Ji hewayê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li Kanî Masî hate xistin
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Kanî Masî çalakiyek kirin.
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Kanî Masî çalakiyek kirin.
Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal îro serê sibehê li herêma Kanî Masî li dijî baregheke artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin.
Tê payin ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nava rojê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke berfireh bide.
Her wiha hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirk bombardûmaneke giran li ser qada Metîna dike.