‘Ji bo xwe gihandina çiya, rola wî mezin bû’

Merwan Ulaş ê Şehîd Şoreş Amed bibîr anî got: “Lehengek bi cesaret bû. Dema li girtîgehê yek deqeya wî vala nediçû. Di dema fîrarê û gihana çiyan xwedî roleke mezin bû.”

Merwan Ulaş ê li gel Şehîd Şoreş Amed ji Girtîgeha Amedê firar kirin û xwe gihandin çiya, di salvegera şehîdbûnê de Şoreş Amed (Devrîm Kavak) bibîr anî.

Ulaş got: “Min hevrê Şoreş li vir dît. Hevalan qala wî dikir, digotin; ‘Mîna Mezlûm Dogan bûn’. Mezlûm Doganê siberojê bû, hevrêyek wilo bû. Dixwed, lêkolîn dikir, rewşenbîr û bi pratîk bû. Ne disekin. Tim dixwend. Dema em derketin. Me got bila vê heval Şoreş binivîse. Xîtaba wî pir bi hêz bû, xwedî zanist bû, asta wî ya dîrokî, felsefî û sosyolojî xurt bû. Ji bo wê me got bila hevrê şoreş binivîse.”

‘LEHENGEK BÛ’

Pir bi cesaret bû. Lehengek mirov nedikarî bide sekinîn. Dema li girtîgehê yek deqe nedisekin. Tim dixwend, dinivîsand. Nimûne hinek li zindanê dema ku terorî pêş diket, lewaz dibû, lê ev wiha nebû. A fam dikir, dixist meryetê. Zêde ne diaxivî, dilnizim, li her cihê lê bandor dikir. Dema li Bergarê hemû heval jê bandor bûbûn, hevrêyan ev bixwe digotin. Me jî wiha lê dinêrî. Me digot derbixin, wê sûdek mezin di warê îdeolojî û pratîkê de ji bo partiyê hebe.

‘ROLEKE MEZIN A WÎ YA GIHANA ÇIYA HEBÛ’

Tim li pratîkê mabû. Li Mêrdînê li gel me bû, wê demê me şand Başûr. Salek du sal li  Başûr ma. Piştî perwerdehiyê vegeriya Erziromê. Ji wir jî çû derbasî Stenbol bû. Dema em ji zindanê derketin û xwe gihand çiya, vê carê jî digot em biçin Egeyê. Ji ber ku xwedî daneheviye xurt bû. Hevrêyeke me bû ku bi hev re ji girtîgehê firar kiribûn. Di vê revê û gihana çiya de xwedî roleke mezin bû.”