NÛ BÛ- Ji çalakvanên grevê ya li Êlihê 28 kes hatin destgîrkirin

Piştî Amedê û şûnde li Êlihyê jî jinên TJA’yî yên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn hatin destgîrkirin.

Li Êlihê jinên TJA'yî ku ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kirin, hatin destgîrkirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê destpê kir, di roja 33'yan de ye.

Jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji bo piştevaniyê bidin çalakiya Guvenê bi heman daxwaze ji bo 3 rojan çalakiyên greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Lê belê îro danê êvarî piştî Amedê polîsan avêt ser çalakiya jinên TJA'yî ya li avahiya HDP'a Êlihê jî.

Di avêtina ser çalakiyê de herî kêm 28 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin destgîrkirin, birin emniyeta Êlihê

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevseroka HDP'a Êlihê Berîvan Helen Işik, Ezel Aydin, Zozan Şimşek, Sedat Yildiz, Hadî Bahadir, Eyup Yagiz, Yaşar Kirca, Ahmet Yilmaz, Sidik Topbaş, Zedan Ekmen, Osman Bozkurtaca, Songul Korkmaz, Vîldan Ergul Tilegi, Gulcemal Erdînç, Sabîha Ekîncî, Maşallah Kaya, Menfiat Çelîk, Halîse Bîlîr, Aliya Işik, Tugba Dogan, Elîf Tîluk Tîmûr, Şûkran Çelebî, Sakîna Baytar, Edîbe Bîlîr, Sabahat Acar, Darya Arslan û welatiya bi navê Nefîa ya paşnavê wê nehat hînbûn.