Ji dozgerê girtîgehê teklîfa sîxûriyê

Hat hînbûn ku dozgerê Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li qawîşan geriya û li girtiyên siyasî teklîfa sîxûriyê kiriye.

Dewleta Tirk, ji aliyek li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê komkujiyan pêk tîne, ji aliyê din jî polîtîkayên xwe yên çewisandinê dewam dike. Her wiha li girtîgehan bi rêyên dozgeran zexta teklîfa sîxûriyê li girtiyên siyasî tê kirin.

Hat zanîn ku dozgerê Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê li qawîşan geriyaye û teklîfa sîxûrî li girtiyên siyasî kiriye. Dozgerê ku ev demeke li ser qawîşên girtiyên siyasî digere, wiha gotige, “Pêdiviya we bi tiştekî heye? Hûnê çi bikin piştî ku bên berdan. Eger hûn alîkariyê bidin me em ê jî alîkar bin."

Hat hînbûn ku ligel girtî teklîfa dozger nepejirandine jî, dozger wek endamê îstixbaratê helwesta xwe dewam kiriye.