Ji gerîlayên HPG’ê li Herekolê operasyona Şoreşgerî!

Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku bi hevkariya torên îxanetê û kontrayan demek dirêj li herêma Herekol a Sêrtê oprasyonê pêk anîn, operasyonek lidar xistin. Di çalakiya 26’ê Tîrmehê lidar xistin de, 5 çeperên ku leşker li nav bûn hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya ku li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da, diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Herekolê li dijî leşkerên artêşa Tirk operasyonekî şoreşgerî lidar xistine.

Daxuyanî wiha ye:

Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku bi hevkariya torên îxanetê û kontrayan demek dirêj li herêma Herekol a Sêrtê oprasyonê birêve dibin, operasyonek lidar xistine.

Hêzên me yên ku demekê dirêj leşkerên Tirk ên li Girê Kulind bi cih bibûn xistin di bin kontrola xwe de, 26’ê Tîrmehê saet 19:20’an, ji 4 baskan ve êrîş li ser kirin. Di operasyona hemû çeper bi awayek baş hatin hedefkirin û lêxistin de 5 çeper bi temamî hatin rûxandin, gelek çeper jî hatin derbkirin.

Di çalakiya 9 leşkerên Tirk hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn de, çekea BKC a otomatîkj hate rûxandin. Hêzên me li ser çeperên artêşa Tirk yên rûxandî dûrbînek termal, dûrbînek rojê bêtêlek rakiriye.

Bi hêza gerîlayên Apoyî ya xurt ku çûn ser çeperan, hevrê Egîd ê di serkeftina operasyonê de rolekî mezin lîst di dema çalakiyê de giran birîndar dibe, tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin û şehîd dikeve.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi hewan, obus û topan qadê bomberdûman dike, li aliyê din bi helîkopterên Skorsky jî kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

LI DIJÎ LEŞKERÊN KATO JÎRKA ÇALAKÎ: 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

25’ê Tîrmehê saet 19:20’an, hêzên me li devara Deriyê Zêrdelê ya girêdayî Herêma Kato Jîrka a Şirnexê yekîneyekî artêşa Tirk a dagirker dike hedef. Hêzên me yên ku çeperên dijmin bi awayekî xurt lêxistin, çepereke ku çeka A4 li nav bû rûxandin Di vê çalakiyê de bi qasî hatiye zelalkirin 4 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkpterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

WESAYÎTA LEŞKERÎ KU KONTRA LI NAV BÛ KIRIN HEDEF

17’ê Tîrmehê saet 03:00’an hêzên me tîmên kontra yên li nava wesayîta Transît a di navbera rêya Xirabê Bader a Wanê ve diçûn kirin hedef. Di encama lêxistin hêzên me ya bi awayekî pir xurt de wesayîta tiransît hate rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên kontrayan nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê arêtşa Tirk li Herêma Nodizê dest bi operasyonê kiriye.

WESAYÎTA KU JI BO AVAKIRINA QEREQOLÊ AMÛR DIBIRIN HAT ŞEWITANDIN

26’ê Tîrmehê hêzên me wesayîtekî ku amûrên ji bo avakirina Qerqola Gir a girêdayî navçeya Licê ya Amedê dibirin rawestandiye û şewitandine. Gerîlayan piştî ku ajokar hişyar kirin û şûnde berdane.

LI XARPÊTÊ ŞER

25’ê Tîrmehê saet 03:00’an di navbera leşkerên artêşa Tirk ên li ser rêya Xarpêt û Gundê Karavelayan a Çewligê dest bi operasyonê kiribû û gerîlayên me de şer qewimî bû. Piştî vî şerê ku hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin û şûnde artêşa Tirk çûne Gundê Karavelyan zext û zilm li gundiyan kiriye. Hêzên me yên ku beşdarî şer bûne bi sax û silametî vegerane baragehên xwe.

Operasyon heman rojê saet 19:00’an paşve vekişiyaye.

