Ji dastana Zapê heta têkçûna Garê

Medyaya Tirk şerê Zapê bi manşêta, 'Li zivistana giran rojê hilat' dida, pisporên Tirk digotin, ''Vê carê heta ku PKK neyê qedandin wê venegerin''. Lê artêşa Tirk wê yek ji têkçûna mezin a dîrokê li Zapê bijiya.

Sala 2007'an ji hêla têkoşîna azadiya Kurd ve  saleke herî krîtîk bû. Dewleta Tirk ku desteka hêzên cîhanî dayî pişt xwe, lingê girîng ê salên 2000'î ku konsepta tasfiyekirina PKK'ê hatî ferzkirin vê salê wê pêk bihata, li dijî vê wê berxwedana çekdarî a gerîlayan planên sala 2007'an serûbin bikira.

Geşedanên krtîtîk ku sala 2007'an li pey hev wê rû bida, piştî serdana Serekerkanê Tirk Yaşara Buyukanit a li DYE'ê dest pê kir. Di rojeva Yaşar Buyukatni de ku bi Alîkarê Serokê Emerîkayê Dîck Cheney û rayedarên din ên Qesra Spî re rûniştî, plana têkoşîna dijî PKK'ê hebû. Buyukanit 17'ê Sibata 2007'an di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Washîngtonê dayî, bi van gotinan vedigot, ku ji bo 'operasyona dersînor' ji DYE'yê destek standine: ''Aşkere dibêjim, aliyê Iraqê teslîmî PKK'ê hatiye kirin. Min ev bi rengekî aşkere ji rayedarên DYE'yê re got. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Heke PKK ji vê sûd wergire û ziyanê bide welatê min, ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye bêgav e ku tevdîran bistîne.''

LI IMRALIYÊ HELKEFTA JEHRDANÊ

Wan rojan ku Buyukanit û ekîba wî haziriya şer dikir li girava Imraliyê ku Rêberê Gelê Kurd lê êsîr bû, geşedaneke balkêş rû da. Li gel her cure rêbazên tecrîd û êşkenceyê piştî ku vîna Rêberê Gelê Kurd nehate şikandin û li derve bi milyonan got, ''Vîna min a siyasî ye'' û li dora Ocalan bûne yek, kir ku dewleta Tirk li Imraliyê rêbazên nû biceribîne.  Li ser îhtîmala ku Abdullah Ocalan hatibe jehrdan, mînakên porê ku 2007'an jê hatibûn standin li Italya û Swêdê li du laboratuvaran lêkolîn li ser hate kirin. Daxuyaniya ku raya giştî ya Kurd li bendê bû, 1'ê Adara 2007'an li Romayê hate dayin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin ji mînakên ku ji mûyên pora Abdullah Ocalan hatiye standin diyar bûye ku Abdullah Ocalan hatiye jehrand, li ser vê têkoşîna azadiya Kurd li ser hev daxuyanî da. Li ser vê di serî de li Ewropayê li gelek welatên cîhanê û li Kurdistanê bi sed hezaran mirov derketin kuçeyna, bi gotina, ''Tendirsiya wî tendiristiya me ye'' xwest ku li dijî jehrdana Rêberê Gelê Kurd liv û tevgerek çêbibe.  Li Strasboûrgê ya Fransayê li ser grêva birçîbûnê ya 18 siyasetmedar û aktivîstên Kurd a 11'ê Nîsana 2007'an û piştî tevgera berxwedanê ya li cîhanê Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) bêgav ma ku şandeyekê bişîne Imraliyê.

FATOREYA AKP-ARTÊŞÊ LI KURDAN HATE QUTKIRIN

12'ê Nîsana 2007'an Buyukanit li biryargeha xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê operasyona  ku bi mehan haziriya wê hatî kirin û xwedêgiravî wê 'derba mezin' li gerîlayên Kurd bixe, ragihand. Buyukanit got, ''Ji hêla leşkerî ve dema ku em dinerin divê operasyon li Bakurê Iraqê were kirin. Ji bo operasyoneke dersînor were kirin divê biryareke siyasî derkeve holê'' û peyama ''zû bike'' dide AKP ya li desthilatê.

Konsepta ku şerê giştî li ser gelê Kurd dihate ferzkirin AKP û Buyukanit dianî cem hev. 

