'Ji fermanên li civaka Êzidî rabûne, pêwîste zanînek çêbibe'

"Em hêvî dikin ku salên pêşiya me ciwan û keçên Êzidî  li mîrasê ku çêbûye, li xeta şehîdan, kedê, li xeta jiyana azad xwedî derbikevin. Di salvgerê de em bang li ciwanên Êzidî dikin vê mîrasa şehîdan, vê xeta jiyana azad baştir birêxistin bikin."

Endamê Koordînasyona PAJK’ê (Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê) Berfîn Nûrhak li ser salvegera seyemîn a fermana Şengale ji ANF’ê re axivî. Nûrhak got: "Pewîste  gelê Şengalê êdî xweseriya xwe ava bike, xwedî li îradeya û xeta Şehîdan derkeve. Bi polîtîkayên PDK'ê yên qirêj neyê xapandin."

Pêvajoya Şengalê çawa çêbû, we tevgera azadiyê, rêxistinî û têkoşîneke çawa li wir kir? Çi pêşketin çêbûn?

Di ser fermana Şengalê re sê sal derbas bûn. Em dikevine sala çaran. Di nav van sê salan de têkoşîneke girîng, mezin hate dayin. Bi taybetî j îsalên 2014,  2015, 2016’an. Bi taybetî jî qadên leşkerî de têkoşîneke mezin dan.  Hemû armancên DAIŞ’ê û hêzên li pişt DAIŞ’ê armancên wan hatin pûçkirin. Ji ber ku êdî li Şengalê li ser hîmê azadiyê, li ser ser pergala demokratîk jiyaneke tê avakirin. Di van sê salan de bi sedan  hevalên me yên ji HPG’ê, YJA Starê, YJŞ’ê, YBŞ’ê şehîd bûn. Em dikarin bibêjin van şehîdan li Şengalê xeta jiyaneke azad afirandin, xebat berxwedanê. Di salvgera sêyan de hemû hevalan bi bîr tînim. Di serî de Ş.Bêrîvan Şengal, Ş. Berxwedan Tolhildan, Ş. Vînar, Ş. Armanc, Ş. Tîrêj, Ş. Nevreş, Ş. Dilgeş û herî dawî jî di şerê Xanesorê de Ş. Nûjiyan û Ş. Çekdar şehîd bûn, hevalan careke dî em bi bîr tînin.

Ev ferman çawa çêbû, bi çi armancê êrîş birin ser Şengalê û çima Şengal. Rista dewletên navnetewî, PDK û AKP’ê di vê fermanê de çi bû?

Mirov dixwaze dîsa bipirse û li bersivê bigere, ev jî bi têkoşînê çêdibe. Gelek caran hate nîqaşkirin bê ka çima ferman li ser Şengalê çêbû, şert û mercên wê çi bûn, li Rojhilata Navîn çi armancên wan hebûn û li gorî vê jî mirov çawa dikare van pûç bike. Şengal cihekî wiha ye di dîroka Kurdistanê de, li Rojhilata Navîn ji aliyê çand û baweriya xwe ve xwedî nasname, çandeke dîrokî ye, heta niha jî ev çand tê jiyîn. Ya dî jî ev çil sal in li Kurdistanê têkoşînek heye, serkeftinek hey eli Rojhilata Navîn, li ser hîmê nasnameyekê, Kurdê azad, li ser hîmê pergala demokratîk serkeftinek heye.  Ji bo vê jî xwestin vê serkeftinê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn çêbûyî têk bikin, tasfiye bikin. Dema ku mirov dinere nasname û çanda Êzdayatiyê gewherê nasnameya Kurd û Kurdistanê ye. Xwestin ku ev qas pêşketinên çêbûne ji gewherê wêtine bikin, bi vê armancê êrîş birin ser Şengalê. Ya dî jî, wek tê zanîn li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn Şoreşa Rojava çêbû. Şoreşa Rojava hem bandor li Rojhilata Navîn kir hem li cîhanê. Sîstemeke li ser konfederalîzma demokratîk hate avakirin.Ev pêşketin û serkeftin pir girîng e, ji ber vê jî xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ji ber ku Şengal û Rojava nêzîh ev in, kî li ser Şengalê serwer bibûya dikarîbû li ser Rojava jî serwer wbibe, bi vê sedemê AKP û PDK’ê xwestin ku li Şengalê serwer bibin, hêzên navnetewî jî xwestin li ser Şoreşa Roajva, li gorî berjewendiyên xwe siyasetê bikin. Sedema ku ferman bi ser Şengalê de anîn ev bû. Her wiha Şengal ji hêla erdnîgariyê ve, ji hêla aliyê siyasî jî d ianv dewletên Iraq, Sûriye, Başûrê Kurdistaê û Rojavayê Kurdistanê de ye. Ji hêla erdnîgerî ve li cihekî stratejîk e. Xwesetin li gorî berjewendiyên xwe Şengalê û gelê Êzîdî bi kar bînin. Ji bo vê Şengal xistin bazarê. Li ser hîmê siyasî de di navbera hêzên dagirker de bû mijara bazarê û ev ferman pêk hat.

