Ji bo Xerîb li Silêmaniyeyê serdanên sersaxiyê tên kirin

Ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb li Silêmaniyeyê serdanên sersaxiyê tên kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê doh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû, ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîlayên bi navê Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5'ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Îro di saet 13:00’an de li mizgefta Ehmed Hecî Elî ya li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê, ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) serdanên sersaxiyê tên kirin.

Di saet 12:00'an de şêniyên herêmê wê li ber derê mala endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) a li Taxa Bextiyar a kom bibin û bi meş biçin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.

Serdanên sersaxiyê wê saet 10:00’an heya 16:00’ê êvarî bên qebûl kirin û du rojan bidomin.