Ji bo Mamedoglû yê HDP’î 10 sal, 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn

Ji bo endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Eşref Mamedoglû bi hinceta ji ber hinceta du sûcan 10 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Danişîna doza endamê Meclîsa HDP’ê Eşref Mamedoglû ku bi îdîayên “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Mamedoglû beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Suleyman Kaya amade bû.

Dozger di danişînê de biryara ango mutlaya xwe ya derbarê her du sûcan de dubare kir.

Şandeya dadgehê ji îdîaya “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh ceza li Mamedoglû birî. Şandeya dadgehê ceza zêde kir û cezayê Mamedoglû derxist 8 sal û 9 mehan.

Her wiha dadgehê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî 1 sal û 10 meh û 15 roj ceza li Mamedoglû birî. Dadgehê fermana cihê taloqkirina ceza nîne da.