4'ê Gulana 2007'an Buyukanit û Erdogan li qesra Dolmabahçayê li ser înkar û îmhaya Kurd li hev kirine, ji bo ku şerê li Kurdistanê were geşkirin, 'vîna siyasî' ku Buyukanit behsê dikir derkete holê, insîyatîv bi temamî êdî di dest artêşa Tirk de bû. Bi vî rengî qonaxa pêşî ya plana 'operasyona mezin' a di hişê Buyukanit de hatibû hazirkirin, dor hatibû ser hêzên demokratîk ên li Tirkiyê. 8'ê Hezîrana 2007'an Serekerkana Tirk nîvê şevê danezenek belav kir ku di vê danezanê gef li hemû beşên civakî dihate xwarin.

RAGIHANDINA DAMEZIRANDINA KCK'Ê

Bihara 2007'an di tevgera azadiya Kurd de qonaxeke krîtîk wê li Qadên Parastinê yên Medyayê rû bida. Di navbeyna 16-22'yê Gulanê de di Lijneya Giştî ya 5'an a KONGRA-GEL de navê Koma Komalên Kurdistanê (KKK) bi navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hate guharandin. KCK, ji KKK'ê cudatir wê bibûya rêxistina sîwanî ku temsîla hemû parçeyan dike. DTP ku di hilbijartina eynî havînê de bi navê ''Namzetên Hezar Hêviyan'' DPT 22 parlamenter derxistin û li meclîsê kom ava kir.  Ev geşedan, piştî 1994'an ku wekîlên Kurd bi kotekî ji meclîsê hatibûn derxistin û destgîrkirin bi 13 salan, weke xaleke zîvironekê derbasî dîroka nêz bû.

Payiza 2007'an jî li bakurê Kurdistanê ji bo rêxistiniya gel a Bakurê Kurdistanê xwedî cihekî girîng, damezirandina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hate ragihandin. Bêguman ev geşedanên li eniya Kurd Enqere ditirsand. Li gel ku yekîneyên HPG'ê ji 1'ê Cotmeha 2006'an ve yek alî di pozisyona agirbestê de jî bû, provakasyon û êrîşên artêşa Tirk ji havînî û pê de wê zêde bibûna û li pey hev du komkujî li ser Kurdan bihatana kirin.

LI BAŞÛR Û BAKUR DU KOMKUJÎ..

Şeva 15'ê Tebaxê bi çar qemyonan ku xwedêgiravî 'zad lê barkirî' bû li herêma Şengalê li ser du gundên Êzîdiyan êrîşeke terorîstî pêk hat. Di van êrîşan de ji 250'î zêdetir Êzîdî hatin qetilikrin, salên piştre geşedanê ku li vê herêmê rû dan, wê nîşan bida ku havîna 2007'an ne bi tesadûfî Êzîdî bûne hedef.

Komkujiya dî ya 2007'an jî 30'ê Îlonê li Elkê ya Şirnexê pêk hat. Çeteyên bi ser dewleta Tirk ve 13 Kurdên ku heft jê cerdevan bûn qetil kirin. Piştî êrîşê Serokomarê Tirk Gul got, ''Êrîşeke dijmirovî ku rûyê rastî yê terorê datîne holê'', HPG'ê got ti têkiliya wan bi vê bûyerê re nîne. Her wiha KCK'ê li gel ku aşkere kir AKP û artêşa Tirk berpisê ve komkujiyê ye jî, rêveberên dewleta Tirk li halan şer dan û ji bo konseptên Nû raya giştî hazir dikirin.

Geşdana ku dihate payin 17'ê Cotmeha 2007'an pêk hat. Tezkereya şer ku şandibûn meclîsa Tirk bi 507 dengan hate qebûlkirin. Ji bilî wekîlên DTP'ê hemû wekîlan dengê 'erê' dane tezkereya şer û piştî vê li Enqerê haziriyên şer zêdetir bûn. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp bi gotina, ''DYE dema ku ji hezaran kîlometre wê de hatî û li Iraqê dayî i kesî destûr nexwest'', li dijî têkoşîna azadiya Kurd destek dida ekîba Buyukanit ku wê şer geş bikira.

