Ji referandûmê re ku bi hevkariya AKP-MHP’ê guherîna destûrê wê were dengdan çend roj mane îmze avêtin biryareke hetiketî ku ewlehiya hilbirjartinê gumanbar dike. Di referandûmê de gelek sindoqên bajarên Kurdistanê ji bo deverên 'navendîtir' hatin veguhaztin, ev jî li pêş dengdanê bû asteng. Li gel vê jî li gelek Bajarên Kurdistanê pewwira seroktiya seindoqê û endamên desteya sindoqê yên HDP,CHP’ê bi sedemên beredayî hate betalkirin.
Li navçeya Çinar a Amedê bi biryarekê ji bo 8 peywdarên sindoqê yên HDP’ê û ji bo 29 peywirdarên sindoqê yên CHP’ê hate gotin ‘giramgiriya wan nîn e’ û li şûna wan AKP’yî hatin danîn. Têkildarî mijarê Hevserokê Bajarê Amedê yê DBP’ê Zekî Baran ji ajansa me re axivî, got, AKP di referandûmê de ji ber ku dizane 'NA' wê derkeve polîkayên wiha yên dij demokratîk dike û dixwaze bi vî rengî 'Erê' derxîne.
'WALÎ Û QEYMEQAM JI PEYWIRÊ DIGIRIN'
Baran diyar kir, AKP referandûmê ji bo xwe weke mijara 'manûnemanê' dibîne û wiha got: "AKP her cure kirinên dij demokratîk, hemû derfetên dewletê bi kar tîne. Bi sedan peywirdarên sindoqê yê HDP’ê bi sedemên beradayî betal dike. Sedemên ku ji bo vê dibîne jî rûmeta mirov diêşînin. Li Çinar a Amedê bi hinceta ku ‘giramgiriya wan nîn e’ bi dehan peywirdarên sindoqê an jî serokê desteya sindoqê ji peywirê kirin û li şûna wan endamên AKP’ê hatin danîn. Ev jî nîşaneya binpêkirinên hilbijartinê ya di 16’ê Nîsanê de."
Baran anî ziman, ji hêla teknîkê ve piştî ku peywirdarên sindoqê yên HDP’ê ji peywirê hatin girtin divê kesên ku di lîsteya zêdek a HDP’ê de ne li şûna wan werin danîn û got, "Lê mixabin AKP bi hincetên beredayî bi daxwaznameyekê dikare peywirdarên HDP’ê ji peywirê bike. Ev jî rasterast bi fermana Walî û Qeymeqam ji peywirê têne girtin û li şûna wan endamên AKP’ê têne danîn."
'ŞERTÊN REWŞA AWARTE TÊNE BIKARANÎN'
Baran got, biryar hatiye danîn ku sindoqên Licê, Pîran, Hênê bikin yek û got, "Bi taybetî li Licê ji 80’yî zêdetir gund hene Di nav van de tenê 6 gund wê bikaribin deng bidin. Yên din wê veguhezin. Helbet, AKP baş dizane her Kurdê ku biçe ser sindoqê wê dengê ‘na’ bide. Ji bo vê jî heta ji dest tê hewl dide ku mirov neçin ser sindoqê û astengan derxîne."
Baran diyar kir ku Kurd di têkoşîna rûmetdar de hewce bike ji bo siberoja xwe wê berdêlan jî bidin û çi dibe bila bibe têkoşîna demokratîk ew ê bidomînin.
'EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU BIBIN MUŞAHÎT'
Baran got divê gel li ser mijara ji peywirê girtina serokê desteya sindoqan re bihistyar bin û wiha got: "Bi hincetên beredayî li şûna peyirdarên me yên sindoqê AKP’yiyan tînin. Divê gelê me di vê mijarê de bihistyar be. Her çi jî bibe gel divê bi giyanê 7’ê Hezîranê xwedî li sindoq û vîna xwe xwedî derbikeve. Ji bo ku partiya me benda hilbijartinê derbas kiriye, beriya hilbijartinê bi rojekê divê gelê me ji bo muşahidiyê serî li bînahiyên bajêr û navçeyê yên HDP’ê bidin. Di referandûmê de xwedîderketia li vînê û sindoqê ne tenê insîyatîva nûnerên siyasî ye. Gelê me ji 7 salî bigirin ta bi 70’ê salî divê xwe weke wekîl û serok bibînin û xwe tevlî nav xebatan bikin."