Yên ji leşkeriyê direvin, berê xwe didin nava refên PKK'ê

Gerîlayên bi navên Sîpan Wan û Sîpan Rizgar ên bi darê zorê biribûn leşkeriya Tirk gotin: “Ji bo mirovahiyê şerkirin nava refên PKK’ê ye.”

Ciwanên Kurd ên di dema leşkeriya Tirk dikin, êrîşên faşîst, nîjatperest li ser tên kirin tevlî nava refên gerîla dibin. Gerîlayên bi navên Sîpan Wan û Sîpan Rizgar ên ji leşkeriyê reviyayîn kiryarên dij mirovahî yên li ser hatin kirin ji ANF’ê re vegotin. Yek ji ciwanê bi navê Sîpan Rizgar ê leşkerî hişt û tevlî PKK’ê bû, sala 1989’an li Mûşê hatiye dinê.

Sîpan Rizgar ê di nava polîtîkayên asîmlasyon û qirkirinê de hatiye dinê, rewşa di nav de û venêrîna xwe ya li leşkeriyê wiha got: “Di nava civakê de hinek malbat hene ku zarokên xwe bi darê zorê dişînin leşkeriyê. Ev yek bi zanabûn ji aliyê dewletê ve tê kirin. Hişmendiyeke ku ‘Bila zarokên me biçin leşkeriyê bibin mêr’ heye. Dahûrandinên min ên li ser vê nava PKK’ê de kûr bûne. Ev rewş bermayeke yê hişmendiya mêrsalarî ye. Ne di wê ferqê de ne ku zarokê xwe dikin koleyê dewletê.Nizanin zarokên wan ji ber çi şer dikin.

 ‘PERWERDEHIYA YEKEM A LEŞKERIYÊ TERORÎSTKIRINA KURDAN E’

Gerîla Sîpan Rizgar di sala 2009’an de piştî çû leşkeriyê ji ber ku Kurd bû, gelek kiryarên nîjatperest li hember hatine kirin û got: “Li ber çavê me êşkence li gelek kesan dihate kirin. Li leşkeriyê biryar e ku her kes por û rihê xwe biqûsîne, lê yên diçûn Kurdistanê vê yekê nakin.

Ji bo me jî digotin hûn jî mîna wan bin ji bo neyên diyarkirin. Li leşkeriya Tirkan, ji bo Kuştina Kurdan dihatin perwerdekirin. Digotin dema hûn çûn Kurdistanê ‘Her kesên li wir terorîst in’. Dema ez hatin nava PKK’ê min ferqekî pir mezin nava PKK’ê û dewleta Tirk dît. Ya berî her tiştî tê exlaq e. Di nava PKK’ê de exlaqê civakê heye. Di nava dewletê de exlaqekî wiha nîne.” Gerîla Rizgar kuştina leşkerekî ya li Kutahya bibîr xist û got: “Ji bo vê gotin kuştina kiryarên wê nediyar. Bi vî awayî gelek leşkeran dikujin û bi dibêjin bi guman e dinixûmînin.”

‘TIŞKE JI BO GELÊ XWE ŞERKIRIN BI NIRXTIR NÎNE’

Gerîla Rizgar anî ziman ku gelek kes li leşkeriyê ne nizanin ji bo çi şer dikin û wiha pêde çû: “Gelek des ji bo leşkeriyê reda wijdaniyê dikin. Ji ber ku naxwazin birayê wî gelê xwe qetil bike. Naxwazin ziyanê bidin xwezaya xwe. Dema ku gotin vê nakin, lêdidin, tê girtin û bi kuştinê tê cezakirin. Ji xwe gelek ji wan ên tînin leşkeriyê jî winda dikin.”

Gerîla Sîpan Rizgar jiyana xwe ya nava gerîla jî wiha dinirxîne: “Dema ez tevlî jiyana nava PKK’ê bûm min guhertinên mezin bi xwe re dît. Bi rastî jî jiyanek bi exlaq, biratî û parvekirin dît. Gelo ma tiştek ji wê xweştir heye ku ji bo gelê xwe şer bikî? Eger ku ciwanek dixwaze ji bo mirovahiyê şer bike, cihê wî li nava refên PKK’ê ye, bila bê. Li nava PKK’ê rêz ji vînê re heye. Ji bo vê rêya bi rûmet nava refên PKK’ê ye.”

EGER ŞERKE BÊ KIRIN WÊ WÊ DI NAVA PKK’Ê DE BÊ KIRIN

Yek ji ciwanên din ê sala 2009’an leşkerî kir gerîlayê bi navê Sîpan Wan e. Wan têkildarî leşkeriya Tirk ev tişt got: “Piranî kesên ji diçûn navber bêhandanê ya leşkeriyê nedivegeriyan. Gelek ji wan Kurdistan weke Tirkiye dizanî. Dema dihatin Kurdistanê didîtin ku Kurdî dipeyivin. Didîtin ku zimanê Kurdan cihê ye. Digotin; ‘Ev der ne Tirkiye ye, ev mirov ne Tirk in’. Çi karê me li vir heye. Ji bo çi şer dikin. Nû diketin ferqa gelek tiştan. Dixwestin zû leşkeriya xwe biqedînin û biçin mala xwe. “

‘TI HÊZEKE NIKARE XWE LI BER ŞERÊ HPG’Ê BIGIRE’

Gerîla Span Wan bal kişand ser kiryarên dij mirovahiyê yên li leşkeriyê û wiha nirxand: “Digotin;’em dikarin her tiştî bikin, em ê bêjin kêmaniya perwerdehiyê ye’. Gelek leşker bi vî rengî dihatin kuştin. Gelek êrîşên nîjatperest hebûn. Dema rojekê em temeşeyî qenaleke tv yê Kurdî kir heqaret li me kirin. Ez baş dizanim ku li gel me çend ciwan winda bûn. Ew ciwan birin kû, çi bi serê wan hatin nizanim. A em dizanin mirin bi guman ên leşeriyê nîşan dan.”

Sîpan Wan ê bang li ciwanên Kurd kir got: “Ev şer şerê Kurdan bi Kurdan bidin kuştin e. Divê Kurd êdî vê bibînin. Divê ji bo jiyanek azad şer bikin. Armanc û îdeolojiyeke me heye. Li hemberî taktîkên gerîlayên HPG’ê ti hêzek nikare xwe bigire. Li Kurdistanê Rewşa Awarte heye. Eger ku li dijî vê têkoşîn bê kirin, wê li nava refên PKK’ê bê kirn. Divê berê hemû ciwanan li nava PKK’ê be.”