Ji hewayî û bejahî 25 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî 25 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî 25 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatiye kirin, ev agahî da:
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye:
Di 3’ê Nîsanê de bi çekên qedexe çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê hatine bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;
Di 3’ê Nîsanê de qada Deşta Kafya ya Garê bi balefirên şer 3 caran hate bombekirin.
Di 3’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran 21 caran hatine bombekirin.”