firat li hember çeteyên DAIŞ’ê operasyon

Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat li rojhilatê Kobanê hemleyek li dijî çeteyan li dar xist û di encamê de 12 gund ji çeteyan rizgar kirin.

Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat li rojhilatê Kobanê hemleyek li dijî çeteyan li dar xist û di encamê de 12 gund ji çeteyan rizgar kirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ANHA’yê, Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat îro di saetên sibê de hemleyeke li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist. Şervanên Burkan El-Firat derbeyên giran li çeteyan dan. Di encamê de Gundên Rafa, Sukeriya Niêm, Debeş, Ebû Xeze, Boxa Şerqî, Boxa Xerbî, Humêra Berekat, Humêra Hemo, Filêha, Kesas, Feran û Nihêta yên dikevin 65 kîlometre rojhilatê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hemleya Burkan El-Firat li herêmê hîn bi hemû hêza xwe berdewame.

Odeya Çalakiyên a Burkan El-Firat li herêma di 29’ê Gulanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hemleya rizgarkirina Herêma Girê Spî (Til Ebyed) dabû destpêkirin. Hemle heta niha bi hemû hêza xwe berdewam dike.