Ji bo Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê derkeve 50 hezar îmze hate komkirin

Kampanya îmzeyan ya ji bo derxistina artêşa dewleta Tirk a dagirker ya ji xaka Başûrê Kurdistanê îro bi dawî bû û hate ragihandin ku 50 hezar îmze hatiye berhevkirin.

Kampanya komkirina 50 hezar îmze ku ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûr û Iraqê hatibû destpêkirin, bi dawî hat. 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin wê pêşkêşî Parlamentoya Herêmê, Parlamentoya Iraq, Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî were kirin.

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di saetên êvarê de li  Parka Azadî ya Silêmaniyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand kampanya îmzeyan a ku li dijî dagirkeriya Tirk di 5’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, bi dawî hat.

Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (JCT) Bêrîtan Zagros ji dezgehên ragihandinê yên amade re axifî û got: “Ji bo ku dewleta Tirk a dagirker ji xaka Başûr derbikeve, tevî metirsiyên vîrûsa koronayê û qedexeyên hatin û çûnê me 50 hezar îmze berhev kirine. Di dema komkirina îmzeyan de jî pir caran ji bo endamên me astengî hatiye çêkirin, bi taybetî li Helebce û bajarokê Dukanê. Em kampanyaya xwe di wê roja girîng ango roja vejîna Kurd de bi dawî dikin û ew 50 hezar îmzeyên ku hatine komkirin, em ê radestî Parlementoya Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran a Iraqê û Neteweyên Yekbûyî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Heta ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hebe em ê xebatên xwe bidomînin. Her wiha em ê li her navçeyekî ya Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya “Ev der Heftanîn e” xebatên xwe bidomînin. Ji bo me Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Helebce, Kerkûk û Kelar jî Heftanîn e, pêwîst e ciwan û jinên Başûrê Kurdistanê bizanin ku eger li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng bimînin wê dagirker bêne ber deriyên we. Divê her kes li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dest bi têkoşînê bike.”