Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, çalakî

Endamên ÎHD û xizmên windayan ji bo Mehmet Emîn Acar, Alî Gunduz û Saît Akin hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 812’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî beşdarî çalakiyê bû. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar ê di 20’ê tebaxa 1994’an de li taxa Ambarê ya ya navçeya Bismila Amedê hat revandin hat xwendin.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî axivî û bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir ku sibê beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin. Yilmaz wiha got: “Pêkanîna aştiyê bi rûbirûbûna raboriyê re pêkan e. Heke rûbirûbûna bi raboriyê re çênebe, ne pêkan e ku aştiyek mayînde jî çêbibe.” Yilmaz sebr û metanetê ji malbata Narîn Guran a winda re xwest û ev pirs kir: “Narîn Guran li ku ye?”

Paşê jî Îhsan Acar ê ku 30 sal berê bavê wî hat windakirin axivî û got: “Bila kes vê heqîqetê jinedîtî ve neyê. Divê rastî derkevin holê. Ez bang li wan kesên ku bûne şahidê wê hovîtiyê dikim; we windayên me birin ku? We li ku winda kir? Şeş zarokên bavê min hebûn. Bavê min li ber çavên min birin. Wê ev têkoşîna me nifş bi nifş bidome û bila gumana kesî ji vê nebe.”  

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar xwend. Di daxuyaniya serpêhatiya windakirina Acar de hat destnîşan kirin ku ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û heta ku Acar û hemû girtî bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin dê çalakî berdewam bike.  

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH  

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê çalakiya heftane berdewam kirin û di hefteya 648’emîn de jî li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li serê Cadeya Gulistanê li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Alî Gunduz ê di 22’yê tebaxa 1998’an de li gundê Helanê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ji malê derket û carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Colemêrgê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 138’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Saît Akin ê di 25’ê îlona 1995’an de ji aliyê leşkerên li gundê Befircana Geverê derketibûn operasyonê ve hat kuştin, hat pirsîn.  

Rêveberên DEM Partiyê, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan piştevaniya çalakiyê kirin. Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz metna daxuyaniyê xwend. Çapraz li faîlên Saît Akin pirsî û got ku ew ê dest ji lêgerîna windayan bernedin û heta ku aqûbeta windayan bê zanîn dê têkoşîna xwe bidomînin.