Ji Heftanînê heta bi Dersimê çalakî!

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li Colemerg, Dersim û Agiriyê çalakî kirin. Tespîtbûyî 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê wiha ye:

HEFTANÎN

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgera Cenga Heftanînê çalakiyên li dijî artêşa TC'ê ya dagirker didomin. Berfirehiya çalakiyên ku hatine kirin wiha ne:

10'ê Tebaxê saet 07.50''î hêzên me, li Girê Qesrokê yê qada partîzanê li dijî leşkerên dagirker çalakîyeke suîkastê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye cezakirin.

Eynî rojê saet 14.30'an hêzên me yên YJA Starê, li qada Bektorya li dijî leşkerên li Girê Katosulê çalakiyeke suîkastê kirine û di çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye cezakirin.

8'ê Tebaxê li qada Pîrbûla ji ber şerê giran bi hevalekî me re têkîliya me qut bûye.  Hevala me Sorxwîn Amed, di şerê qada Pîrbûlê de li dijî hêzên dijmin heta bi guleya xwe ya dawî bi fedayî şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

9'ê Tebaxê saet 21.00'an artêşa TC'ê ya dagirker li dijî qada Pîrbûlayê êrîşa hewayî aniye. Di van êrîşan de hevrêyên me Ferman û Mazlûm şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd piştgre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

COLEMERG

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me yên YJA Starê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li derdora qereqoa Zînê yekîneyên veşarî yên dijmin demeke dirêj piştî ku kirine bin kontrola xwe 11'ê Tebaxê (îro) sibehê bi taktîka sabotajê yekîneya dijmin kiriye hedef. Derbeke serkeftî li vê  yekîneya dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

DERSIM

10'ê Tebaxê saet 07.30'an hêzên me li navçeya Xozatê ya Dersimê, li gundê Çakmaklî li djî kontroyan ku ku di çêkirina qereqolê  de dixebitin çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de derbeke serkeftî li wesayiya kontrayan hatiye xistin, derb li wesayitê hatiye xistin û hijmara dijmin ên ku birîndar bûne nehatiye tespîtkirin.

AGIRÎ

Hêzên me, li navçeya Bazidê ya Agirî, li nêzî gundê Mişkê yekîneyeke veşarî ya artêşa TC'ê ya dagirker bi temamî kontrol kiriye. Yekîneyên dijmin piştî ku demekê hatine kontrolkirin 9'ê Tebaxê saet 15.00'an li dijî van yekîneyên dijmin ji du baskan ve çalakî hatiye kirin. Derbeke serkeftî li vê yekîneya dijmin hatiye xistin, tespît bûyî 2 leşker hatine cezakirin û 3 leşker jî birîndar bûne. Hêzên dagirker, êvarkî bi helîkoptêrên Skorskyê kleşkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne ji qadê rakirine.

ŞIRNEX

2'yê Tebaxê artêşa TC'ê ya dagirker li herêma Gabarê ya Şirnexê li qada Çiravê operasyonek dane destpêkirin û 3'yê Tebaxê bi rengekî bêencam vekişiyaye.

AVAŞÎN

Balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker 9'ê Tebax'ê saet 19.00'an û 10'ê Tebaxê saet 10.50'î ji Qadên Parastinê yên Medyaê qada Mervanos a herêma Avaşîn bombek irine. Di van bombebaranan de ziyan negihaye ser hêzên me.''