ARTÊŞA TIRD DIXWAZE BI ÊRÎŞAN ENCAM BIGIRE

Artêşa Tirk a ku li hember berxwedana gerîlayên me yên xurt bê çare mayîn, bi desteka teknîkê dixwaze ji êrîşan encam bigire.

Bi vê armancê artêşa Tirk; 27’ê Tîrmehê saet 08:30’an li hemberî deverên Çemço, Zap û Avaşîn a Hermên Parastinê yên Medyayê êrîşekî berfireh a hewayî pêk aniye.

Li gorî vê; artêşa Tirk li Herêma Avaşîn, Girê Sor, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Silêman û Tabûra Ereban bomberdûman kiriye

Dîsa heman rojê saet 12:00’an, deverên Werxalê û Kure Jaro û Çiyayêreş ê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; saet 14:20’an jî devera Çemço bi balafirên şer bomberdûman kiriye.

Di encama bomberdûmanê de gelek ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl, li hinek devaran şewat bi daristanan ketiye.

ARTÊŞA TIRK GIRÊ KOORDÎNE BOMBE KIR

Qereqola Kureşîno ya girêdayî artêşa Tirk a li naçeya Qilaban a Şirenxê 27’ê Tîrmehê saet 09:00-10:00’an, Girê Koordîne bi hewan û obusan bomberdûman kiriye.

Dîsa heman rojê saet 11:30-12:30 heta 19:00-22:00’an qereqolên li ser xeta sînorê navçeya Qilabanê, deverên Derarê û Hirorê bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmana artêşa Tirk a mêtîger lidar xistin û şûnde, li deverê şewat derketibû hê jî dewam dike.

GERÎLAYÊN KU ŞEHÎD KETINE

19’ê Tîrmehê hêzên me yên gerîla ku li derdorî Gunê Demîrkapi yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê rastî leşkerên Tirk hatibûn, li vir şer rûdabû. Di vî şerê hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zanîn de, 3 hevrêyên me şehîd ketine.

Nasnameya gerîlayên me yên şehîd ketîn wiha ne:

Nasnav: Delîl Zerdeşt
Nav û Paşnav: Bulent Taşdemir
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik - Bav: Herdem - Latîf
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Agirî

 

 

Nasnav: Dijwar Bazîd
Nav û Paşnav : Mehmet Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik - Bav: Fazîle - Murat
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Agirî

Nasnav: Fazil Dilgeş
Nav û Paşnav: Fûat Mahçûp
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik - Bav: Aysel – Mehmet Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Agirî

5’ê Tîrmehê me daxuyanik dabû, têde diyar kiribû ku 1’ê Tîrmehê di operasyoan artêşa Tirk a dagirker ku li navbera Gundê Mijîn û Hilal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dabû destpêkirin. Li vir di navbera gerîlayên me û hêzên dijmin de şer rûdabû. Di vî şerî de hevrêyê me yê bi navê Sîdar Adil (Mehemt Zafer Çîçek) bi qehremanî şer kir û bi fedayî li ber xwe da gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Sîdar Adil
Nav û Paşnav: Mehmet Zafer Çîçek
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Gulîzar - Fikret
Cih û Dîroka Şehadetê: 1 Tîrmeh 2017 / Şirnex

Artêşa Tirk 4’ê Hezîranê li devera Çemçe ya girêdayî navçeya Kaxizman a Qersê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên artêşa Tirk ên ku di operasyonê de bi zêdehî teknîk bikar anîn, di navbera wan û hêzên me gerîlayan de şer qewimî; di vî şer de 2 hevrêyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketî wiha ne:

Nasnav: Bawer Malazgirt
Nav û Paşnav : Kasim Yanik
Cihê Jidayikbûnê: Muş
Navê Dayik - Bav: Gulbarîn - Abdulhamît
Cih û Dîroka Şehadetê: 4 Hezîran 2017 / Qers

Nasnav: Murat Partîzan
Nasnav: Ahmet Acar
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Hayat - Bîrek
Cih û Dîroka Şehadetê: 4 Hezîran 2017 / Qers