BI DÎMEN

Ji bo şehîdên Şengalê konên sersaxiyê hatin vedan

Ji bo gerîlayên HPG'ê û şervanên YBŞ’ê ku di êrîşa çeteyan a 3'ê Adarê de li Xanesorê jiyana xwe ji dest dan, konên sersaxiyê hatin vedan.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sinan), şervanên YBŞ’ê Elyas Xelef Îsa Xidir (Çiya Zerdeşt), Zuleyha Sarialtun (Tekoşîn Serhed), Xidir Meto Quto (Şoreş Sîba) û Feysel Xelef Nepsa Dirbo (Arif Tilqesep), endamê Asayîşa Êzdîxanê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî) li herêma Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê, li gundên Dugurê û Hirko yên bajarokê Sinûnê û li navenda Sinûnê konên sersaxiyê hatin vedan. 

Di konan de wêneyên şehîdên Şengalê û alên YBŞ/YJŞ’ê hatin daliqandin. Ji danê sibehê ve bi sedan welatî çûn serdana konan û ji malbatan sersaxî xwestin. Li bin konan bênavber dirûşmeyên 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin. 

Serdanên sersaxiyê didomin.