'Ji bo tiştek bi kesî neyê, divê her kes bi berpirsyarî rabe'

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerîf Demîr diyar kir, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven wan serî li dozgerê girtîgehê û Wezareta Edaletê dane û ji bo tiştek bi kesî neyê bang kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, du meh in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Rewşa tenduristiyê ya Guven nebaş dibe. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 126 girtiyên siyasî jî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. Li 120 girtîgehan jî nêzî 700 girtî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bi dorveger de ne.

Li gorî agahiyên ku parêzeran dan, tansiyona Guven rojên dawî gelekî ketiye û ji ber vê yekê jî Wezareta Edaletê 4 roj in ambûlans li ber deriyê girtîgehê sekinandiye. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Şerîf Demîr li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ji bo karibin biçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Leyla Guven lê dîlgirtî ye, wan serî lİ Wezareta Edaletê dane.

'KONTROLA WAN A TENDURISTIYÊ DIVÊ BI RÊK Û PÊK WERE KIRIN'

Dr. Demîr got, ji aliyê pîşeyî ve ew li dijî her şêweyên astengiyên li pêşengiya tenduristî û jiyana mirovan e û wiha dewam kir: "Grevên birçîbûnê ji bo şermezarkirina polîtîka û pêkanînên li girtîgehê ne. Dema ku grevên birçîbûnê bê dorveger bin, wê demê nêzîkatiya personelên tenduristiyê û hekîman divê li gorî rêbazên navneteweyî bin. Nêzîkatiya li çalakgerên greva birçîbûnê, pêwîste li gorî danezanên Tokyo û Maltayê be."

Dr. Demîr anî ziman, nêzîkatiya Odeya Tabîban a Amedê di vê çarçoveya gerdûnî de ye û got, "Ji bo jiyana mirovên ketine greva birçîbûnê were parastin, ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên tedawiya wan nepêkan e li wan der nebin û ji bo pêşî li mirina çalakgeran were girtin, ji roja destpêkê ve divê bi rêk û pêk kontrola wan a tenduristiyê bê kirin."

SERÎ LI WEZARETÊ Û DOZGERIYÊ HATE DAYIN

Dr. Demîr diyar kir, ji bo şopandina rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven wan serî li wezareta pêwendîdar û dozgeriya girtîgehê dane, lê hîn bersiv ji wan re nehtiye dayn. Dr. Demîr di dawiya axaftina xwe de got, "Hem rû bi rû em bi dozgerê girtîgehê re axivîn, hem jî me serlêdan kirin. Ji me re got ku ji bo serlêdana wan bê qebûlkirin, divê Wezareta Edaletê qebûl bike. Heta niha bersiv nedane me.

Di vê navberê de Yekîtiya Tabîban a Tirkiyeyê jî di ser Wezareta Tenduristiyê re serlêdan kir. ji aliyê wijdanî, însanî û pîşeyî ve daxwaz û hêviya hemû hekîman e ku grevên birçîbûnê bêyî zerar bigihêje beden û jiyana kesî, bên çareserkirin. Lewma, ji bo tiştek bi kesî neyê û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê rû nedin, em bang li her kesî kirin ku bi erk û berpirsyariyê rabin."