Hûn gerîlayên YJA-Starê kengî çûne wir û beşdarî pêngava rizgarkirinê bûn. Fermanê bandoreke çawa li ser gel çêkir, we têkoşîneke çawa dan. Destketiyên têkoşînê çi bûn?

Ez bi xwe piştî fermanê derbas bûm. Em gerîlayên HPG, YJA Starê tevlî pêngava rizgarkirin û azadkirina Şengalê bûn. Fermanê gelek bandor li civakê kiribû, ji ber ku gelek mirov hatibûn kuştin, bi hezaran jin hatibûn girtin, li Şengalê mirov birçîbûn, mirov hatibûn kuştin û qirkirin. Em YJA Star ji bo jinên ku dîl hatine girtin em çûn, em Tevgera Azadiya Kurdistanê em çûn bi mebesta ku planên ji fermanê pûç bikin. Her wiha di qadên leşkerî de li dijî DAIŞ’ê şerek hate kirin, şerekî giran bû, li ser hîmê xweparastinê bû.Ya dî jî li ser hîmê ku gelê Êzîdî bibe xwedî vîn em çûn. Serkeftinên me jî çêbûn. Bi vê serkeftinê em niha dikarin xweseriya Şengalê nîqaş bikin. Di qadên civakî, bîrdozî, siyasî de têkoşînek hate dayin. Ev jî girîng bû. Heke civakek ne xwedî parastin, zanist, vîna siyasî be, ne serbixwe be, ne li ser esasê pergala demokratîk be dagirker bi rehetî dikarin wê mêtinger bikin. Ji bo vê jî di qadên civakî de têkoşînek hate dayin. 2014’an armanca me gerîlayên HPG’ê, YJA Starê ew bû ku ji bo ku gelê me yê Êzîdî ku ferman lê rakirin, qadên ewle ava bikin, rêxistiniya wan bikin, plansaziyekê ji bo wan çêbikin û çiyayê Şengalê azad bikin. Roj bi roj em bi pêş ve diçûn û çeteyên DAIŞ’ê jî derbên giran dixwarin, di encmaê de jî Çiyayê Şengalê û derdora wê hate rizgarkirin.

Me xwest li nav gel jî xebatê civakî bikin. Di qadên civakî de pêşî rêxistiniya meclîsa Şengalê hate kirin. Ev di eniya civakî de gaveke girîng bû. Piştre meclîsa jinan hate avakirin. Her wiha li gorî hewcebûna civakê saziyên cuda hatin avakirin. Ji bo ku civak bi pergaleke azad bibe xwedî vîn û civaka Êzîdî bi xwe bikaribe rêxistiniya xwe bike têkoşînek hate kirin. Da ku Êzîdî bikaribin li gor berjwendiyên xwe tevbigerin, bibin xwedî vîn û rêxistin û PDK nikaribe li gor berjwendiya xwe tevibgere. Têkoşîn geş bû, li nav civaka Êzîdî ev jî lêgerîn çêbûn, Şengal gav bi gav hate azadkirin. Bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê şervanê YBŞ û YJŞ’ê ketin navenda Şenglaê, meha 12’an a sala 2014’an. Piştî ku em bi pêş ve çûn, PDK xwest bikeve Şengalê. Dema fermanê pêşmerge xwe kişandibûn dema ku derfet çêbûn xwest dîsa bikeve Şengalê. Dixwest li gorî berjwendiyê xwe tevbigere. Dema ku hate Şengalê jî bi polîtîkayeke wiha ku dixwest me asteng bike, hewl dide ku em pêş ve neçin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe baş birêxistin kiribûn û PDK jî dibe asteng. Nedixwest em bi pêş ve biçin. Li Şengalê xea parastinê hate avakirin, vê salekê dom kir. Vê jî bi xwe re pêşketin anîn. Piştî 2015’an derfet ava bûn, bajarê Şengalê 9’ê Mijdara 2015’an bi pêşengiya şervaên HPG, YJA Star, YBŞ û YJŞ’ê hate rizgarkirin. Vê pêngavê berdewam kir, li geliyê Şîlo, çete ji wir jî hatin paqijkirin. Di encama sê salan de em dikarin bibêjin çiyayê Şengalê, hinek navçeya Xanesor, Sûnînê hatin rizgarkirin. 

Bi vê berxwedanê re li nava civaka Êzidî çi guherî, civaka Êzîdî çawa tevlê vê pêvjaoyê bû? Herî dawî PDK, AKP êrîş bi ser Xanesorê de anîn, şehîd jî çêbûn, li ser vê çi dibêjî?