21'ê Cotmeha 2007'an nîvê şevê gerîlayan li Oremarê bi ser Tabûra Komando ya artêşa Tirk de girtin, wê vê serdegirtina gerîla Enqere bihejanda. Di vê serdegirtina gerîla de bi dehan leşker miribûn û 8 leşker jî hêsîr ketibûn destê HPG'ê. Buyukanit bi gotina, ''Ên ku êş bi me dane jiyîn em ê êşeke ku bi bîra wan jî neyê bi wan bidin jiyîn'', hê jî li ser konsepteke nû ya şer disekinî ku wê nikaribûya ji bin rabûya. Ji Seroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniya, ''Heke dewleta Tirk û artêşa wê dev ji tundiyê biqere em her demê hazir in ku projeya çareseriyê biaxivin.'' 4'ê Mijdarê weke nîşandane niyeta baş, leşkerên êsîr hatin berdan, geşedana krîtîk a esasî piştî vê bi rojekê wê li Washîngtonê pêk bihata.

HEVDÎTINA 5'Ê MIJDARÊ Û ÊRÎŞÊN PÊŞÎ...

5'ê Mijdara 2007'an Erdogan ê ku çûyî Qesra Spî, piştî hevdîtina bi Serokê DYE'yê George Bush re, li dijî PKK'ê soza destekê stand. Ji parvekirina îstîxbarî heta bi desteka teknolojîk hemû derfetên DYE'yê dane dewleta Tirk û ji bo êrîşa dagirkeriyê ya nû ya li ser Başûr dihate pejirandin.  Artêşa Tirk herî dawî 1998'an biharî bi navê 'Murat' ji bejahî derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bûbû, piştre, salên piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên dîsa xwe li helkeftên nû ceribandibû, lê ev nehatibû pejirandin, bi ser de leşkerên Emerîkî çiwal kişandibû ser serê leşkerên Tirk ku haziriya êrîşê dikirin.

Piştî hevdîtina 5'ê Mijdarê ji bo êrîşa nû ya dagirkirinê, piştî ku balafirên keşfê yên DYE'yê û Israîlê li ser Qadên Parastinê yên Medyayê dest bi firînê kirin. 21'ê Kanûna 2007'an li ser xeta navçeya Çelê ya Colemergê ji bataryayên topê yên qereqo lû baregehên leşkerî yên Tirk bi ser Zap û qada Çemço ya Zapê, bi obûs û katûşayan gava pêşî ya tevgera dagirkirinê hate destpêkirin. Piştî vê, 16'ê Kanûnê saet 01.00'ê 50 balafirên şer ên Tirk ji qadên gerîla ji Qendîlê hate bi Zapê bombe kirin.

Roja dîtir vê carê artêşa Tirk li herêma Geliyê Reş a Xakurkê ji leşkerên taybet 500 kes bi tang, helîkoptêrên kobar û balafirên şer oeprasyoneke bejahiyê da destpêkirin. Artêaş Tirk ku bi topan dixest korîdoreke ewle ava bike û bi pêş ve biçe, dema ku li rasta berxwedana gerîla hat, 19'ê Kanûnê mecbûr ma ku hêzên xwe bikişîne. Eynî rojan rejîma Îranê jî peyama, ''Li dijî PKK'ê di her mijarê de em ji têkoşîna hevpar re hazir in'' dida Enqerê. Dema ku balafirên şer ên Tirk bombe dikir, artêşa Îranê jî li ser xeta sînor herêmên gerîla bombe kir û dibû parçeyek ji konsepta şer.

ŞERÊ ZAPÊ KU 20'Ê SIBATÊ DEST PÊ KIRÎ...

Êrîş û hewldanên êrîş û dagirkeriya arteşa Tirk ku ji Kanûna 2007'an heta bi Sibata 2008'an dom kirî, weke haziriya şerekî mezin dihate şîrovekirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan jî piştre di nrixandineke xwe de wê wiha behsa wê pêvajoyê bikira: ''Êrîşên 2,5 mehan hewldanên wiha bûn, dema diçûna operasyona Zapê di kampên wan de li gerîla didan, derb lê didan, nerehet dikir, tacîz dikir, jiber vê hevsenga wê, bimewzîbûna wê têk didan.'' Her wiha Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal jî li ser van hewldanan digot, ''Armanca wê ew bû ku di bin zextê de bihêle û ji aliyê dî ve jî haziriyên xwe temam bikin.''

Eniya gerîla wan rojan gelek caran diyar dikirin ku ew ji bo şerekî mezin re hair in, pêla pêşî ya êrîşê 20'ê Sibata 2008'an saet di navbeyna 09.30-10.00'an de bi balafirên şer ên artêşa Tirk bi ser qada Zapê de dest pê kir ku Biryargeha HPG'ê lê bû. Êrîş heta 17.00'an bênavber dom kir, her wiha ji qereqolên ser sînor jî top dihatin avêtin. Armanca leşkerên Tirk ku di bin bombebaranê de wê pêş ve biçûna ew bû ku herêma Çemço ya di navbeyna herêma Zap û Zagrosê de kontrol bikirana.

