Ji bo Şervanê YŞB'ê Çuva mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YBŞ'ê Ferhat Çuva yê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê birîndar bibû û di şeva 23'ê Adarê li nexweşxaneya Hesekê, jiyana xwe ji dest dabû, li gundê lê jidayîkbûyî mewlûd hate dayîn.

Ji bo şervanê YBŞ’ê Ferhat Çûva (Nêçîrvan Akbal) ê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 21’ê Adarê de birîndarbibû û 23’ê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li gûndê Çuva ê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê mewlûd hate dayîn.
Ferhat Çuva di 1'ê Mijdara 1992'an de li gundê Çuva yê girêdayî navçeya Mêrdin Nisêbinê ji dayîk dibe. Di sala 2014'an de li dijî êrîş û zextên ku li Kurdistanê li ser gelê Kurd tê kirin xwe ranegirt û tevlî nava refên tekoşîna azadiyê bû.
Di mewlûda li gundê Çuva hatî dayîn de, Hevserok û Rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên navçeya Nisêbînê, MEYA-DER, Dayikên Aşitiyê û bi dehan kes tevlî bûn. Piştî mewlûdê wêneyên Çuva hatin rakirin û bi dirûşemyên 'Şehîd Namirin' meşek hat lidarxistin.