Em dikarin bibêjin ku ferman hate pûçkirin. Li nav civakê hişmendiya xweparastinê çêbû, her wiha lêgerîna li azaidyê çêbû û ev serkeftin di encama têkoşînê de bû. Divê siyaseta PDK’ê baş were nirxandin. Divê ev rastî û heqîqet were zanîn. Niha PDK çi siyasetê dike, bi AKP’ê re li ser çi tifaqê dayîne, dibêje, bila HPG, YJA Star ji Şengalê derkeve.  2014’an dema ku gerîlayên HPG, YJA Satar êli wir bûn PDK ne li wir bû, di dema fermanê de reviyan. Gelo çima reviyan? Xwest ku wir li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dixwest li nav hêzên dagirker bike mijara bazarê, dema ku dît derfet çêbûn kete Şengalê, li şûna ku rexnedayinê bide gelê Şengalê, xwest dîsa siyaseta xwe bike. Xwest dîsa li ser gelê Êzîdî zexê çêbike, ji ber ku bivînbûna gelê Êzîdî ne dij berjewendiya wê de ye.

Pêşketina YBŞ, YJŞ’ê ew tirsand. Li gorî kîjan mêjî û li gorî kîjan rêgezên siyasetê xwest xwe bi cih bike. Mirov nikare watedar bike. Ferman radibe tu direvî, gel naparêzî û piştre têyî dîsa desthilatdariyê didi meşandin. Mirov ku tenê li berjewendiya xwe bifikire, li berjwendiya êla xwe bifikire ew qas li gelê Êzîdî nafikire. 2017’an, 3’yê Adarê bi hikûmeta AKP’ê re tifaq danî. Êrîş bire ser Xanesorê.  Xanesero cihekî wiha bû ku YBŞ, YJŞ’ê rêxistiniya xwe kiribû, civaka Êzîdî li ser esasê pergala demokratîk rêxistiniya xwe kiribû, armanca wan ew bû ku YBŞ, YJŞ’ê bitirsînin, hêzên HPG, YJA Starê ji wir derbixin, li ser civaka Êzîdî zextê deynin. Ji bo vê êrîş bi ser Xanesorê de birin. Li şûna ku rexnedayinê bide dagirkeriya xwe zêdetir kir.

Li Xanesorê, gel, jinan, dayikên şehîdan li dijî vê kirinê rawestiyan, têkoşiyan, di vî şerî de H. Nûijyan û H. Çekdar şehîd bûn. Li Şengalê şerekî siyasî, îdeolojîk ê giran dihate kirin. Êrîşên hewayî li ser Qereçox a Rojava û Şengalê de çêbûn. Ev nîşan dide ku PDK bi hêzên dagirker re hevkarî kiriye. Polîtîkaya xwe ya berê didomîne. Li wir xeteke jiyana azad hatiye afirandin, em dixwazin li vê xwedî derbikevin. Hem li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hem li dijî hêzên dagriker û hem li dijî PDK’ê. Ji bo vê divê li nav civaka Êzîdî di qada bîrdozî de têkoşîn çêbibe, divê zanîna dîrokî were kûrkirin.

Di dîrokê de 74 ferman li ser civaka Êzîdî hatine rakirin. Pêwîste li ser vê zanînek çêbibe, fikrekî azad divê çêbibe. Li dijî van fermanan têkoşîn wê çawa were dayin, heke Êzîdî li ser hîmê azadî wê bijîn divê li ser fermanan zanîna xwe kûr bike, vîna xwe ya parastinê qeyîm bike. Divê YBŞ, YJŞ xurt bibin, dema ku ew xurt bûn PDK wê qels bibe. YBŞ, YJŞ dikarin li van serkeftinan xwedî derbikevin. Bi giştî di qada civakî de têkoşînek heye û li gorî hewcebûnê rêxistinî jî heye. Di encama 3 salan de serkeftinek hey elê ev têrê nake ji ber ku êşa fermanê nehatiye jibîrkirin. Ew qas jin di bazaran de têne firotin, hatine dîlgirtin. Pêwîste êşa fermanê bandora fermanê rab,e têkoşîn geştir bibe û zanîn were kûrkirin.

Şengal ne weke berê ye, beriya fermanê Şengalê cuda bû, piştî fermanê cuda ye. Êzî gelê Êzîdî jiyeneke azad, vîna siyasî nîqaş dike. Lê kêm e, ji bo têkoşîna azadiyê mirov çi qasî têbikoşe kêm e. Gelê Êzîdî beş bi beş hate rêxistin. Divê gelê Êzîdî li ser yek zemînê xwe birêxistin bikin, li ser esasê ku bikaribin xweseriya Şengalê biparêzin. Em hêvî dikin ku salên pêşiya me ciwan û keçên Êzîdî  li mîrasê ku çêbûye, li xeta şehîdan, kedê, li xeta jiyana azad ya ku çêbûye xwedî derbikevin, di salvgerê de em bang li civawanên Êzîdî dikin vê mîrasa şehîdan, vê xeta jiyana azad baştir birêxistin bikin, heta ku bibin serfiraziyê.