Fermandarê Biryargeha Navendî ku wê demê Dr. Bahoz Erdal ku Biryargeha HPG'ê sewk û îdare dikir, derheqê saetên pêşî yê şerê Zapê û hedefa arteşa Tirk piştre bi berfirehî wê wiha bigota:

''Di bin bombebaranê de artêşa Tirk ji sê eniyan ve tevgeriya. Ji eniya Colemergê ji Tabûra Serê Sêvê tevgeriyan. Hedefa wan ew bû ku qada Çiyayê Reş bi dest bixin. Di ser vê re wê bihatana çemê Zapê, ji aliyê rojava ve Zap dorpêç bikirana. Eniya dî di ser Qereqola Êrîş re girê Xerekolê, ji wir jî dixwestin girê Şikefa Birîndaran bi dest bixin. Li ser qada Zapê çiyayê herî serwer ew der e. Heke ew der bihata bidestxistin wê qada biryargehê bihata kontrolkirin. Ji ber vê hedefa sereke ya vê eniyê ew bû ku Şikefa Birîndaran bi dest bixin.Dixwestin ku wir bi dest bixin û lê bi cih bibin. Eniya sêyan jî di ser xeta qereqola Êrîş re bihatana Bircela, Ciloya Biçûk, xeta Şamkê û ji wir bikevin qada Çemço û Sîda. Armanca vê eniyê jî ew bû ku ji hêla rojhilat ve biryargehê dorpêç bikin, biçin pişt wê. Ji bo ku bi carekê re bi dest bixin dixwestin me bidin şelişandin. Bi qasî du tuagayan leşker bilez tevgegeriyan dixwestin ji pişt ve lê bizivîrin û aliyê rojhilat û başûr ê biryargehê bigirin.''

'SERFIRAZIYA LEŞKERÎ' TENÊ LI MANŞÊTAN MA

Li gorî qeydên fermî yên dewleta Tirk bi çarçoweya 'operasyon'a ku 20'ê Sibatê saet 19.00'an dest pê kirî, saetên pêşî yên 21'ê Sibatê yekîneyên pêşî yên artêşa Tirk ketin xaka Başûrê Kurdsitanê. Tangên M60 Patton û 20 balafirên şer ên F-16 li pişta 10 hezar 'yekîneyên komandoyên çiyê'', ''tîmên tevgera taybet' bûn.  Piştî ku hate ragihandin şer dest pê kiriye, generalên malnişîn ên Tirk û 'pisporên stratejiyê' ku li televizyoanan diaxvîn giton, ''Vê carê heta ku PKK neyê qedandin veger nîne, artêş wê paqijiya biharê bike'. Roja dîtir rojname weke ku ji yek navendê hatibe hazikirin, bi van manşêt û spotan derketin:

Hurriyet: ''Qedroya lîder a PKK'ê ketin tirsê direvin Başûr''

Zaman: ''TSK gav bi gav sêgoşya Xakurkê, ku hezar terorîs lê ne, seh dike.''

Sabah: ''Korgeneral Kalyoncu ku beriya bi 15 rojan hevjîna wî mirî tevgerê rê ve dibe.''

''Milliyet: ''Yekîneyên Tirk ku çûne Bakurê Iraqê temasa pêşî ya bi PKK'yiyan re jiyan.''

Star: ''Piştî operasyona hewayî ya bi ser kampên PKK'ê de, 10 hezar leşker tevgera bejahiyê dane destpêkirin.''

Tercûman: ''Tevgera ku cîhan şaş kirî, helal be leşkerê min î leheng''

Taraf: ''Heke hûn musaît bin em tên- Tevgera ku dihate payin dest pê kir. Hemû lîderên derve yên rêzdar berê hatin agahdarkirin''

Lê 'serfiraziya' ku ji bo artêaş Tirk dihate hêvîkirin tenê di manşêtên çapemeniya Tirk de ma. Li Çiyayê Reş ku temasa pêşî çêbûyî artêşa Tirk derba pêşî xwaribû, gelek leşker miribûn, ev eniya êrîşê hê di roja pêşî de hatibû şikandin. Rojên li pey vê li eniyên din jî artêşa Tirk li ser hev derb xwar û li kûrahiya çiyayên Kurdistanê asê bûbû. Artêşa Tirk ji serdegirtina 'şok' ketibû pozisyona xweparastinê, şaş mabû ku çi hatiye serî.

