Ji çiyayê Agirî heta Şaho Şehîd Kawenda

''Mirov dikare bibêje di her alî de şehîd Kawenda xwedî seknekê bû. Sekna wê bawerî dida mirov.''

Rejîma Îranê li dijî gerîlayên PJAK’ê her tim di nava êrîşên komployê de bûye. 22'yê meha Gulana 2015’an li herêma Ciwanro 4 gerîlayên PJAK’ê yên bi navê Kawenda Agirî (Şahbanur Yarbay), Berçem Fırat (Fatma Çagli), Mehmet Seyît Kaya (Bedran Erdal Andok), Axîn Xwînda (Pelîsan Exserî) di encama komployekê de şehîd bûn.

Kavenda Agirî sala 1984’an li herêma Serhedê di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Piştî ku hay li Kurdbûyîna xwe dibe û dibîne ku li ser gelê wê êrîş hene dikeve nava lêgerînan. Piştî ku Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan tê girtin biryara tevlîbûyîna na gerîla dide. Fermandar Kavenda Agirî berê xwe dide çiyayên Agirî. Li çiyayên KurdistanêXakûrkê perwerdeya xwe ya yekêmîn dibîne. Piştî demekê derbasî qada gerîla Heftanînê dibe. Şehîd Kavenda ji bo ku li dijî dagirkeriya rejîma Îranê tebikoşe dixwaze biçe Rojhilatê Kurdistanê şer bike. Li ser vê esasê berê xwe dide qadên YRK'ê. Çiyayên Rojhilatê Kurdistanê cih bi cih digere û ji bo ku xwe bi çanda Rojhilatê Kurdistanê ve bike yek bi tevahî hêza xwe ve têdikoşe. Li Şaho, Mêrîwan, Seqiz, Ciwanro gav bi gav digere. Gelê wê derê nas dike. Zimanê wan fêr dibe. Ji bo ku xwe bi wan re bike yek û rêxistinbûyînek xurt bike hewldanek mezin dide. Teybet jî polîtîkayên rejîma Îranê li ser ciwanan, jinan qebûl nake. Ji bo ku ciwanan, jinan rêxistin bike tekoşînek mezin dide.

'PÊWÎST E EM ZIMANÊ GEL BAŞ ZANIBIN'

 Hevrêyên wê yê tekoşîne Nûjîn Berîtan li ser wê wiha diaxive: “Şehîd Kawenda hevalek ji Serhedê bû. Lê mirov ev pê dernedixist. Ewqasî bi çanda Rojhilat re xwe kiribû yek ku yê nezanîba digot qey ji Rojhilat e. Ango karê xwe bi xoşewistî dikir. Pir zû cografyaya Rojhilat nas kir. Bi baldarî rêxistiniya gel dikir. Di perverdekirin û têkilî danîna gel de pir xurt bû. Di nava hevrêyan de jî bi sekneke wiha bû ku bawerî dida mirov hebû. Di asta biryardayîna karekê de pêwîstî çiba ew pêk dianî. Ji bo ku jinan rêxistin bike pir hewldan da. Bi rastî jî ŞehîdKavenda di nava gelê Rojhilat da pir dihate hes kirin. Her tim digot; pêwîst e em zimanê gel baş bizanin ku em bikarin bikevin dilê gel. Mirov dikare bibêje di her alî de Şehîd Kawenda xwedî seknekê bû. Sekna wê bawerî dida mirov. Her karî de mirov dikarî ji Şehîd Kawenda piştrast bibe. Em ji karê rêxistinkirina gel bigirin heta çalakiyekê tevlî pir xebatan bû.”

Hevrêyên din dibêjin ku Şehîd Kavenda di nava hevrêên xwe de kelecaniyek çêdikir û xwedî hezkirinek mezin ya jiyanê bû. Hevrêyên wê wiha didomin: “Her karê ku dikir mirov dizanî ku armancek wê heye. Ango ji bo çi tekoşîn dike eşkera bû.”

Gerîlayên ku bi Şehîd Kavenda re şehîd bû, Berçem Firat (Fatma Çagi) sala 1995’an li Betlîsê tê dinê. Sala 2011 ji Sêrtê tevlî nava refên gerîla dibe. Bedran Erdal Andok (Mehmet Seyît Kaya) sala 1986’an li Mêrdînê tê dinê. Sala 2009 tevlî nava refên gerîlla dibe. Axîn Xwînda (Pelîsan Esxerî) sala 1991 li Urmiyê tê dinê. Sala 2009 li Geverê tevlî nava refên gerîla dibe.

''EM Ê TOLA HEVRÊYÊN XWE HILÎNIN'

Her çar gerîlayên PJAK’ê roja 22’yê Gulana 2015’an li herêma Ciwanro gundê Dinge ya girêdayî Sela Bavacanye di encama komploya rejîma Îranê de şehîd dibin. Rejîma Îranê ji bo 4 gerîlayên PJAK'ê 2 hezar cehş bi tevî her cûre teknîkê dixin dewrê. Her çar gerîla heta guleya xwe ya dawî şer dikin û şehîd dibin. Hevrêyên wan bi van gotinan ve soza xwe li hemberê 4 gerîlayan dubare dikin û gotin: “Her çar hevrêyên me di encama komployeke rejîma Îranê de şehîd bûn. Me tola tu hevrêyên xwe li erdê nehiştiye, em ji bo ku tola van hevrêyên xwe jî bigirin bi tevahî hêza xwe ve em ê şerê xwe bidomînin. Em soza xwe li hemberê wan careke din dûbare dikin û wan bi rêzdarî bîbîrtînin.”