Ji bo Lîcê banga ‘Lezgîn’

DTK,TJK,DBP û HDP, ji bo li dijî qetlîamên li Licê ku bên kirin, banga lezgîn a ketina tevgerê dan.

Ji aliyê DTK,TJK,DBP û HDP daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û wiha hate gotin: “6’ê Adarê ji aliyê Walîtiya Amdê ve bi hinceta ewlehiyê li Licê ‘Qedexeya derketina derve’ ya ku 18 taxan digire nava xwe îlan kiribû, piştî îlankirinê oparasyona leşkerî ya li herêmê, wê qirkirinên polîtîkayên şerê qirêj ê li Kurdistanê, qetlîam, îxlalên mafê mirovan a nû bi xwe re bîne.

Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Bi ti awayî agahî ji kesên ku li wan 18 taxan dijîn nayê girtin. Ji beriya niha gundên Xerabê Bava û Talatê yên Nisêbînê jî di nav de li 5 gundan di bin navê operasyon hate kirin de, hê şopên êşkence, şewitandina malan, talankirina jîngehên welatiyan, qetilkirina lawiran dimîne, ji bo heman qetlîam li Licê neyê kirin daxwaz ji hemû raga giştî dikin ku bi hestyar tevbigerin.

Ji bo parastina mafê jiyanê yên welatiyan, ji bo astengkirina jîngehên welatiyan hê direng nebûyî, di serî de bang li gelê Amedê, rêxistinên civaka sivîl, beşên bi hestyar, rêxistin û saziyên navneteweyî dikin bi awayekî hewarî bikevin nava tevgerê.”