Ji fermandarên HPG'ê Karasû: Pêngava 15'ê Tebaxê hîmê berxwedanê danî

Ji fermandarên HPG'ê Davût Karasû bi bîr xist ku têkoşîna azadiyê ya ku dewleta Tirk digot, 'Em ê di nava 24 saetan de biqedînin' 37 sal li pey xwe hişt û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya hevalê Egîd hîmê berxwedanê danî."

Ji fermandarên HPG'ê Davût Karasû li ser salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivî. Karasû bi bîr xist ku Pêngava 15'ê Tebaxê rojeke ji rêzê nîne û got, "Cejna vejînê beriya her tiştî li Rêber Apo, gelê me û hevrêyên li zindan û çiyê pîroz dikim, di şexsê fermandarê mezin hevalê Egîd de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêz bi bîr tînim. Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî ye, di heman demê de çalakiyeke îdeolojîk, çandî û dîrokî ye. Jinûve vejîna gelê Kurd e ku li ber tunebûnê bû. Rêber Apo, gelê Kurd wê ji nû ve hate ser xwe, gav bi gav ber bi serketinê ve bir.

Dijmin xwest, bi darbeya faşîst a 12'ê Îlonê re gelê Kurd careke din tune bike. Armanca dewleta Tirk û Gladyoya NATO'yê ev bû. Li dijî vê yekê li zindanan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Pêngava 15'ê Tebaxê bû wesîle ku gelê Kurd li her cihî rabe ser piyan û li ber dijmin rabe. Pêngava 15'ê Tebaxê tê wateya kuştina tirsê. Kesayetekî nû afirî ku ji mirinê jiyan ava kir. Pêngava 15'ê Tebaxê ku bi pêşengiya hevrê Egîd li ser xeta Rêber Apo pêk hat hîmê bingehîn ê berxwedanê danî. Ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Kesayaetiya fedayî ya Apoyî wê li her devera cîhanê bibe mînak ji mirovahiyê re. Têkoşîna me ku dijmin ji bo wê digot 'Em ê di nava 24 saetan de biqedînin' 37 sal li pey xwe hişt, dest bi sala 38'an kir.

Dewleta Tirk a ku îradeya xwe li hemberî gerîla şikest, bi alîkariya NATO'yê û hêzên emperyalîst li ser piyan dimîne. Şensê xwe yê serketinê nîne. Em bi felsefeya Rêber Apo li ser şopa hevalê Egîd ber bi serketinê ve dimeşin. Îro ji Heftanînê heta Xakurkê, ji Dersimê heta Serhedê, ji Amedê heta Botanê û Zagrosê berxwedana gerîla dewam dike. Li dijî derewên dijmin ku dibêje 'PKK qediya' PKK li cîhanê pêşengiyê ji azadiyê re dike. Tovê vê berxwedanê bi Pêngava 15'ê Tebaxê re hate çandin. Em careke din cejna vejînê li gerîlayên li serê çiyê û li gelan pîroz dikin."