Dewleta Tirk desteka ku li hêviyê bû ji Başûrê Kurdsitanê nestandibû. Parlamentoya li Hewlêrê ku 26'ê Sibata 2008'an civiyayî êrîş şermezar kir, biryar li ser da ku baregehên artêşa Tirk ên li herêmê bigire. Gelê Başûrê Kurdistanê jî ku li dijî êrîşa dagirker helwest nîşan dayî, li Amediyê, Deralok û Kanîmasiyê nehişt ku yekîneyên Tirk tevbigerin. Rayedarên dewleta Tirk dema ku fêh mkirin operasyon wê encamên ku dane ber xwe neyîne, berevajî heta ku leşekr li herêmê bin wê ziyaneke mezin were ser wan ji bo vekişînê bi lezgînî dest bi formûlên vekişandinê kirin.

‘SIWAR HATIN PEYA ÇÛN’

Piştî civîna dewletê ya li Enqerê, 29'ê Sibata 208'an biryar li ser vekişîna leşkerên Tirk hate dayin. Hin qelemên çapemeniya Tirk ji bo vekişandinê wê bigotana, ''surprîz'', ji ber ku li Enqerê dihate gotin leşker heta biharî wê 'li derî sînor bimînin''. Serekerkanê Tirk Buyukanit ji bo vekişandinê gotibû, ''Weke rakirina mû ya li ser rûn em vekişiyan'', 3'ê Adarê di daxuyaniya çapemeniyê ya serekerkaniyê de bi gotina, ''Dema vekişînê yek leşkerê me nehate kuştin'', li xwe mikur hat ku serkeftin ne di operasyonê de lê di vekişandinê ye.

Çapemeniya Kurd jî bi manşêta '''Siwar hatin peya çûn'' wê dastana Zapê ragihanda. HPG'ê piştî operasyonê ev bîlanço da: ''Di tevgera bejahiyê ya TC'ê de 125 leşker hatin kuştin, bi sedan leşker birîndar bûn. Di şer de 9 gerîlayên me şehîd bûn, 6 gerîla bi sivîkî birîndar bûn. Helokoptêreke kobra hatiye xistin, 8 çek û gelek cebilxaneya leşkerî hatiye bidestxistin. '' Arêşa Tir îdîa kir ku 27 leşker mirine û 240 gerîla şehîd bûne.

Lê medyaya cîhanê, hin qelemên çapemeniya Tirk hay ji têkçûna Zapê hebûn. Leşkerekî Tirk tevlî tevgera dagirkirinê bûbû, 4'ê Sibata 2008'an di ropartajekê de ku dabû rojanameya Mililyetê, fatore li cografaya asê ya Kurdistanê birîbû û gotibû: ''Herêmên li bakurê Iraqê weke kelehên sirûştî ne. Bêhijmar cih hene ku mirov xwe lê veşêre, bikeve kozikê. Ji bo vê ji hinan weye ku ev der weke deştekê, bi girê biçûk in. Berevajî, cografyayeke wiha ye ku hendefên pir kûr, geliyên tirsnak, çiyayên wê yên bilind hene û li her deverê kemîn dikarin werin danîn. Ne weke ku xuya dike.''

10'Ê SIBATA 2021'AN BERXWEDANA GARÊ...

Piştî têkçûna artêşa Tirk a li Zapê ku êrîş û operasyona Zapê 9 rojan domandibû, salên li pey 2008'an li Kurdistanê û Tirkiyê geşedanên girîng çêbûn. DTP di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de hijmara şaredariyên xwe kire 99, desthilata AKP bi navê 'operasyonên KCK'ê'', operasyonên qirkirina siyasî da destpêkirin ku bi salan wê ev operasyon dom bikira. Hewldamnên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Qadên Parastinê yên Medyayê ku artêşa Tirk jê re 'operasyonên dersînor' bênavber domand.

10'ê Sibata 2021'an artêşa Tirk bi 41 balafir, gelek 'SÎHA' û helîkoptêran êrîş bire ser çiyayê Garê ku yek ji cihê bicihbûna gerîalyan e. Êrîşên ku 4 rojan dom kir, 13'ê Sibatê bi şev bi dawî bû, hêzên artêşa Tirk ku ji hewayê leşker danî û xwe di ber dagirkirinê re kirî, di salvegera 13'an a Zapê de li Garê jî wê têkçûneke dîrokî bixwara.